Weqfa Mezopotamyayê dê perwerdeya Termên Hiqûqê bide

19/11/2024

Weqfa Mezopotamyayê dê perwerdeya termên hiqûqê bide.

Weqfa Mezopotamyayê li ser hesaba xwe ya Xê da zanîn ku ew dê dersên perwerdeya termên hiqûqê bide.

Armanca vê xebatê

Di van salên dawî da, her ku diçe giringîya perwerdeya zanista hiqûqê ya bi zimanê kurdî zêdetir dibe. Perwerdeyeka bi wî awayî, dikare bingeha hiqûqî ya pisporên wê şaxa zanistê xurttir bike û dê ew pispor bikarin rêzik û binemayên qanûnê bi zimanê xwe yê zikmakî nîqaş bikin. Ji bo vê çendê jî, Weqfa Mezopotamyayê kurseka onlayn ya perwerdeya termên hiqûqê li dar dixe.

Kursa perwerdeya termên hiqûqê ne tenê xebateka zimanî ye, herweha gavek giring e ji bo xurtkirina hişmendî û ramanwerîya hiqûqî.

Em dê di heyama perwerdeyê da li ser têgihên sereke yên sê şaxên hiqûqê bisekinin ku Hiqûqa Qanûna Bingehîn, Hiqûqa Girêbestan û Hiqûqa Sizayî ne. Kurs dê sê mehan (kanûna pêşîn, kanûna paşîn, sibat) berdewam bike. Ders dê rojên sêşem û înê bên dayîn. Maweya her dersekê du saet in.

Hemû ders dê bi rêya Zoomê bên dayîn û kontenjana kursê bi 30 kesî sînorkirî ye.

Şert û Mercên Serlêdanê

Roja dawî ya serlêdanê: 25.11.2024

Kesên ku hatine qebûlkirin yan jî nehatine qebûlkirin, dê 28.11.2024an bên agahdarkirin.

Ders dê 03.12.2024an dest pê bikin û dê 28.02.2025an bi dawî bibin (bi giştî 48 ders).

Zimanê perwerdeyê bi kurdîya kurmancî ye û kesên ku ji bo kursê serlêdanê dikin jî divê kurdî baş bizanin.

Ji bo mafê wergirtina sertîfîkayê, divê kursîyer bi kêmanî beşdarî ji sedî heştêyê (%80) dersan bibin.

Kurs bêpere ye.

Lînka Serlêdanê

https://twitter.com/wmezopotamyaye/status/1858597102978306295

Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên

Notên Hefteyê: Here here hindî tu çûyî!

I. Befr/Berf Vê hefteya borî befir/berfa ewil ya demsalê barî şikir. Dibejin