Trump: Heke Kamala Harris bi serket dê me tevlî şerê cîhanê bike

28/10/2024

Serokê berê yê Amerîkayê di mîtîngeka xwe da, li Pensîlvanyayê tîne ziman ku Heke Kamala Harris bi serket dê me tevlî Şerê Cîhanê yê Sêyem bike.

Li Amerîkayê dê 5ê Çirîya Paşîn hilbijartinên serokîyê bên kirin.

Her ku hilbijartin nêzîktir dibin her du namzet zêdetir rexneyan li hev dikin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Trump her wiha angaşt kir ku Harris nikare bi kesên wekî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Çînê Şi Cinping re derxe serî.

Donald Trump got, “Cîhan ti demê evqasî nêzîkî şerekî golabal nebûbû” û soz da ku eger ew bibe serok dê xwe ji ber şer bide alî û li pey çû:

“Eger Harris bibe serok ev tê wateya ku li ser jîyanan bi milyonan kesan bi qumarê tê lîstin.

Harris ew qasî bi kêr nayê ku nikare karê jî xweşik bike û ji ber vê jî dê teqez me tev li Şerê Cîhanê yê Sêyem bike.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Hikayeta Heywanan (1) Morî — Morîyan 50 milyon salan berî mirovan çandinî kirine

Weşana paşê

Şikefta Şanederê: Aliyên Sosyolojîk ên Neandertalan û Nîşaneyên Hevgirtina Civakî