Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Strana nû ya hunermend Rewşan “Mala Te li Kêrê ye” hat weşandin

01/09/2023

Strana nû ya hunermend Rewşan ‘Mala Te li Kêrê ye’ li ser hemû platformên dijîtalê hat weşandin.

Van salên dawî xebatên Rewşan ku di kategoriya world musikê da amade dike, ji alîyê guhdaran ve gelekî tê hezkirin. Hûnermend vê carê bi straneke nû ya evînê, bi şêwaza poprock & funk silavê dide guhdarên xwe.

Bi performansa xwe ya serkeftî ya li ser dikê û bi dengê xwe yê hestiyar Rewşan, him li welat him jî li Ewropayê konseran dide.

MALA TE LI KÊRÊ YE

Gotin: Dr. Ebdurahman Haji, Rewşan

Music: Dr. Ebdurahman Haji

Arrangement: Hakan Gürbüz

Hilberîner: Rewşan

Gitara Elektrik: Cenk Erdoğan

Strings: İstanbul Strings

Dehol: Ediz Hafızoğlu

Bas Gitar&E. Solo Gitar: Hakan Gürbüz

Gitara Akustik & Percussion & Keyboard: Hakan Gürbüz

Vokala Paş: Rewşan

Mix&Mastering: Emre Nişancı

Styling: Ezgi Öztürk

Makyaj: Aynur Kabak

Por: Mutlu Ahmet Sinan

Menager: Gökhan Daştan

Fotografkêş: Fatma Jiyan Karaboğa

Berg: Rewşan

Wergêra Îngilizî: Roza Çeliker

Belavkirina Dijîtalê: Believe

Rewşan kî ye?

Rewşan li Stenbolê Hûnerên Spehî ya Perayê beşa keman û viyolayê qedandiye, di heman demê de ji zanîngeha Enqerê beşa psîkolojî û zanîngeha Bahçeşehîrê lîstikvaniyê mezûn bûye. Ji bilî xebatên xwe yên muzîkê, belgefîlma “Dengên Bakur” ku li ser wêjeya devkî ya Kurdî û bîra çandî bû, amade û pêşkeş kir.  “Ax Lê Wesê”, “Tov”, “Live Session Vol’1”  û gelek singlên wê di kategoriya prograssive folkê da xebatên gelek serkeftî hat dîtin. Hunermend Rewşan, yek ji avakar û endama Orkestraya Stenbolê ya Mûzîka Fîlman e û ew li welat û li dervayî welat bi awayekî serketî konserên xwe didomîne. 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan