Camêriya derewîn: Çima em ji serdestên xwe hez dikin?

15/09/2023

Yek ji meseleya esasî ya camêriya derewîn ew e ku zordest xwe ji gunehên xwe dişûn. Xwe qenc hest dikin. Ev hesta xweqencdîtinê dihêle zordest sîstema bêedaletiyê berdewam bikin. Divê bindest hewcedarê camêriya wan ya derewîn bibin. Bi vî awayî zordest huzûr û aramiyê ji bo xwe dikirin.

***

Di pirtûka xwe ya bi navê Pedagogy of the Oppressed (Pedagojiya Bindestan) de Paulo Freire behsa têgeha camêriya derewîn dike. Freire pedagogek Brezîlî yê naskirî ye. Ji salên 1970yan ve bandoreke mezin li ser perwerde û rêbazên li dijî zordestiyê kiriye. Di vê nivîsarê de ez ê behsa vê pirtûkê û têgeha camêriya derewîn bikim. Û paşê dê behsê bikim çima em serdestên xwe camêr dibînin û ji wan hez dikin.

Li gor Paulo Freire meseleya esasî ya mirovatiyê meseleya mirovbûn û nemirovbûnê ye. Yanî berî her tiştî mirov dixwaze wek mirov an jî şexsekê bibîne û nîşan bide. Armanca esasî ya mirovan rizgarbûna ji nemirovatiyê ye. Lê nemirovbûn ne bi awayeke xwezayî pêk hatiye. Nemirovbûn derencama sîstemeka bêedaletî, îstîsmar û zordestiyê ye. Ji ber vê, armanca sereke ya bindestan ew e xwe ji vê bindestiyê xilas bikin. Di vê têkoşînê de serdest jî dikarin alîkariyê bidin bindestan, lê ev tişt gelek zehmet e. Ji ber ku serdestan tecrûbeya bindestiyê nîne, nizanin ka jiyana bindestan çawa ye. Serdest ne haydarê pozîsyona xwe ne. Serdest di wê baweriyê de ne ku pozîsyona wan ya serdestbûnê heqê wan e. Û ji ber vê meseleyê Freire alîkariya serdestan gelek caran wek camêriya derewîn nîşan dide.

Camêriya derewîn çi ye? Camêriya derewîn ew qencî ye ku mirov ne li dijî sîstema zordestiyê bixebite, lê derencamên wê tedawî bike. Mînak mirovan ne ji feqîriyê xilas bike, lê weqfekê ava bike da ku zikê feqîran têr bike. Mirovan ne ji zordestiyê xilas bike, lê alîkariyê bide bindestan ku çanda xwe bijîn. Camêriya derewîn, derewîn e, ne ji ber ku alîkariya însanan nake, esasen alîkariya insanan dike. Derewîn e ji ber ku sîstema zordestiyê dide dewamkirin. Wê sîstema bêedalet av dide. Dihêle bindest berminetê serdestan bin. Yanî dihêle bindest nemirov bin (me gotibû mirovbûn esasê jiyanê ye). Li gor Freire camêriya rastîn divê li dijî sîstema zordestiyê be. Divê sîstema zordestiyê biherifîne. Camêriya rastîn divê rêxweşker be ji bo rizgarî û azadiya mirovan.

Yek ji meseleya esasî ya camêriya derewîn ew e ku zordest xwe ji gunehên xwe dişûn. Xwe qenc hest dikin. Ev hesta xweqencdîtinê dihêle zordest sîstema bêedaletiyê berdewam bikin. Divê bindest hewcedarê camêriya wan ya derewîn bibin. Bi vî awayî zordest huzûr û aramiyê ji bo xwe dikirin. Ji ber vê ye çendîn dewlemendên mezin yên dinyayê weqfên alîkariyê çêdikin û alîkariya feqîran, nexweşan û ketiyan dikin. Û milyon dolaran di van karan de xerc dikin. Lê qurîşekê di rêya camêriya rastîn de xerc nakin. Qurîşekê li dijî wê sîstemê bi kar naînin ku ev pozîsyona serdestiyê daye wan. Divê ev sîstema zordestiyê dewam bike da ku bindest her berminetê wan bin.

Di meseleya Kurdan de jî eynî mekîne dixebite. Gelek Tirk ji bo Kurdan di xebat û kêferatekê de ne. Gelek caran ji bo me diçin protestoyan, weqfan ava dikin ji bo alîkariyên çandî, carnan bûrsan didin xwendekarên Kurd filan û bêvan. Gelek caran ji ber van tiştan bedelên mezin jî didin. Dikevin zindanan, lêdanê dixwin, surgûn dibin, ji karê xwe dibin. Bi vê, Kurdan dikin berminetê xwe û wijdana xwe jî rihet dikin. Lê ti caran tiştekê nakin li dijî wê sîstema ku Kurdan dike bindest. Tiştekê li dijî sîstema hukumraniya Tirkbûnê nakin. Ji ber ku heger ew sîstem biherife Kurd dê ji berminetiya wan derbikevin û ew jî dê ji camêriya xwe bibin.

