Sînemaya hunerî di pêwendiyeke zeman û kulturê da, tevî ve-xwendinên tragedyayên yûnan, li gel hunerên din jî rehên wan li bîra îmgeya helbestî digerin. Li gel ku hunerên din jî temasê afirandin û vederbûna îmgeya şi’irkî kirine. Afirandina îmgeyan xwe dispêre fikriyateke razber tevî fîlozofî û tragedyayan. Dîsa jî huner/mend wê paşxaneyê di kovika xwe ya subjektîv ra derbas dike û ew huner loma şexsî ye.
***
“Melek Heurtebise li ser nirdewanan
Li min dide bi per û baskan
Yên ji hevrîşimê pêlpêlî, ruh dide xatiratan.” [1]
Jean Cocteau
Sînema wekî hunereke modern xweyê techîzatên vegotinê ye. Lê ev xetên li jêrê behsa temasa şi’irê, yanî îmgeya wê ya di sînemayê da, li ser çend fîlman dike armanc.
Di sînemayê da îmgeya şi’irê yan jî tişta şi’irkî babeteke balkêş e helbet. Lê berî wê, tişta şi’irkî ku wekî ontolojîk, di sînemaya Andrêy Tarkovskî da jî berbiçavtir e, tevî ku Jean Cocteau ew babet nisbeten zûtir daye ber sînemaya xwe.
Îcar Tarkovskî ku bavê wî, Arsenî Aleksandrovîç Tarkovskî, şa’ir bû ku derhêner dil jî dikir ku şi’ireke wî bike fîlm. Andrêy Tarkovskî, heqîqet bi xwe tiştekî şi’irkî didît, her wisa girîft û raz. Lê ew sirr û raz ciyê lêgerînê, ciyê pirsê bû. Bo wê jî Tarkovskî ne tenê bîr û xatirata xwe vedikola her wisa bîra cimae’ta xwe ya Ûris jî vedikola ku fîlma bi navê Andrêy Rûbayêv (1966) xwe disparte jiyana ressamê îkonayan, Andrêy Rûbayêv (1360!-1427!) ê ku teswîrên wî der heqê çaxa navîn ya Ûris da ne.
Fîlmên Tarkovskî yên din zêdetir îmge û texeyulan dihewînin, lê fîlma navborî ji bo paşxaneya kulturî û edebî mînak e. Loma edebiyat û hunerên din jî ciyên îlhamê bûn bo hunera wî. Tevî ku Tarkovskî hewl dida sînemayê wekî hunereke teze û bi serê xwe tekmîl bike, lê wî di pirsa wateya hebûnê da, tişta nixamtî, wekî şi’irkî didît û li wê digeriya. Waha gotibû Tarkovskî: “Tişta di sînemayê da ya ku mîna birq dikeve çevê min, ya ku min mest û hejmetkar dike, pêwendiyên şi’irkî û mantiqa şi’irê ye.“ [2] Her wiha hunera xwe der barê sirr û raza afirînê da wekî dergehê wê alemê didît ku ev yek bo wî him karekî afirînerî bû, wek auteur ku hunermend di bînahiya subjectîv da xwe der dibir. Îmgeyên hunermend, wekî zemanê mohrkirî di zemanê xatiratan da mîna kêlî diman. Zehf ciyê xwe da bû ku Tarkovskî di wê babeta zeman da qala Marcel Proust jî dikir.
***
Di sînemayê da pêwendiya şi’ir û îmgeya zeman di fîlmeke Sergey Parajanov da jî tê kifşê. Di Rengê Hinarê (The Color of Pomegranates, 1969) da, ku ew fîlm serdema şa’ir û xozanê mezin ê Ermeniyan, Sayad Nova (1712-1795) nîşan dide. Îmge û dîmenên temsîlî ji motîfên kulturekî tên tevî deng û rengan dibin. Dîmen hene ji fîlmê ku kitêbên şil ên ji nava avê derxistî, li ser banê dêrê radixin û ew kitêbên ku hibra wan di mekanên qedîm da hatine şûştin. Wekî pirs û metafor tîne hişê meriva bê ka gelo zeman mîna avekî ye ku hibra kitêban dişûşt û dibir? Ew dêr û ew kevirên ku nexşên zeman li ser mabûn û ew xalîçe û neqş û nîgarên derzeman, lê dîsa jî hibr mabû li ser kitêbên ku li ber bayê dikirine xişexiş; sedayên bilind û mînyaturên bêdengiyê bang dikirin. Tiriyên reş digivaştine terk û qelîştekên nivîsên li ser kêvir, hinarên ku xwîna xwe ya gevez didane patisqeyê spî-çîl, rû-cemalê jina li pişt tenteneyê, newaya ji perdeyê, kevotkên serjêkirî û gelek dîmenên din ên metaforîk.
