The Wild Bunch û behsa qaçaxan

Lê meseleya qaçaxên ku li devera xwe nîzameke din digerandin tûşî pêlvedana serdema modern a teknîka rê û trênê û tiştên din tên. Di wan deman da herhal pevçûnên axir rû didin û hemû tişt êdî dibe qal û behsên hikayetan.

***

The Wild Bunch (Cerda Hov, 1969), fîlmeke Amerîkan e, ku derhêneriya wê Sam Peckinpah kiriye. Di fîlmê da kesên wekî William Holden, Ernest Borgnine, Robert Ryan, Ben Johnson û Warren Oates cî digirin. Ew fîlma western  karakterên wê wekî reng û rûçikên dewrekî balkêş in. Ji vê qal û behsê metleba me ew e ku em piçekî behsa reng û rûçikên hikayetên qaçaxan bikin, çawa ku Borges li pey tiştên wisa jî diket.

Posterek ji fîlma The Wild Bunch

 Fîlm xwe dispêre hikayeteke sala 1913an, ku li ser sînorê Amerîka û Meksîkayê cerd û nijdevaniya çend komên qaçaxan rû dide. Wê fîlmê heyamek û hikayetek aniye ser perdeyê. Berî ku em xeberdana xwe piçekî ber bi qaçaxên  di nava Kurdan da bibin, vêya jî meriv qal bike baş e ku The Wild Bunch, di sala 1999an da ji hêla Kitêbxaneya Kongreyê va, ji bo Arşîva Neteweyî ya Fîlman a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, wekî “ji hêla kulturel, tarîxî û estetîk va giring” hatiye jibartin [1].

Ev fîlma navborî, behsa heyamekê dike, ew nijdevan û cerdên ji wextekî berî xwe pê va bi serê xwe jiyane, heta ku pergaleke din tê, dikeve qada wan û ew kesên ku tivinga wan di milan da, qirmeya wan di ber da û li hespê xwe siyar, gelek caran jî di cerd û cûrdê da bi talanan malik li hinekan xirab kirine. Lê wekî rêya hesin, îstasyon, sînor û eskerên nîzamî tên, êdî ew dibin qaçax û bi nîzama teze ra ava wan di cewekî da naçe.

Qaçaxên ku li gelek deverên dinê jî rastî zemanekî wisa dihatin ku dewlet bi rê, esker, qanûn û nîzama xwe hêdî hêdî berbelav dibû, êdî meseleyên qaçaxan jî dibûne fenomen û rastiyeke civakî, lê  helbet ji berê van meseleyên qaçaxan, yên merivên asê û rêbirr, nijdevanan her hebûn.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Di fîlmê da, yanî  di The Wild Bunchê da jî sehne hene ku şer  hovane û bi xwîn in. Piştî gelek şerên cerdê ku di xwînê da vedigepiçîn, ew cerda ku kesekî bi navê Pike serkarî li wan dikir, diçin di nava nîzamiya Meksîkiyan da qederekê dimînin û piştî şerekî çetin û bixwîn, gişk têne kuştinê. Ew cerda din ya kesê bi navê Deke Thornton serekê wan bû, ku zemanekî bi Pike ra tevayî kar kiribûn. Lê  berî  wê ku Pike cerdbaşî bû, di ser bajarokekî dewletê de girtibûn, bajarê San  Rafael ew dera ku mîraseke xwe ya Ispanyayî hebû. Hatibûn ku zêrên li wir talan bikin, lê ji wan ra li hev nayê, dibe şer û xirtoşe. Paşê wê derê êdî agirdûdayî dikin û pe’nî dikin, diçine besteke ku kelefeyên wê bibûne ciyê kundê dêran, berî ku ew kalê hevalên wan î devkerxot î yeman î rovî li wan derkeve, pê hesiyan ku hatine xapandin, bi tenê çend polik û heleqên paxir talan kiribûn. Ji wê hingê Deke wekî bi rêveberê wî bajarokî pev ketibûn ku ew cezayê hepsê yê ku li wî hatibû birrîn, a bona wê yekê, ew ê li pey cerda Pike bikeve û wana bi isûlekê êdî bigire yan belkî bikuje da ku ji hepsê xilas bibe. Lê piştî gelek seferên zor û zehmet, berî ku ew Pike û wana bigire û bîne, ew hevalê wî yê zemanekî ku di fîlmê de jî nîşan dide ka çawa hê niha jî di nava wan da huqûqeke wan a mêrxasiyê heye. Deke, li pey wan dikeve, lê bi kulhalekî heta xwe bi wan ra digihîne, ew tev di gulleyan da xişibandibûn û li wê derkê gever kiribûn. Lê piştî ku Pike û wana gişk  têne kuştin, Deke gava diçe ser cinazeyê wî,  ew qirmeya Pike ya ku nas dikir ji wî ra dimîne, qirmeyê hildide dike ber xwe, wekî yadgara ku mêrên bi şertê xwe bûne.

