Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Çanda Kurdî di nav hemû xebatên min da heye lê…”

05/04/2023

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Wênasazê Kurd Ali Osman Yanak 10-12 salîya xwe dest bi xêzkirinê, kiriye.

Ew di malbateke ku bi hunerê ve girêdayî da ye mezin bûye, ji lîseyê heta zanîngahê beşa wênesazîyê xwendiye.

Alî Osman dibêje ku wêne, hêzkirin û boyax her tim di nav jiyana wî dabû. Birayê wî yê mezin jî wênesaz e. Wextê birayê wî tabloyên xwe xêz dikirî wî jî her tim bimeraqî lê dinerîya ka çawa hêz dike.

Îro 23 sal in bi profesyonelî wêneyan xêz dike û di heman demê da bi muzîkê ra jî eleqedar dibe.

Hunermend Alî Osman ji Botan Times ra qala hûnera xwe kir.

Wênesaz Ali osman Yanak

Ez îlhama xwe ji her tiştî distînim. Melesa heger ez cihekî derve di nav erd, dar û keviran da bim, ez li wan dinerim an jî tîştekî din tê aqlêmin hema di vê demê da ez dizwazim xêz bikim.

Heman demê ez li tembûrê jî dixim. Gava ez tembûrê dixim tîştek tê bîra min û ez dixwazim wê xêz bikim. Ez îlhama xwe ne tenê tiştekî ji her tiştî digirim.

Çanda Kurdî di nav hemû xebatên min da heye lê hinek tên xuya hinêkî jî naye ditîn. Ez nazwazim berhemên di carekî da bila were fehm kirin. Gerek mirov seatekî berhemên min binêre da ku piştre tiştekî bibîne. Ez wê dizwazim, ev hin xweşîya min diçe.

Merkeza jiîyana min hûnera min e. Di jîyana min da tiştên baş an ne baş nikarin bikevê navbera min û hûnera min. Yek cara ez xêz kirina tabloyan dikim belkî navberê da 5-6 seat derbas dibin ez hîn xêz dikim. Lê ez tî dibim an birçî dibim nayê bîra min, yanî ewqas min xwe daye li ser xêzkirinê.

Alî Osman Yanak ji bo erdhêjê xêz kiriye.

Hemû berhemên min di dilê min da cîhê wan cuda ne. Lê di dema erdhêjê Semsûrê da ez û malbata xwe jî li wir bûn. Nikarim tarîf bikim lê me wê erdhêjê hîs kir. Ji ber vê yekê ye ku min tabloyên li ser erdhêjê çêkirine. Ji bo min ew berhemên min hin pêşketine.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Edîtor û nûçegihana Botan Timesê ye. Li Zanîngeha Selçûkê beşa rojnamegeriyê xwendiye. Ji bo Journo, Gazete MLSA, Botan International, PodcastKurdî, Rojnameya 9 Eylulê, Rojnameya 24 Saatê wek rojnamegera serbixwe kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û