Ez di sala 1983yî de, salekê berî koçkirina Cegerxwin ez hatim Swêdê. Paşê ez gelek caran rastî vî helbestvan û mezinê kurd hatim. Min endamên malbata wî jî nas kirin. Ev nasîn Ji bo min bû kêfxweşîke mezin. Ew li taxa Tenstayê dima, ez li taxa Rînkeby diman. Li van taxên ku gelek kurd lê diman, gelek nêzîkî hev bûn, wek taxên biyaniyan, xerîban hatibûn nasîn. Carina wî ji min pirsa kurdên Qersê, Serhedê dikir. Carekê min sînorê Serhedê heta Qersê dirêj kir. Wî got: “Na, here jorê, heta Batûmê here, divê ji me re derîyekî derketinê yê behrê hebe!”
***
Cegerxwin (1901-1984) yek ji wan helbestvanên kurd yên navdar tê hesibîn ku di sedsala 20an de jîyaye. Di nav van salan de wî bi qasî 8 dîwanên helbestan amade kirine û li cîhên cuda wek Şam, Beyrût, Stockholm, Stembol û Amedê weşandine. Di warê ziman, dîrok û folklora kurdî de jî bi dehan pirtûk nivîsîne. Ew di hevpeyvînekê de dîyar dike ku wî di sala 1924an de dest bi nivîsîna helbestan kiriye: “Sala 1924an min dest bi helbest nivîsandinê kir. Îtirafekê jî bikim baş e…Ev sal destpêkirina welatparêziya min e jî.. Salên ewil, di helbesta min de tema mîllî û welatparêzî giran bûn…” (Binêre: Roja Welat, nr 12, 1978). Min berî çend mehan bal kişandibû ser vê mijarê: “Ev yek nîşan dide ku îsal 100-saliya nivîskariya helbestvanê mezin e, divê ew bi şahî û bi helbestê bê pîrozkirin û bê bibîranîn” (@ RAlakom 19-3-2024). Nav, sal û cîhên çapbûna van her 8 dîwanên wî, li jêr hin tiştan, ji me xwendevan re dibêjin û herwiha bi şematîk serpêhatiya 100 saliya jîyana hunerî ya Cegerxwin jî pêşkêşî me dikin. Pêşgotinên her dîwanekê ji aliyê kesayetîkî kurd ve hatiye nivîsîn:
Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945, Şam
Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954, Şam
Dîwana siyem: Kîme Ez?, 1973, Beyrût
Dîwana çarem: Ronak, 1980, Stockholm
Dîwana pêncem: Zend-Avista,1981, Stockholm
Dîwana şeşem: Şefeq,1982, Stockholm
Dîwana heftem: Hêvî, 1983, Stockholm
Dîwana heştem: Aştî, 1985, Stockholm
Ew helbestên ku bi hestên netewî hatine nivîsîn ji aliyê kurdan ve gelek hatine hezkirin. Hin ji wan bûne stran, ji aliyê stranbêj û hunermendên kurd ve hatine gotin, di her maleke kurdan de bi salan hatine guhdarkirin û hezkirin. Ew wek marş, stranên tekoşînê fonksîyon û rolên cuda jî lîstine. Dema gilî ji pirsa yekitiyê û yekbûna kurdan tê vekirin, tavilê ev rêzên wî tên bîra her kurdekî welatparêz û netewparêz: “Eger em nebine yek, emê herin yek bi yek“. Min gelek hewl da, da bizanibim van rêzan di kîjan berhem û nivîsa wî de cîh girtine, lê ez di vî warî de biserneketim, eger kesek bizanibe û min jê agahdar bike ez ê gelek kêfxweş bibim. Kurd di demên dijwar de wek tê zanîn gelek hewcedarî van gotinên zêrîn û rênîşandar mane. Di folklora kurdî de jî em rastî şopên vê pirsa giring tên, wek vê gotina pêşiya: “Yek yek e, dudu komek e”… Di kilamên kurdî de jî vê mijarê cîh girtiye: “Eva ne şerê Hesenan e, ne şerê Heyderan e, ne şerê Cîbiran e ne şerê dozde bavê eşîran e” (Şakiro, ji kilama Ferzende Beg).
Di derbarê jîyana malbata Cegerxwin de roj bi roj hin agahî û zanyariyên nû derdikevin holê. Dema hunermendê navdar Aramê Tîgran di sala 1966an de ligel endamên malbata xwe koçî Ermenîstanê dike, nûçegîhanê Rêya Teze pê re hevpeyvîneke bi kurdî dike. Malbata Aramê Tîgran û malbata Cegerxwin li Qamişlo cînarên hev bûne. Di beşeke vê hevpeyvîna dîrokî de li ser van demên bihurî û vê cînartiya xweş tiştine balkêş tên gotin (Rêya Teze, 3-8-1966). Ev bîranîn bi çend notên min di rojnemeya Agosê de jî hatine weşandin. Niha em guh bidin Hayk (birayê Aramê Tîgran) û dayîka wan Eznîvê:
“– Welle bra, me bi koma xwe par dewata kurê şayîrê kurda Cegerxwîne Kesrada lîst, – Hayk dibêje- Temamîya Qamûşlîê hate temaşa wê dawetê. Cegerxwîn cînarê meyî lapî nêzîk bû. Şev û ro em û ew mala hevdu bûn, Kehla jina wî mera mînanî xwûşka bû, lê Sînema qîza wî ber çevê me mezin bû.