Cemîloyê Pîlekî qaçaxekî navdar bû, wekî behs dikirin di salên 1960î û 70î da li devera Giyadînê dihate naskirin.  Kesekî behsa kuştina wî dikir; Cemîloyê Pîlekî qaçax bû ku havînekî li nava zozanên mala Îso da bû. Yê behs dikir, malên wan jî wê salê wekî nas û xilamiyên wan li Eledaxê, li Zozanên Hoqlaqelesîyê danîbûne. Behsa kuştina wî qaçaxî bi xwe êdî hikayet bû; rokî hê sibe  zelal nebûbû, wê sibeya zû mijeke tîr li nava konan hebû, eskeriya ku hê tarî bû, hatibû û bi ser konan da girtibû, Cemîlo yî ku zû pê dihese, radibe wekî qeleçe xwe diavêje ber zindarekî û heta fîşengên wî hebûne şer kiriye, lê paşê hatiye kuştin. Piştî wî şerê serdagirtinê, ku digot cinazeyê wî pişt lê şikestiye û wisa dane ser pişta hespekî û birine. Lê kesekî dinê jî ew kuştin bi şiklekî ku li dereke din be behs dikir. Dibe ew hikayet paşê tevlihev jî bûbin yan jî ji eynî qewamê cûreyên vegotinê fireh kiribin!

Em werine ser babeta qaçaxên di nava Kurdan da, ku Pike Bishop (William Holden) dişibînime Cemîloyê Pîlekî. Cemîlo jî bi eskeriyê ra şer kir, Roma Reş jî eynî Amerîkayê yan leşkerkêşiya hov a wê demê bû, lê îcar helbet fîlm li ser sînorê Meksîkayê wan deran derbas dibe.  Li vî aliyî jî sînorê îran û tûranê di heyama teze da ku dewletan nîzama modern danîn, ew sînor bûne qeyd û bend li ber wan qaçaxan jî. Ciyên xewle û aza zozanên bilindcî bûn yeqîn ku ji hêwra pergala dewletê dûr bûn. Helbet êl û eşîran ji bo şerên xwe yên navxweyî car hebû qaçax ji bo piştmêriyê xweyî dikirin, car hebû neyartî dibû reşê şevê û hinek di reşkujiyê da diçûn.

Du qaçaxên din jî hebûn di zemanê Cemîlo de, li mintiqeya Giyadînê, yek ji wan Mihemedoyê Pîlekî û yê din jî Şamo bû. Qey dibêm Şamo dişibe Deke Thornton (Robert Ryan), hema reng û rûçikê hev da bin ku şexsiyet û lebata wan jî wekî li hev çûbe û meriv bişibîne hev. Deke, kesekî giran û wisa jî gulleya wî li erdê nediket, her wisa şêl û mêleke wî ya nerm hebû, lê hem zeman yeman bû jî.

Deke Thornton (Robert Ryan)

Hikayeta qaçaxên wekî Mihemedê Pîlekî û ya Şamo jî waha dibêjin yên neql kirine: rokî li tanga rasta devê Çemê Mûradê rastî hev tên, berê gotine ku Mihemedê Pîlekî qaçaxekî ‘eqsî û nebaş bûye û li pey Şamo geriyaye ku bikuje. Wê demê qadên qaçaxan hebûne ku di nava kîjan êl û qebîleyê de hêwirîne û ‘eşîran ji bo neyartiya li ser erd û merrayan, qaçax bi nan û av kirine. Îja dibêjin Şamo gotiye, wexta ez rastî Mihemedo hatim, ruh ji min kişiya, li ser hespê req bûm, hema tenê fîşengek di tivinga min da hebû. Mihemedo gotiye, ez li esmanan li te digeriyam lê  tu li erdê rastî min hatî, lê heyfa fîşenga min e, ka tivinga xwe bide min, ez ê bi wê te bikujim! Dibêjin Şamo gotiye ez di xwehê da bûme av, min tivinga ku fîşeng li ber bû wekî destê min nêzîkê tetikê be, min bi tirsetirs tiving dirêjî wî kir ku ew li bendê bû tivingê bidime wî. Şamo wexta  tîne ku tivingê wekî  dirêjî wî bike, fesalê lê tîne, tetikê dikişîne, ring berdidê. Mihemedo li ser hespê waldigere, dikeve erdê, berî can bide, dibêje, min ê te bikuşta lê çi bikî, te ez kuştim.