Ev mesele helbet dualî ye. Li aliyê Kurdan jî bersivek bo vê heye. Ev sîstema camêriya derewîn hesteka deyndariyê li nik Kurdan çêdike. Ev tiştek xwezayî ye. Di xwezaya însanan de heye mirov bersiva tiştan bide (çi qenc çi xirab). Ji ber vê ye Kurd gelek caran dest ji daxwaz û pêdiviyên xwe yên esasî berdidin û tenê dixwazin dilê serdestên xwe xweş bikin. Dixwazin deynê xwe bidin. Dixwazin dilê wan ji xwe nehêlin. Ji ber vê ye Kurd her dem postên bilind didin Tirkan û çi tiştê bikin hizra Tirkan dikin ka gelo dê ji vê tiştê dilxweş bin an na.

Lê li gor Freire, divê bindest xwe entegreyê sîstema serdestan nekin. Divê ji bo herifandina vê sîstemê bixebitin. Freire dibêje, lê gelek caran bindest ji azadiyê ditirsin. Ji rizgarbûna ji serdestên xwe ditirsin. Ji ber ku bindest elimîne wê nasnameya serdestan ji bo wan reçete kirî. Ew nasname binhiş kirine. Freire dibêje divê bindest hemî kiryar û hizrên xwe bi awayek krîtîk binirxînin û xwe ji nasnameya serdestan li ser wan sepandiye xilas bikin. Û heger serdestek bixwaze alîkariya bindestan bike divê rêberiya bindestan qebûl bike. Divê pêşkêşiya wan neke. Ne welê be sîstema zordestiyê naherife. Li bin rêveberiya serdestekî ew sîstem dê her berdewam be.

Bi kurtasî em dikarin bibêjin wexta kesek alîkariyê dide mirovan divê mirov hizir neke gelo alîkarî çiqas mezin e an biçûk e. Divê mirov lê binêre ka berê alîkariyê bi kû ve ye. Li ser hûr bibe gelo ev alîkarî camêriya rastîn e an derewîn e. Yanî gelo li dijî wê sîstemê ye ku min hewcedarê wî dike, an jî dihêle ez ji wî û alîkariya wî rizgar bibim.

Ji bo agahiyên zêdetir:

Paulo Freire, Pedagogy of the Oppressed, 1970 [cited 2022 Mar 29]: https://envs.ucsc.edu/internships/internship-readings/freire-pedagogy-of-the-oppressed.pdf


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Dr. Tevfik Bayram, li Zanîngeha Montrealê (Kanada) li ser saxlemiya civakî doktorayê dike. Li Şirnexê hatiye dinê û xwendina xwe ya seretayî û nêvê li Şirnexê qedandiye. Paşê beşa bijîşkiyê û pisporiya saxlemiya civakî li Stembolê li zanîngeha Marmarayê qedandiye. Mastera xwe li ser saxlemiya civakî li Îsraîlê li zanîngeha Îbranî ya Orşelîmê kiriye. Teza xwe ya masterê li ser newekheviyên tenduristiyê di nêvbera cihûyên ortodoks, cihûyên sekûler û Ereban de nivîsiye, û teza xwe ya pisporiyê jî li ser xizmetên saxlemiyê yên jibo koçberan li Swîsreyê nivîsiye. Wî herwiha lêkolîn li ser Kurdên Tirkî nezanin jî kiriye ka çawa xwe digihînin xizmetên saxlemiyê. Lêkolînên wî li gelek kovarên zanistî yên sereke li cîhanê hatîne weşandin û li gelek kongreyan hatîne pêşkêşkirin. Wî di asta nêvneteweyî de gelek bûrs û xelat wergirtîne. Yek ji xebatên wî ko li ser zarokên xwîn dirije ser mejiyê wan bû 2019ê ji aliyê komeleya neştergerên mejî ve xelata lêkolîna salê ya herî baş li Tirkiyê standiye. Sala 2023yê jî li Kanadayê xelata Vanierê standiye ku bilindtirîn bûrsa hikûmeta Kanadayê ye. Ew bi gelemperî li ser saxlemiya civakên bindest dixebite û 5 zimanan dizane (Kurdî, Ingilîzî, Fransî, Tirkî, Farsî).

Te ev dîtıne?

Cîran

Fîlmê Mano Xelîl [1] ê metrajdirêj Neighbours [2] (2021), di Şeşemîn Festîvala

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman