Weşanxaneya Zîzê dest bi weşanê kiriye

Weşanxaneya  Zîzê dest bi weşanê kiriye
Weşanxaneya  Zîzê dest bi weşanê kiriye
Botan Times

Weşanxanek nû li weşanxaneyên kurdî zêde bû.

Weşanxaneya Zîzê li ser hesaba xwe ya Xê ( Twitterê) eşkere kir ku wan dest bi weşanê kirine.

Ew di daxuyaniya xwe da dibêjin;

“Ji bo xatirê wêjeyek tenê bi kurdî û berhemên li kurdî bên wergerandin. Ji bo her berhemek bi edîtoriyeke rast,bi heq û heqdest bi tera xwe bê nasandin û çapkirin. Da ku kurdî li zimanên dinyayê bê wergerandin cehd bikin û hewil bidin bixebitin û nesekinin. Me qadeka nû vekir, me Zîzê avakir”