Kesekî dinê jî bi awayekî din behsa wê heman rasthatinê dikir ku qaçaxekî din jî li cem Şamo hebûye wexta ku jê ra li hev tê, lê dixe Mihemedo li wirka ji ser hespê hot dike! Lê her carê wexta vegêrr behsa wan qewaman dike bi qaydeyê xwe û hest û nesta xwe tev lê dikin, jixwe edebiyat û hikayetbêjî ma tiştekî wisa nîne, heta wekî vegêrr bi qewlê Roland Barthes va nivîskar di behsê da êdî mirî ye. Wek mînak; rojeke havînê ku esmanê wê sayî, erdekî mêrgên li rasta ber devê Çemê Mûradê ku ava wê di nava xişrên li ber dehlê dike xuşexuş, xêncî kelegermê û xweha hesp û siyaran dengê çend mozên beyanî dike vingîn yên ku li hespan bûne qotan û dilê du siyarên li  wê gav û qasa li ber sînorê mirina yekî ji wan bi zerb lê dide.

Xeyalkarî ji çend nimûneyan tarîxê restore dike, edebiyat şayed ew e ku tarîxa piçûk vedikole û disêwirîne. Belkî tiştekî wisa bû ku Fernand Braudel şêwazeke nû ji bo tarîxnasiyê dest xist.   Helbet ev behsên qaçaxan niha êdî bûne qal û behsên nixumandî ku belkî bi awayekî Borgesvarî bibine çîrokên ku rastî û îhtîmal li hev dipiçikin! Hikayeta Bill Harrigan a Borges di Historia Universal de la Infamia (Tarîxa Unîversal a ‘Adîtiyê) da behs dikir [2] dîsa li ser sînorê Meksîkayê wan deran e ku ciyê zebta nîzamê hê lê tune. Borges behsa hîlekarî û yemanbûna paşxaneya wî karakterê çîrokê dikir ku eva tarîxa piçûk e belkî! Erê, hinek qaçax jî mêrkuj û talankar bûn, lê hîle bi xwe hê ji roja roj di nîzama dewletan da nixumandî hebû.

Ça’ ku The Wild Bunch wekî fîlmeke hikayeta zemanekî hov be jî, qeyd û qûyd kiriye û nîşan daye, lê belê li ser zemînê Kurdistanê fîlma wan qaçaxan nehatiye kişandin tevî ku hikayetên wan zehf in jî. Fîlmek dibe ku şiklekî hikayetê ye, lê ew hikayetên  hatine gotin heke bi edebî werine nivîsîn bi wan rû û rûçik û şexsiyeta xwe ya ecêb va wekî tîp di edebiyata miletan da jî berceste dibin. Îcar ew Pikeyê di fîlmê da rengekî gundiyekî me jî pê diket; Cimoyê Beko. Li wêneyê jêrê tenê şewqeyê Cimo cihê ye, lê bi qasî fotêrê wî mezin bû.

Pike Bishop (William Holden)

Min bi xwe zehf caran bala xwe dabû reng û rûçikê Cimo; îlam ew çavên sût, ew rûyê sor ê gizirî, ew simbêla wî, ew kenên wî ye tê da fêl û tinazî û heta safbûneke zemanê xwe yî veşartî tê da hebû, a di wan kenên Cimoyê Beko yê rehmetî da! Rabûn û rûniştandina wan, kinc û halê wan, her çi bûna jî rola wan, baweriya wan bû. Lê axirî belavbûnên merkezî li dinyayê geriyan û bi zorê rûniştin û êdî însan bêyî ku reng û rûçik û şexsiyeta xwe biparêzin bûne eynî hev! Ku bûne eynî hev êdî çîrok û hikayeta wan jî nema û bû pirrr û pûç! Loma her çend ew fîlma  ku tê de şerûdî û hovîtî heye, rexne lê hatine kirin jî, bo ku demekî nîşan dide û qismekî rastiyê bû, niha wekî mîrat lê tê mêzekirin.