– Cegerxwîn gelekî ji Aram hiz dikir, dibir kêleka xwe dida rûniştandinê û Aram jê ra bi seheta distra. –Aznîv gilîê kur dide tamkirinê.
– Hetanî nha jî ez pêşkêşa Cegerxwîn mînanî ronaya çevê xwe xweyî dikim,- Marîam Hovhannîsyana cînara wan dibêje, – ewî temamîya şiêrê xwe li mala me maşînkê xistine û me gelek cara ew ji qezîyaê xilaz kirine. Ne ku tenê mala me û mala Cegerxwîn hevra ha bûn, lê temamîya kurd û ermenîêd Qamûşlîê hevra mînanî bra bûn” (Ez têkilî devoka rojnameya Rêya Teze nebûm).
Cegerxwin jî di sala 1979an de ligel endamên malbata xwe koçî Swêdê dike. Ev hatina wî di nav kurdên Swêdê û hemû kurdên Ewropayê de dibe bayîsê kêfxweşî û şahîyeke mezin. Kurd wî wek mezin, serek û bavê xwe dibînin. Ew dide pêşiya van kurdên li dûrewelatiyê, dibe hêzeke rûhanî ji bo wan. Çawa tê zanîn piştî hatina cunta leşkerî li Tirkiyê (1980) di van salan de rewşa kurdên Bakur ber bi xirabiyê ve diçe. Cegerxwin him li hemberî vê cuntayê û him jî zordestiyên li ser gelê kurd dengê xwe bilind dike, derdikeve meydan û kolanan. Ev mercên dijwar rola “bavê kurdan” dide Cegerxwin. Ew li Swêdê dibe avokatê zimanekî qedexekirî û can dide vî zimanî.
Ez di sala 1983yî de, salekê berî koçkirina Cegerxwin ez hatim Swêdê. Paşê ez gelek caran rastî vî helbestvan û mezinê kurd hatim. Min endamên malbata wî jî nas kirin. Ev nasîn Ji bo min bû kêfxweşîke mezin. Ew li taxa Tenstayê dima, ez li taxa Rînkeby diman. Li van taxên ku gelek kurd lê diman, gelek nêzîkî hev bûn, wek taxên biyaniyan, xerîban hatibûn nasîn. Carina wî ji min pirsa kurdên Qersê, Serhedê dikir. Carekê min sînorê Serhedê heta Qersê dirêj kir. Wî got: “Na, here jorê, heta Batûmê here, divê ji me re derîyekî derketinê yê behrê hebe!”
Cegerxwin di sala 1984an de wefat kir, heman salê hunermendê mezin Yilmaz Guney jî ji nav me koç dike. Kurdên Ewropayê, mirov dikare bêje ku demeke dirêj stûxar û sêwî man. Dema Cegerxwin wefat kir, roja din me li wê taxa ew lê dima (Tensta) civîneke bîranînê amade kir. Min bi gotareke kurt xatir ji vî mirovê giranbiha xwest. Wêneyekî vê civînê ku di albûma min de heye, nîşan dide ku li kêleke min her du kurên Cegerxwin, Kesra û Azad rûniştine. Dema Cegerxwin wefat dike, kurd bedena wî dişînin bajarokê Qamişlo. Rojnamayeke swêdî vê koça wî wiha tîne ziman: “Helbestvanek vedigere çîyayên xwe” (Aftonbladet, 4-11-1984). Bi vî awayî Cegerxwin bû perçeyekî dîroka me ya kurdên Swêdê jî.
Di çapemeniya swêdî de Cegerxwin wek “Helbestvanê Netewî” (Natioanlpoet) yê kurdan hatiye nasandin. Di van rojnameyan de navê wî jî hertim bi stîla “Ceger-Xwin” hatiye nivîsîn. Rojnameyên swêdî wateya navê wî bi vî awayî wergerandine swêdî: “Dilê ku xwîn jê tê” yan jî “Dilbixwin”. Qala cegerê (pişik û kezewê nekirine). Dema navê Cegerxwin dibihîsim û dibînim peyva “kezewperitî” tê bîra min. Di salên bihurî de êş û keder, derd û kulên kurdan xelas nedibûn, ji devê mirovan her tim ev her sê gotin derdiketin: “Kezewa min peritî!”. Yek ji van jî Şêxmûs Hesen bûye ku navekî nû (mehles) li xwe dike: Cegerxwin.
Helbestvanê navdar wek li jorê jî me dîyar kir di sala 1924an de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Îro em lê dinêrin 100 sal li ser vê gava pêşîn re derbas bûne. Bi vê nivîsa kurt min xwest bala xwendevanên Botan Times bikşînim ser vê jîyana rengîn.