76emîn Festîvala Fîlman a Cannesê ku îsal li bajarê Cannesê yê Fransayê hat lidarxistin, bi merasîmekê bi dawî bû.
Di Festîvalê da fîlm û lîstikvanên herî baş hatin xelatkirin. Lîstikvan Merve Dîzdara ku di fîlmê Nuri Bilge Ceylanî da list xelata Lîstikvana Herî Baş a Jin girt.
Dizdarê xelata xwe diyarîyê jinên têdikoşin kir.
“Ez xelata xwe diyarîyê hemû xwişkên xwe yên ku çi dibe bila bibe dest ji hêviyê bernadin û diyarî hemû rihên têkoşer ê ku li Tirkiyeyê li benda rojên xweş in dikim.”
Merve Dîzdar
Lîsteya xelat û xelathilgiran wiha ne:
– Palmiyeya Zêrîn, Fîlma Herî Baş: Justine Triet (Bi fîlmê “Anatomy of a Fall” girt)
– Xelata Mezin a Festîvalê: The Zone of Intenest (Derhêner Jonathan Glazer)
– Xelata Derhênerê Herî Baş: Tran Anh Hung (Bi fîlmê The Pot-au-Feu)
– Xelata Lîstikvanê Herî Baş ê Mêr: Koji Yakusho (Bi rola di fîlmê Perfect Days de)
– Xelata Lîstikvana Herî Baş a Jin: Merve Dizdar (Bi rola di “Kuru Otlar Ustune” de)
– Senaryoya Herî Baş: Kore-eda Hirokazu (Kaibutsu)
– Kameraya Herî Serketî: Pham Thien An (bi fîlmê xwe “Inside the Yellow Cocoon Shell”)
– Xelata Taybet a Juriyê: Fallen Leaves (derhêner Aki Kaurismaki)
– Kurtefîlmê Herî Baş: 27 (derhêner Flora Anna Buda)