Şîroveya rojnamegerîya Celadet Alî Bedirxanî

  • 30/11/2022
Şîroveya rojnamegerîya Celadet Alî Bedirxanî
Murat Bayram Fotoğrafı

Murat Bayram

30/11/2022

Belkî we jî ferq kiribe ku di logoya Botan Internationalê û Botan Timesê de du tişt hene.

Yek: Ejderhayê Smeîl Ebûlîzê Cizîrî ye ku wî di tarîxa mirovatîyê de cara pêşiyê robotên sîbernîtîk çêkirine û em jî xwe wek mîratxwerên wê zanîna qedîm dibînin.

Du : Destnîşana Celadet Alî Bedirxanî ye ku wî wek logo li ser Hawar û Ronahîyê daniye. Rojnamegerîya Kurdî sala 1898ê bi rojnameya Kurdistanê dest pê kiriye û li gor qinaeta min rojnamegerîya kurdî ya modern bi Ronahîyê dest pê kiriye. Em xwe wek mîratxwerê wê paşxaneyê dibînin.

Îro ez ê hewil bidim rojnamegerîya ji beriya 80 salan (1942) ya Celadet Alî Bedirxanî bi perspektîfa dersên ji Zanîngeha Oxfordê û Akademîya Fransayê hîn bûyîm û teknîkên me li The New Yok Times, The Guardian, MEE û DWyê bi kar anîn şîrove bikim.

BALAFIRVAN
(Kovara Ronahîyê, Jimara 1ê, Nîsan 1942)

Di şerê Lîbyayê de pişti ko eleman di dora Xezalê de sekinîne şerê balafiran xurt bûye. Her du alî bi balafiran li wargehên hev didin.

Hook/Şewk:

Di hevoka pêşiyê de bi “hook“ê yanî bi şewkê dest pê kiriye. Şewk çawa ku çingalek e ku masîyan digire û nahêle biçe, divê çîroka nûçeyê jî agahîya herî qîmetbilind di hevoka yekê de bide û wê bike şewk. Di hevokê de “şerê balafiran xurt bûye!” şewk e. Yanî di rewşa heyî ya şerî de guherîna herî berbiçav ew e.

Ka 3Ç1L1K? Çima ew nînin?

Ew fikra ku dîyar dike “divê nûçeyek bi bersiva Çi, Çima, Çawa, Li Kû, Kengê û Kî (3Ç1L1K) dest pê bike” pêşiyê li Amerîkayê dest pê kiriye. Paşê li destpêka 1700ê bi pêşengîya rojnamegerê nivîskar Daniel Defoeyî ew fikir şikest. Fikra “Nûçe-çîrokan” bi ser ket. Rojnamegerî û edebiyat bi hev re bilind bûn. Wê nûçegihanîya bi 3Ç1L1K dest pê dike ez di ti rojnameyên ingilîzî-ziman de nabînim. Di ajansan de heye lê ne trend e. Heke Celadetî bi vî şêweyê 3Ç1L1Kyê binivîsîya dê bigota: “Balafirên ingilîzan li Xezalê li leşkerên elman da! Dê bêçîrok, bêrih û bêtesîr ba.

Medyatîv û rewş-bêjî

Celadet li şûna binivîseşerê balafiran xurt nivîsîye “şerê balafiran xurt bûye.” Bêguman li ser vê yekê yanî medyatîvê zimannasan gelek tişt nivîsîne û îzaha zimannasîyê heye. Heta ku Dr. Îbrahîm Seydo Aydoganî ev ders li Botan Internationalê dabû. Lê şîroveya min dê ji paşxaneya rojnamegerîya edebî be. Rojnamegerîya edebî rewşbêj e ne kêlî-bêj e. Yanî behsa kêlîya balafirên ingilîzan li leşkerên alman dayî nake. Behsa wê rewşê dike ku balafirên ingilîzan li leşkerên almanan daye. Çawa ku dema tu dibêjî “min bêriya te kiriye” an “ez birçî bûme” an “min nedîtiye” an “ez neçûme” tu behsa rewşa xwe ya bêrîkirinê, birçîbûnê, dîtinê û neçûnê dikî, di rojnamegerîyê de jî dema behsa rewşekê dikî bi heman şêweyî dibêjî. Dema tu bêjî “leşkerek mir” tu behsa wê kêlîya mirina leşkerî dikî dema tu dibêjî “leşkerek miriye” tu behsa bûyera mirina leşkerekî dikî.

Hevokên kurt hêza bilind

Di nivîsê teorîyê de û hin şêweyên edebiyatê de qîmetê dirêjbûn û kompleksbûna hevokan heye. Lê di rojnamegerîya edebî de zelalî û besîtbûn hêza bilind e. Celadetî dikarî van herdu hevokên xwe bike yek: Di şerê Lîbyayê de pişti ko eleman di dora Xezalê de sekinîne şerê balafiran xurt bûye. Her du alî bi balafiran li wargehên hev didin.

-> Di şerê Lîbyayê de pişti ko eleman di dora Xezalê de sekinîne şerê balafiran xurt bûye û her du alî bi balafiran li wargehên hev didin.

