Azad Barış: Hêviya kurdan ji partiyan nemaye!

Azad Barış: Hêviya kurdan ji partiyan nemaye!
Azad Barış: Hêviya kurdan ji partiyan nemaye!
Qesîm Etmanekî

Navenda raman û lêkolînan Spectrum House bi lêkolîna xwe ya meydanî ya bi navê Meyla Dengdêrên Kurd di Navbera du Hilbijartinan de (İki Seçim Arası Kürt Seçmen Eğilim Raporu) raportek belav kir.

Spectrum Houseê ev raporta xwe li 16 bajarên Bakurê Kurdistanê bi 1351 kesan bi awayekî rûbirû pêk aniye. Tîma xebat û lêkolîna raportê ji Zeki Gürür, Ebru Özdemir û Dr. Azad Barış ve pêk tê.

Di destpêka lêkolînê de tê destnîşankirin ku ev raport derbarê hilbijartinên herêmî yên ku dê 31ê Adara 2024an li Tirkiyeyê pêk bê, helwest û nêrînên dengdêrên kurd bipîvin li bajarên kurdan hatiye kirin.

Derbarê dane û encamên raporta berdest ya Spectrum Houseê de em li gel dîrektorê giştî yê Spectrum Houseê civaknas û lêkoler Azad Barış axivîn.

Dîrektorê girştî yê Spectrum Houseê Azad Barış

Ciwan biryara xwe li gor hêviyên xwe didin

Li gor encamên raportê ev yek aşkere dibe ku di hilbijartina dawî de ji %53.8ê beşdarên rapirsiyê ji ber serokê partiyan û dilsoziyê rayên xwe dane partiyan. Berovajiyê vê yekê ji %30.9ê beşdaran jî ji ber polîtîka û bernameya partiyan dengên xwe dane.

Grafîk, ji encamên rapirsiyê: Sedema herî giring a hilbijartina partiya ku we di hilbijartinên borî de deng dabû çi bû? Li gor gruba temenî.

Her wiha temenê beşdaran çiqas ciwan û navsere be biryar li gor bername û programan hatiye dayîn, lê belê berovajiyê vê temen çiqas ber bi jor ve be biryar li gor serokê/a partiyê û dilsoziyê hatiye dayîn: “Em dîbînin ku kesê ciwan gava ku biryara xwe didin, biryara xwe bêguman li gorî program, pêşeroj û projeksiyonên partiyan bi xwe didin; ka kî çi dixwaze, ew ê çi bikin, ew ê pêşerojê çawa ji wan re amade bikin, di hiş û ramanên wan de çi hene. Meriv dikare bibêje biryara xwe li ser hêviyên xwe didin. Lêbelê temenê kesên ji 35ê mezintir, van kesan zêdetir weke li ser esasên serokên partiyan an jî navên partiya, meriv dikare bibêje di tûrikên wan de, bi piranî îdeolojî heye, siyaset heye, sekinandineke wisa heye. Bi wê sedemê jî ji bona nifşê ciwan berî her tiştî erê sekinandinek heye baweriyek heye lê belê programa partiyan bi xwe wê çi bikin, biryara xwe di wê çerçoveyê de didin.”

Civaknas Azad Barış beyan dike ku di dayîna dengan de girêdana bi serok û partiyan mijareke giring e û vê yekê wan di xebatên xwe yên berê de jî tecrûbe kirine: “Xebatên berî niha mehekê ku di warê aşitiyê de lêkolîneke me hebû, me ew jî bi raya giştî re parve kiribû, di wira de jî me ev tişt didîtin; girêdan bi serokê partiyê ve an jî partiyê bi xwe ve, wek sedaqeta partiyê roleke mezintir digêre. Bi awayekî aşkere ku şaş neyê fêmkirin divê were gotin ku, di vir de du tiştên esasî hene; yek hêza kurdî ya modern a li Tirkiyeyê berpirsyariya kêşeya kurdan dike, weke partiya kurdan tê naskirin (her çiqas ne partiyeke kurdan jî be wisa tê naskirin) HDP bû an jî Partiya Çepên Kesk bû, aniha jî HEDEP e. A din jî AKP ye ku Recep Tayyip Erdoğan serkêşiyê wê dike. Serkêşên partiyan roleke mezin digêrin, di wê çarçoveyê de sedaqeta dengdana gel jî meriv dikare bibêje roleke mezin digêre.”

Demokrasî ji navê hatibû rakirin

Piştî hilbijartinên herêmî yê 2019an li gelek bajarên kurdan şaredarên HDPyê ji karên xwe hatin dûrxistin û ji wê rojê ve qeyûmên ku ji hêla dewletê ve hatine tayînkirin şaredariyan bi rê ve dibin.

Grafîk, ji encamên rapirsiyê: Hûn tayînkirina qeyûman çawa dinirxînin? Li gor tercîha partiyan.

