Di rewşa îro de em xwe rizgar nekin em nikarin kesekî dî rizgar bikin? Di vê astê de tişta herî zêde em bikarin bikin ew e ku em nebin asteng bo kesên dî yên bindest. Ev ji bo me bes e. Bila em ne zalim bin û piştgirê zulmê bin, lê ka pêşiyê em xwe xilas bikin.
***
Azadiya erênî û azadiya neyînî du têgehên sereke yên felsefeya sîyasî ne ku bi taybet ji aliyê Isaiah Berlin ve hatîne pêşkêşkirin. Azadiya neyînî nebûna astengiyan e li dijî serbestiya mirovan. Azadiya erênî jî hebûna kontrola mirovan e li ser qedera wan. Yanî azadiya erênî û neyînî ne wek wateyên xwe yên rasterast baş an xirab in. Her yek perspektîfeka dî ya azadiyê nîşan dide.
Li gor têgeha azadiya neyînî, ji bo azadiya civakekê, divê astengiyên li ber kontrola wan a li ser jiyana wan bên rakirin. Yanî azadiya neyînî, nebûna desttêwerdan û sînordarkirinên derekî ye. Di meseleya kurdan de tê wateya nebûna zordestiyê. Yanî nebûna wan hêz û qanûnan in yên rê li ber pêkanîna daxwazên kurdan yên siyasî, aborî, çandî û hwd. digirin.
Azadiya erênî, lêbelê, derbarê hebûna kontrol û kapasîteya civakan de ye ka çawa li serê xwe biryaran didin û jiyana xwe bi rê ve dibin. Yanî azadiya erênî destnîşan dike ku azadiya rastîn ne tenê bi nebûna zordestiyê, lê bi hebûna hêz û derfetan pêk tê ku mirov jiyana xwe li gor nirx û bawerî û daxwazên xwe bi rê ve bibe. Di meseleya kurdan de ev tê wê wateyê ka heger kurd ji bin nîrê zordestiyê xilas bibin dê jiyaneka çawa hilbijêrin û civakeka çawa ava bikin. Bo mînak gelo kurd dê civakeka li ser esasê mafên takekesî û yeksaniyê ava bikin an jî civakekê li ser esasên dînî an fikreka felsefî filan û bêvan…
Li vê derê meseleyeka giring ew e ka gelo azadiya neyînî pêk neyê mûmkîn e azadiya erênî pêk bê? Yanî gelo kurd heta xwe ji bindestiyê xilas nekin dikarin civakeka bi dilê xwe ava bikin an na. Helbet bersiveka esasî jibo vê nîne. Lê li gor min gelek zehmet e mirov bikare jiyaneka li gor dilê xwe ava bike heta ku ji bindestiyê xilas nebe. Ji ber ku azadiya neyînî, berî her tiştî, ne rêyeka hilbijartinê ye, rêyeka mana li jiyanê ye. Yanî divê pêşiyê mirov li ser jiyanê bimîne heta mirov bikare jiyaneka li gor dilê xwe ava bike. Mirov ketibe teqnekê divê pêşiyê mirov xwe ji wê rizgar bike heta hizir bike ka gelo ez rengê şîn li xwe bikim an sor, ka ez pora xwe dirêj bikim an kurt. Mirovan pere nebe divê pêşiyê pereyan peyda bikin heta bêje ka ez ê sêvê bixwim an karçînê, ka ez ê qehwê vexwim an çayê. Yanî di bin tehdîdên zordestiyê an destwerdanên derve de, şiyana mirovan ya pêkanîna xwerêveberiyê sînordar e. Yanî, di konteksta kurdan de, divê pêşiyê kurd astengiyên li pêşiya xwe rakin, ji wê tirsa hebûn û nebûnê xilas bibin heta bikarin bêjin em filan şêwazê jiyanê dixwazin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Çima ez îro behsa vê meseleyê dikim? Ji ber ku em hê li wê astê ne ku me azadiya xwe ya neyînî berteref nekiriye, em hizra jiyaneka îdeal dikin, em daxwaza rizgariya kesên dî dikin. Îro em xilaskerên Filistînîyan in, duhî em xilaskerên hemî gelên Tirkîyê bûn, sibê em ê xilaskerên hemî Rojhilata Navîn bin. Bêguman piştgiriya bo hemî ketî û bindestan nirxekî esasî yê kurdan e. Kurdan hingî ji bindestiyê kêşane dixwazin ti kes li bin nîrê zordaran de nejîn. Lê heta em bikarin li gor vî nirxê xwe jiyanekê ava bikin divê em bi kêmasî bigihîn azadiya xwe ya neyînî, yanî em ji bin nîrê xelkê xilas bibin. Em bikarin biryarên xweser bidin.