Îmgeyên şi’irê belkî ji yên sînemayê zêdetir xwe dispêrine paşxaneya kultura xwe. Lê hinek motîfên Akîra Kûrosawa hene ên di Xeyalekan da (Dreams, 1990), her çend îmgeyên kultura wî bin jî, lê beşên din der barê meseleyên hemû cîhanê da ne. Di wan xewnên Kûrosawa da tabloyeke Vincent van Gogh dibe navbirreke nava xeyal û rastiyê. Her wisa fîlm hene îmgeyên wan ji mîtolociyan, destanan û çîrokên gelêrî jî disêwirin. Berî wê her îmge ji hizra kultura xwe jî teşe digire ku ji xeyalkariya hunerî pêk tên.
Lê çi dibe bila bibe, çawa ku ew kitêbên qedîm wekî mînak di Încîlê da, hinek mijar bi temsîlî hatine gotin, ji ber ku îmge çêtir tişt e ku xwe li ber bayê zeman ragire. Kakilê îmgeyê, xwe mîna tiştekî razber (abstract) bi taybet bi şi’irê tîne veguhêzîne nava zemanê ku her dibişkive. Îja, di serdema sînemayê da kêliyên bi hereket û tevî deng jî, wekî ruhpêdanekî tên nîşandan.
***
Sînemaya Jean Cocteau ku ew şa’ir û nivîskar e jî, belkî ji Tarkovskî cihêtir, ew bi wê afirîn û zayîna îmgeyê û ew alema şi’irê ya nixumandî dikeve.
Jean Cocteau di wê koleksiyona fîlmên xwe da, ya ku wekî The Orphic Trilogy tê zanîn û wî ew fîlm nivîsîne û derhêneriya wan kiriye, zêdetir nêzîkî temasa îmgeya helbestî dibe. Ew fîlm ji bo îmgeya şi’irkî û alema şa’ir, bi xusûsî bînahiya wî ya şi’irkî vedibêje. Ji bo wê, ew fîlm mîna xewn û xeyalên poetîk in, mîna şi’irên ku rê didin em bi xwe wana bi qaydeyê xwe xeyal bikin.
Ew sê fîlmên berbehs ev in: Xwîna Şa’ir, (Le sang d’un poète, 1930), Orpheus, (Orphée,1950) û Wesîyetnameya Orpheus (Le testament d’Orphée, 1960).
Şayanê behsê ye ku xaseten bi van fîlmên hanê di sînemayê da îmgeya helbestî û di rehendên mîtolojiya û metaforan da aniye ser perdeya spî. Xwîna Şa’ir, fîlma pêşîn a wê sêbareyê (trilogy) ye.
Di fîlmê da sehne hene surreal in û îmge mîna ji nava xewnekê bin wisa diherikin. Berî wê fîlmê jî Cocteau sehneyên surreal teswîr kiribûn. [4] Dîmen hene wekî mîna xwendina şi’irekê, xeyal zindî dibin. Lê temasekî dixwazin, temaseke wekî neynik ku di sînemaya Cocteau da metaforeke xurt e, deriyê xeyalê û îmgeyê, yan deriyê ya zahir û ya batin, belkî ya jînê û mirinê dinimîne. Ew îmge wek mînak, destekî birîndar, xwîna ku ji devê peykerê diçe, hibreke ku di tamarên şa’ir da hil nayê, mîna peyvên ku diêşin û diherişin dena xwe didine wê gavê. Şa’ir di nava herkekî da nikare bimire jî, gulleyê berî serê xwe dide lê xilas nabe. Di fîlmê da îmge, kêş û çûna me ya şi’irê vedilezînin.
Fîlma duyem, Orphée (Orpheus), belkî ya herî bala meriva dikişîne ew e. Dîsan neynik heye di fîlmê da, lê hinekî din di honaka wê da kes hene; bi navê Orpheus ku şa’ir e, û jina wî, Eurydice heye, lê kesên din wekî Prenses(Maria Casares) [5] û Ruhstîn bi navê Melek Heurtebise ji dinyaya din tên. Prenses roleke giring e di pêwendiya şi’ir û mirinê, eşq û afirandinê da. Ew pêwendiya ku şa’ir hest pê dike wekî xeteke batin û zahir ku belkî wekî temasa neynika nava du cîhanan şefaf e. Maira Casares û Jean Marais ê ku hevalê Cocteau ye, du rolên sereke dileyîzin; Prensesa reşpoş û ewqas jî şox, ew û Melekê Mirinê, şa’ir ber bi derekî û ji bo dinyaya binerd dibin, wekî nimaya Hadesê. Mekanên kevn û kavil hene, li wir mehkemeyeke seyr û di nava kavilên zeman da ku şi’ir li wir tê darizandin. Wekî mehkeme li wê derê pirsên mirin û mayînê dikin ka şi’ir çi ye.
