Vîdeoya Kiliçdaroglu ji alîyê 100 mîlyon kesan ve hatiye temaşekirin

Serokê Giştî yê CHPyê û Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Miletî, Kemal Kiliçdaroglu berîya çend rojan bi ser navê ‘Elewî’ vîdeoyeke weşandibû.

Videoya ku Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê weşand di 3 rojan da ji aliyê 100 mîlyon kesan ve hate dîtin.

Vîdeo di 19ê Nîsanê da saet 21.30an hat weşandin. Di 3 rojan da 74,4 hezar retweet hatiye kirin, 20 hezar gotin û 457 hezar kesan vîdeoyê ecibandine.

Bi tevahî hejmara kesên vîdeoyê temaşe kirine 100 mîlyonan derbas kiriye.