Li gor encamên rapirsiyê dane raber dikin ku %80yî zêdetir alîgirên HDP, CHP û İYİ Partiyê ji vê biryarê nerazî ne û herwiha %40î zêdetir alîgirên Yeni Refahê jî di heman fikrê de ne.

Di vê mijarê de Azad Barış balê dikêşe ser prosesa hilbijartina 2018an û destnîşan dike ku ji ber şerê 2015an de li bajarên kurdan zirarekê mezin bi xwe re çêkiriye: “Bêguman hibijartina 2018an jî di nav şert û mercên xerab de çêbûbû. Ji ber ku 2015an de şerê bajaran dest pê kir, gelek bajarên kurdan hatin xerakirin û di wira de zexteke mezin gihişt xelkê, di 2016an de dest danîn ser îradeya gel û wê demê gelek tiştên dijî demokrasiyê çêbûn. Kesên ku bi îradeya gel hatibûn hilbijartin dewsa wana qeyûm hatin. Qeyûmê yekemîn gelekî giring e, ew birîneke gelek mezin ji bona demokrasiya Tirkiyeyê çêkiriye, ne tenê ji bona îradeya gelê kurd an jî kurdan bişikîne, gerek mere viya bide ber çavê xwe.”

“Şert û mercên wê demê gerek baş werin fêmkirin; şert û merc ne narîn bûn ku em bibêjin ji bona demokrasiyê bingeha wan hebû, na tune bû, demokrasî ji navê hatibû rakirin, zor û zext gelek mezin bûbû, bawerî jî gelek î şikestibû û di vê çerçoveyê de dest dan ser şaredariya ku ji aliyê gel de hatibûn hilbijartin. Ev birîneke gelek mezin çêkir. Me jî di xebata xwe ya berî vê de jî û di vê xebatê de jî spesîfîk em li ser sekînin ku gelo ka dengdar an alîgirên partiyan çi dibêjin.”

Dînamîkên siyasetê êdî hatine guhertin

Encamên rapirsiyê raber dikin ku tenê ji %21.4ê beşdaran ji bo hilbijartina 2024an ya herêmî, dixwazin di çareserkirina kêşeya kurdan û mafên zimanî de, partî xwedî helwest bin. Lê piraniya beşdarên rapirsiyê hêviya jiyaneka rihettir û li benda geşepêdanên başkirina aboriyê ne.

Grafîk, ji encamên rapirsiyê: Bi dîtina we divê di hilbijartinên herêmî de qada siyaseta sereke ya partiyan çi be?

Derbarê vê yekê de Azad Barış balê dikêşe ser hilbijartinên 14 û 28ê Gulana 2023yan û ew destnîşan dike ku dengdêrên kurd ji encamên heyî ne kêfxweş in û ev yek bûye sedem ku girse hêviya xwe ji partiyan qut bikin: “Di raporê de tê dîtin ku kurd ji encamên hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê de hatin çêkirin qe ne memnûn bûn. Hêviya kurdan CHP jî têda, ji partiyên hikûmetê şikestiye. Bi taybetî hilbijêrên HDP û CHPyê yên kurd ku ji encama wan ne memnûn bûn di vê xebatê de derket holê ku hêviya wan êdî ji partiyan pir nemaye.”

Azad Barış herwiha destnîşan dike ku “Ji %21ê beşdaran kêşeya kurdan wekî pirsgirêkeke girseyî dibînin. Lê belê berî her tiştî dibêje gava di warê siyasetê de an jî polîtîkayê de, gere zêdetir li ser şert û mercên ekonomiyê werin sekinandin. Ji ber ku birçîbûnek gelek mezin çêbûye, feqîrbûnek gelek mezin çêbûye, şikayetên gelek mezin hene, berî her tiştî bandor xwe dide li ser herêmê. Ev siyaseta ku aniha, çiqasî Erdoğan bi serketibe jî opozisyon têk jî çûbe, HDPyê jî hinek xwîn ji dest dabe jî lê aliyê dî ve jî em baş dizanin û siyaseta Tirkiyeyê jî gelek baş dizane di encamên hilbijartina bihurî de AKPyî bi xwe jî ne memnûn in. Ne ji encama hilbijartinê ji encamên siyasetê gelekî şikayet hene. Em vana gelek dibînin, ji ber vê sedemê jî rapora me bi xwe diyar dike ku kesên ku berê neçûne li ser sindoqa jî, ne ji ber ku hêviya wan tunebûn an jî partiyekî li gorî rengê xwe nedîtibûn, na, evên ku êdî hêviya wan bi tevahî şikestiye, ji siyasetê nemaye, depolîtîzasyonê dest pê kiriye. Em dibînin ku dînamîkên siyasetê êdî hatine guhertin, gerek viya her partî jî li ber çavê xwe bigire, ev rastiyeke nû ye.”

Botan Times sitesinden daha fazla şey keşfedin

Okumaya devam etmek ve tüm arşive erişim kazanmak için hemen abone olun.

Okumaya devam et