An jî

Di şerê Lîbyayê de pişti ko eleman di dora Xezalê de sekinîne şerê balafiran xurt bûye. Her du alî bi balafiran li wargehên hev didin

-> Di şerê Lîbyayê de pişti ko eleman di dora Xezalê de sekinîne şerê balafiran xurt bûye ko her du alî bi balafiran li wargehên hev didin.

Balafirvanên ko di resmê jorîn de têne dîtin bi ken li balafirên dijmin dinihêrin. Balafirên dijmin bi ser wan de tên û dikin li wargehê wan bidin. Piştî kêlîkekê balafirvanên ingilîzî û elemanî di ezmanan de ew ê li hev xin.

Dîyalog

Di rojnamegerîya navneteweyî de yek ji qaîdeyên gelekê girîng dîyaloga nivîs-û-resman û dîyaloga gotin-û-vîdeoyan e. Celadet bi gotinên “Balafirvanên ko di resmê jorîn de têne dîtin… ” pirekê di navbera nivîs û resman de çêdike. Akademîya Aljazeerayê ji bo vîdeo-nûçeyên ku dîyaloga vîdeo û gotinan zeîf e dibêje: “Divê kesek bi tenê bi guhdarîyê ji nûçeya we ya bivîdeo fêm neke. Televizyon ne radyoya bidîmen e!” Di radyo û podcastan de jî pira gotin û dengan girîng e wek “ev qêrîna tê, dengê jinekê ye ku li ser termê mêrekê dike qêrîn. Kolanên Kîyevê vala ne, dengê wê olan dide… (BBC World News-Podcast)

Dijayetîya rewşan

Di nûçe-çîrokan de “atmosfer” stûna herî qedîm e ku çîrok li ser tê avakirin. Ji bo nûçeyê tişteka an jî kesekê li dijî atmosferê zêrê zer e. Teknîka herî zêde tê bikaranîn ev e. Di foto-rojnamegerîyê de jî ev heye. Mesela resmê vî camêrî ji ber çi bû sembol?

Ji ber ku guhdarîya plaqan û kêşana pîpoyê di wê atmosferê de “tişteka nedîtî ye.” Di hevoka Celadetî de di resmê jorîn de têne dîtin bi ken li balafirên dijmin dinihêrin. Balafirên dijmin bi ser wan de tên û dikin li wargehê wan bidin.

Di atmosferekê de ku war û mal di metirsîya têkçûnê de ye “ken” rewşa li dijî atmosfera giştî ye.

Piştî şerekî behrî vapor û filûqeyên ingilîzi nizingî li noqareke talyani dikin. Ev noqar di wî şerî de birîn bûye û binav dibe. Ingilîz deryavanên wê noqarê dikin hêsir bigirin.

Rewş ber bi kû/çi ve diçe? Sekansa sêyem…

Dersdara Akademîya Fransayê û ser-peyamnêra France24ê, Alexsandra Renard di dersên Nûçeyên Pakêt xwe de vê rewşê bi vî rengî eşkere dike.

“Heger hûn bifikirin nûçeya we tirênek e û ji sê vagonan pêk tê. Her vagonek sekansek e. Sekansa yekem rewşekê diyar dike. Ya duyem rewşa duyem diyar dike. Piranîya caran ya sêyem nîşan dide ka çîrok ber bi kû ve diçe, xwendin, şîrove û îstatîstîkên xwe divê hûn di wê beşê de bidin.

Celadetî di sekansa yekem de rewşa leşkerên biken li benda şerî kir. Di sekansa duyem de jî behsa şerî bi xwee kir (Piştî şerekî behrî vapor û filûqeyên ingilîzi nizingî li noqareke talyani dikin) vêca di sekansa sêyem de jî pêşbînîya xwe ya ji bo herikîna çîrokê diyar dike: Ingilîz deryavanên wê noqarê dikin hêsir bigirin.

Ji mêj ve ye dora asêgeh û pêşiya xetên şer bi têlên bi derzî digirtin û tê re derbas bûn ji mihaciman re îşekî dişwar bû.

Lê niho ev tişt ne ew- çend zebmet e. Eskerên mihacim doşekine nerm tavêjin ser wan têlên bi stirih û di ser wan re diborin û dikevin çeper û kozikên dijmin.

Paşxane(background), çi bûbû?


Ev beş di nûçeyên vîdeoyî de nîne. Lê xweş-beşeka nûçeyên nivîskî ye. Me li bianet Kurdîyê wek “çi bûbû” bi nav kiribû. Me li destpêkê (li sekansa yekem) behsê kir “di rewşa heyî ya şerî de guherîna herî berbiçav” vê carê divê em berevajiyê wê li meseleyê binêrin. Erê ev guherîna berbiçav di kîjan rewşê de bûye. Dema ku Celadet bi gotinên “Ji mêj ve ye …” dest pê dike diyar dibe ku ew ê behsa pêvajoyekê bike.

[email protected]

Şîrove*

%d