Hinekî cihê ji behs û babeta li jorê, di kitêba Ahmedê Mirazî [3] da behsa sê qaçaxên birayê hev tê kirin, Lawêd Elîyê Têlîyê, ku ew sê qaçax ji ber xerc û xeracên dewletê, wê hingê Osmanî bû, zilma zabitan, ku yekî ji wan lê dabû zabit kuştibû, piştî qewaman êdî mecbûr bibûne qaçax. Ew cûre qaçax jî  hebûn ku li ber zilmê û neheqiyê serî radikirin. Di edebiyata cîhanê da û di sînemayê da jî ew qehremanên civakê ne ku car heye bûne hêz û sebeba pêleke edaletxwaz.

Mesela rêya hesin, ku  jê ra rêya maşînê jî digotin, ji wexta Ûris mabû û ji Bayîzdê dihat di rasta Misûnê ra, di pişt Giyadînê ra diçû. Bedoyê Xelesinî, wê dema cerd û cûrdê, wekî bi xwe jî diçû cerdê û ji sînorê Îranê revo dianîn, bi ser trêna posteya Ûris da digire. Bi texmînî ew di dora salên 1890-1900an da û bi kurê xwe va tev têne kuştin, çimkî tiving di destê yên di trênê da hebûye. Di heyna wî da kesekî nijdevan dîsa hebûye Bedoyê Qerrase ku ev herduyên han li ser talanan di lecê da bûne, wekî qiseta serê du beranan di dîzekî da nakele.

Ew hikayet hê ber bi tarîxên wêdatir diçin, wekî kalemêrekî behs dikir, Kela Koço ya ku nêzîkî Giyadînê ye, wextekî şûnwarê cerdekî bûye, ji karwanên ku di wir ra derbas bibûna, diçûne ser wan û ew dişêlandin.

Lê meseleya qaçaxên ku li devera xwe nîzameke din digerandin tûşî pêlvedana serdema modern a teknîka rê û trênê û tiştên din tên. Di wan deman da herhal pevçûnên axir rû didin û hemû tişt êdî dibe qal û behsên hikayetan. Piştî wî jî neslên din ketine nava qeyd û bendên hesinan û hesaran ku me li jorê piçekî qal kir.

Trên/Rêya Hesinî, li devera Bazîdê

 Ew fotrafê Rêya Hesin ya li devera Bazîdê dişibe wî dîmenê fîlma bi navê Once Upon a Time in the West, (Wextekî Li Roavayê, 1969), di wê da jî babet û hikayet hatina rêya hesinî bû, lê îcar pevçûn û lecên li ser nîzama teze bû. Helbet tarîxa her deverê di nava mercên xwe da tê ravekirin.

Dîmenek ji fîlma Once Upon a Time in the West, (1969)

Axirî, hal û made aha, metleba me bi servabûna hikayetan bû, yên ku li ber bayê zeman dipişirin û feramûş dibin!

Çavkanî:

[1] Bo hûrgiliyan, binêrin: https://en.m.wikipedia.org/wiki/The_Wild_Bunch

[2] Jorge Luis Borges, Alçaklığın Evrensel Tarih (Historia Universal de la Infamia – Tarîxa Unîversal ya ‘Adîtiyê), İletişim Yayınları, İstanbul, 2019.

[3] Ahmedê Mirazî, Bîranînêd Min, Weşanên Deng, Stenbol, 1997.

Nivîskar/rojnameger
Rizgar Elegez
Şa’ir û nivîskar, di Tebaxa sala 1984an da li gundê Bazirganê yê bi ser navçeya Giyadînê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya fermî li ser perwerde û sosyolojiyê heta masterê temam kir. Çend salan mamostetî kir û paşê îstifa kir.

Wekî pêşnivîskarî di sala 2011an di kovara W û Çirûskê da bi navê Hêvî Ronî, kurteçîrok, û derbarê kesên wekî Saint Simon û A. Gramsci da û der barê Dibistana Frankfurtê da nivîsî.

Heta niha di gellek kovarên Kurdî da şi’irên wî û çend kurteçîrokên wî hatine weşandin. Berhema wî ya bi navê Havîna Li Serfêza Behrê di sala 2018an da di beşa şi’irê da Xelata Edebiyatê ya Ehmedê Xanî wergirt. Edîtoriya çend kitêbên Kurdî kir. Di kovarên edebî de wergerên wî ji Amy Lowell, Sara Teasdale, Robert Frost çap û belav bûn.

Berhemên wî yên çapbûyî:

Hibra Sor, helbest, Lîs, 2015.

Havîna Li Serfêza Behrê, helbest, Dara, 2018.

Xunçeyên Heyamê, helbest, Avesta, 2020.

Werger:

Hawar, Ehlam Mensûr, vegotin, Avesta, 2022.