Şer, Bajar û Texeyûlên me

23/11/2024

Li vî welatî êdî ne kafe, ne xwaringeh û ne jî mizgeft aîdê me ne. Lewra ne rewşenbîr, ne siyasetmedar, ne îmam û ne jî nivîskar êdî nikarin xwe wekî kesekî bibînin û texeyûl bikin. Bi hezaran mirîyên ku gorên wan ne diyar in, nikarin cihekî ji xwe re bibînin li ser kolan û dîwaran. Gelo, ma kesên ku ji çavan dûr in, dikarin bibin mêvanên xewn û xeyalên mirovan?

***

Di mottoya fîlma Taxî Driverê [Ajokarê Taksiyê] ya Martin Scorseseyî de wiha dinivîse ku li navenda wê Travis Bickle, gaziyekî şerê Vîetnamê heye: Li ser hemî kolanên vî bajar û welatî, kesekî ku şexsiyeta wî hatiye tunekirin û jinavbirin heye û xewn û xeyala hindê dike ji bo ku bibe kesek/şexsek. Ji bo ku îsbat bike ew sax e, bi awayekî bêçare û tikûtenê li ber xwe dide.

Di ser fîlma Ajokarê Taksiyê re pêncî sal derbas bûne. Her ku çû şer zêdetir bûn, ew şerên ku mirovan ji îzzet û rûmeta wan dikin, mirovan ji hev vediqetinîn û mirovan tikûtenê berdidin kolan. Tu ronahiyan nekarî wê atmosfera tarî ya şerî zelal bike û ronî bike.

Li vîtrînên kafe û dikanên li ser kolanan rêz dibin, xewn û xeyal, laş û beden niqût niqût dilopan dikin li ser mêjiyê mirovan û hêdî hêdî dibin efendiyên zingezinga dilê me. 

Welatê em lê dijîn, ev du sedsal in çend Vîetnam dîtine û çend Hîroşîma ji esmanî bi ser de barîne. Tu çek û sîlah nemane ku li ser rih, beden û mêjiyê welatî nehatine ceribandin.

Çiya hilweşandin, dar û ber şewitandin, çem û rûbar çikandin. Dest ji qeleman, çav ji rûpelan qetandin. Nivîs ji keviran, nav ji dîrokan kirin.

Li ser kavilên avahiyan, li asimanê vala yê texeyûlan, mekanên nû ava kirin li kolanên bajaran. Li wan mekan û kolanan, kafe wekî baêşê berbelav bûn û bilind bûn. Li gor mezheb û meşrebên xeyalan navên wan jî ji ingilîzî ber bi erebî, farisî û tirkî ve diguherîn. Carinan navên kurdî jî li xwe dikirin. Lê di bin nav û ambalajên cuda de kakilek heye ku heman bêhn jê difûre û mirovan ji xwe dike.        

Tiştên neditî careke din dibin adet. Li bilindahiyên diwarên xwe, em bi keyfxweşî cihên herî xweş didin wêneyên Can Yücel, Nazim Hikmet, Yaşar Kemal, Adile Naşit, Minur Özkul û Şener Şen, û wan li ser mijûlankên çavên xwe dikin mêvan.  

Vî şerî bi hezaran ciwan kuştin. Ew kesên ji vî şerî sax mane jî li kafeyan, bi wan bîranînên xumam ên şer û kuştinê, li bin siya nêrîn û awirên wan wêneyên biyaniyan, xewn û xeyala hindê kirin ji bo ku bibin kesek/şexsek.

Li vî welatî êdî ne kafe, ne xwaringeh û ne jî mizgeft aîdê me ne. Lewra ne rewşenbîr, ne siyasetmedar, ne îmam û ne jî nivîskar êdî nikarin xwe wekî kesekî bibînin û texeyûl bikin. Bi hezaran miriyên ku gorên wan ne diyar in, nikarin cihekî ji xwe re bibînin li ser kolan û dîwaran. Gelo, ma kesên ku ji çavan dûr in, dikarin bibin mêvanên xewn û xeyalên mirovan?   

Ji bo ku em texeyûlên xwe rizgar bikin û bawer bikin ku em hêj sax in û cihê me li dinyayê heye, divê peşî em hemû dîwarên kafeyan û mejiyê xwe ji wan wêneyan û ji wê eqlîyetê paqij bikin ku îmajên xweditiyê li ber çavên me pûç dikin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Serdar Şengül

Akademîsyen û lekolîner e. Derbarê neteweperiyê, teoriyên postkolonyal û rexneya edebiyatê de xebatan dike. Li ser van babetan nivîs û wergerên wî hene.

Te ev dîtıne?

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên

Çekdarên muxalif ketin Şamê, Esed bi balafirê reviya – BBC, AFP, Reuters, NYT

Di 28ê Çirîya paşiyê ya 2024ê de çekdarên muxalif ên bi serkêşîya