Lê şa’ir dibe aşiqê kesa li gel mirinê yanî Ruhstîn (melek-ul mewt). Tiştekî mîna kamilbûnê di nava mirin û şa’ir da pêk tê ku paşê mecbûr in vegerine dinyaya xwe. Orpheus wekî di tragedyaya yûnan da xwe nagire vedigere li Eurydiceê dinihêre, lê ber’eksê wê fikr hene ku Orpheus bi qest vedigere li dilbera xwe dinihêre û wê gavê wê ji dest jî dide. Lê tişta jê ra dimîne xeyala wê ye. Xeyala ku dibe ruhê şi’irê. [6] Lê di fîlmê da, wekî hat gotin, dilbera şa’ir a dinyewî jî heye û şa’ir dema ji dinayaya binerd vedigere li jina xwe germ dibe. Lê belê qutbûna wî ya li gel mirina aşiqane ye ku dibe mîras ji şi’ira wî ra. Ew mîras xatirat e, xatirateke ku jan û ruhê wê her tim pê ra dijene û dizê.
Fîlma sêyem Wesiyetnameya Orpheus, Cocteau bi xwe jî tê da dileyîze wekî şa’ir. Rêwîtiyek e ku jiyana şa’ir û şi’irê wekî di dalanên tarî û girtî ra derbas dibe mîna biyografiyeke ku mîrata xwe dihêle.
Di fîlma berî wê da, hevalê wî Jean Marais di rola şa’ir da bû. Di vê fîlmê da wekî rêwîtiya temasa hunerê pêk tê. Jixwe di ya duyem da jî temasa şêwekar û tabloyên wan heye ku Cocteau wexta xwe da pêwendiya wî bi Pablo Picaso ra jî hebû. Û tê gotin alîkariya François Truffaut bo kişandina fîlmê hebûye. Xêncî wê, kesên wekî Charles Aznavour, Brigitte Bardot, Roger Vadim, Yul Brynner, Jean-Pierre Léaud, û Jean Maraisê ku pêwendiya wan taybet û şexsî bû, û Pablo Picasso û Françoise Sagan bi dilê xwe di fîlmê da cî girtin ku ev yeka wekî aheng û temasa hunerên din bû ku xeyalkariya Cocteau disêwirîne.
***
Sînemaya hunerî di pêwendiyeke zeman û kulturê da, tevî ve-xwendinên tragedyayên yûnan, li gel hunerên din jî rehên wan li bîra îmgeya helbestî digerin. Li gel ku hunerên din jî temasê afirandin û vederbûna îmgeya şi’irkî kirine. Afirandina îmgeyan xwe dispêre fikriyateke razber tevî fîlozofî û tragedyayan. Dîsa jî huner/mend wê paşxaneyê di kovika xwe ya subjektîv ra derbas dike û ew huner loma şexsî ye. Lê çi be jî wekî têgeha ku Milan Kundera bi kar aniye, bîra helbestî (poetic memory), der barê jiyan û hebûnê da ye. Şiûra şi’irê ew bîr e ku wateyê dike şûşeya îmgeyê, ya ku sînema jî wêya dike dîmen. Îmge bi giştî der barê hizra hebûnê da ye ku wekî mîtan xwe dispêre xeyalekî afirîner. Lê çi dibe bira bibe îmgeya helbestî yanî xeyalkariya ku xwe dispêre hizra kûr, ew der barê sirra jiyanê da ne. Ew sirr caran wekî kulîlkekê, caran wekî janekê bi me nas e, caran peyvek e ku dibe mifte ji bo zimanê me yê qerisî û kilîdkirî.
Çavkanî û nîşe:
[1] Jean Cocteau, şi’ira bi navê L’Ange Heurtebise, (Melek Heurtebise).Cocteau berhemeke bi navê Melek Heurtebise nivîsiye ku Heurtebise ne tenê melekê parêzvan e, her wisa ji bo Cocteau him wekî Mûsa û tevî wê melekê mirinê bû. https://allpoetry.com/Jean-Cocteau
[2] Andrêy Tarkovskî, Mühürlenmiş Zaman, (Zemanê Hatiye Mohrkirin), Wer. Mazlum Beyhan, Weş. Agora Kitaplığı, 2017, (r. 7).
[3] Jean Cocteau di berhema xwe ya bi navê Roméo et Juliette (1926), wekî lîstiknivîs Romeo û Julieta William Shakespeare bi awayekî surreal teswîr kiriye. https://kids.britannica.com/students/assembly/view/202221
[4] Ji bo pêwendiya evîna Maria Casares û Albert Camus bêhtir bixwînin: Nameyên Evînê yên Qedexe: Albert Camus û Maria Casares
[5] Byung-Chul Han, Eros’un Istırabı, (Izdiraba Erosê), Wer. Şeyda Ozturk, Weş. Metis, 2020. (r. 44-45). (Byung Chul Han di kitêba nîşankirî da, behsa korbûnekê dike ku pêwendiya wê bi xeyalkirinê datîne.) Di wê wateyê da wekî ku Oprheus bi wê nêtê xwestiye nemiriya xeyal dest bixe. Wek mînak car heye kesên kor baştir dibihîsin yan temasa wan xurttir e. Belkî sehekek ko dibe yeke din dewsa wê tûj dibe. Fîlmeke Mecîd Mecîdî ya bi navê Rengê Biheştê, (bi farsî Rengê Xoda, 1999), sehneyên wisa nîşan dide.