Binxet-2012: Notên Fatma Savci

05/02/2026

05/02/2026

Şair nivîskar Fatma Savci sala 2012an, wan çaxên piştî koasa li Sûrîyê destpê kir eskerên Sûrî ji hêlên Kurdan vekişîyan, da çavnêrînên xwe yên ser wan hêlan binivîse defter û qelemên xwe rakirine û ji hêla Stockholm û Swêdê berê xwe daye herêma Hesekê.

Notên ku Fatma Savci li herêmê di neh-deh royan da nivîsîne, bûne kitaba navê wê Rojnivîska Rojava – Ber Bi Binxetê Ve. Weşanxaneya Avesta kitab, hema wê sala ew not hatine nivîsîn, di kategorîya Kitêbên Lezgîn da derxistiye. 

Tê bîra min dema va kitaba Fatma Savcı nû derketibû min çavek lêxistibû, lê detayên kitabê ji bîra min çûbûn. Loma Sibata 2026an ser rewşa dawî ya Sûrîyê min vekir careka din ew xwend, da were bîra min li wir di destpêkê da çi qewimî çi neqewimî.

Fatma Savci, ku ji Kurdên ji Tirkîyê ye, û di ser Îraqê ra derbazî hêla Sûrîyê bûye, berî her tiştî bi gumrukên her du hêlên wê Kurd êşîyaye. Li gor wê, jiber ku li her du hêlan jî kontrol di destê Kurdan da ye, lazim e di mabêna her du hêlan da qapîyê gumrukê tune be û şênîyên her du hêlan serbest herin werin. 

Lê ew serbestî heta niha jî xeyal e tenê, tenê xewna şairan e. Fatma Savci bi xwe jî da li hêla Kurdên Îraqê problem çênebe bi nav û nasnameyeka sexte derbazî hêla Sûrîyê bûye.

Seba rewşa dawî ya Kurdên Sûrîyê ji wan bipirse, Fatma Savci bi sîyasetvanên wekî Dr. Hemîd Derbendî, Ehmed Silêman, Siûd Mele û Îlham Ehmed ra danûstandin kirine. Îlham Ehmed wan salan bi navê Ronahî jî dihatiye naskirin, di kitabê da çend caran bi vî navî heye.

Fatma Savci xêncî şairî û nivîskarîya xwe mamosteya zimanê Kurdî ye û sebebeka vê serdana wê ya li herêma Hesekê rewşa dersan e: Li hêla Amûdê, Qamişlo, Dêrika Hemko û Dirbêsîyê kî bi kîjan kitaban çawa, bi çi şeklî dersên bi zimanê Kurdî dide Fatma Savci dixwaze bielime.

Di destpêkê da seba dersan mamosteyên Kampa Mexmûrê hatine destek dane Kurdên Sûrîyê. Berê, mamosteyan, mamosteyên bi herfên aramî-erebî mezin bûne elimandina herfên latînî û wan jî paşê bi wan herfan ders dane zarokan. 

Kitaba zimanê Kurdî,  ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bûye û fotokopîyên wê li mekteban hatine belakirin, lê vê kitabê tevî razîbûnê gazincek jî çêkiriye.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kitab seba kesên Kurdî nizanin û zimên nû dielimin hazir kiriye, lê Kurdên Sûrîyê zimên rind zanin, tenê xwendin û nivîsîna bi herfên Latînî tuneye.

Ketiye dersan, ders teqîb kirine Fatma Savci. Zarokan tim digotine, ‘’mealim’’, ‘’mealim’’, ‘’mealim’’an jî digotine ‘’ne mealim, mamoste, mamoste…’’ 

Fatma Savci bi mamosteyên Dêrika Hemko ra çûye seyraneka li ber Çemê Dicleyê jî. Dema otobus di ber Endîwerê ra derbaz bûye mamosteyan bi çepikan strana ‘’Endîwerê paytext e’’ gotiye, Meraq e, heq e, pirsîye Fatma Savci gotiye ‘’Yabo, bo çi paytext e ew Endîwer?’’

Bi gotina mamosteyan be, sedsala 20an wexta Sûrîye di bin hikûmdarîya Fransa da bûye, Dêrika Hemko gund bûye û Endîwer jî bajar. Qeymeqamê Fransî bi xwe li Endîwerê dimaye û bajar jî wer xweş kiriye wer xweş kiriye ku xelkê êdî jê ra gotiye Endîwer paytext e. 

Ji sibehan bi şiyarbûna bi dengê Feyrûzê heta vexwarina çayên wekî dims şêrîn, Fatma Savcı tevî gelek meseleyan barek notên enteresan girtine ser kultûra Kurdên Sûrîyê û cî bi cî, bi peyvên Erebî yên di zimanê wan Kurdan da naturelî li notên xwe reşandiye. 

Wê wan çaxan di çavên Kurdên Sûrîyê da him hîs û heyecana serketinê dîtiye, him jî tirs û îhtimala ketinê. 

Min pir dixwest ku ez çavnêrînên wê yên ser Kobanî û Efrînê jî bixwînim. Lê jiber şerê li Sûrîyê fersend bi dest Fatma Savci neketiye ew here wan bajaran.

Dema Fatma Savci ji Sûrîyeya bi şer vedigere Swêda bê şer dikeve ber pêla hîsên enteresan û ji deftera xwe ra dibêje: ‘’Û niha ez, di nava van her du cîhanan de, du perçe me..’’ Notên Fatma Savci notên sala 2012yan dimînin heta axirzemanan.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Omer Faruk Baran

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Weşana berê

Peymana nû ya Sûrîye û Rojavayê

Weşana paşê

Erdhêj û adem-î merkezîyet