Di rewşa îro de em xwe rizgar nekin em nikarin kesekî dî rizgar bikin? Di vê astê de tişta herî zêde em bikarin bikin ew e ku em nebin asteng bo kesên dî yên bindest. Ev ji bo me bes e. Bila em ne zalim bin û piştgirê zulmê bin, lê ka pêşiyê em xwe xilas bikin. Heger me xwe xilas kir û me jiyaneka li gor dilê xwe ava kir, û heger hêz û derfet jî ketin destên me hingê em ê cîhaneka li gor dilê xwe dîzayn bikin. Em ê hingê hemî ketî û bindestan xilas bikin. Lê heger me hê xwe xilas nekirî em enerjiya xwe li xilaskirina kesên dî xerc bikin em ne feydeyekê didin xwe ne jî didin wan.
Axirî, minaqeşeyeka felsefî ye ka gelo divê azadiya neyînî ji beriya ya erênî pêk bê yan na. Lê di meseleya kurdan de ez bawer im divê pêşiyê em xwe ji astengiyên ku dest û pêyên me girê didin xilas bibin. Piştî dest û lingên me vebûn em ê hingê biryarê bidin ka em ê destê kê bigirin û yê kê berdin, em ê bi wan destan dîlanê bigirin an şerî bikin, em ê bimeşin an birazên. Ka em pêşiyê li rêyekê bigerin xwe ji bend û zincîrên xwe xilas bikin.
Çavkanî
Berlin, I., 1969, ‘Two Concepts of Liberty’, in I. Berlin, Four Essays on Liberty, London: Oxford University Press: 118–72. New ed. in Berlin 2002: 166–217.
- Dr. Tevfik Bayram, li Zanîngeha Montrealê (Kanada) li ser saxlemiya civakî doktorayê dike. Li Şirnexê hatiye dinê û xwendina xwe ya seretayî û nêvê li Şirnexê qedandiye. Paşê beşa bijîşkiyê û pisporiya saxlemiya civakî li Stembolê li zanîngeha Marmarayê qedandiye. Mastera xwe li ser saxlemiya civakî li Îsraîlê li zanîngeha Îbranî ya Orşelîmê kiriye. Teza xwe ya masterê li ser newekheviyên tenduristiyê di nêvbera cihûyên ortodoks, cihûyên sekûler û Ereban de nivîsiye, û teza xwe ya pisporiyê jî li ser xizmetên saxlemiyê yên jibo koçberan li Swîsreyê nivîsiye. Wî herwiha lêkolîn li ser Kurdên Tirkî nezanin jî kiriye ka çawa xwe digihînin xizmetên saxlemiyê. Lêkolînên wî li gelek kovarên zanistî yên sereke li cîhanê hatîne weşandin û li gelek kongreyan hatîne pêşkêşkirin. Wî di asta nêvneteweyî de gelek bûrs û xelat wergirtîne. Yek ji xebatên wî ko li ser zarokên xwîn dirije ser mejiyê wan bû 2019ê ji aliyê komeleya neştergerên mejî ve xelata lêkolîna salê ya herî baş li Tirkiyê standiye. Sala 2023yê jî li Kanadayê xelata Vanierê standiye ku bilindtirîn bûrsa hikûmeta Kanadayê ye. Ew bi gelemperî li ser saxlemiya civakên bindest dixebite û 5 zimanan dizane (Kurdî, Ingilîzî, Fransî, Tirkî, Farsî).