Heta ku li hemberî mêtîngeriya dewletê û nivîskarên tirk dernekevin ku di warê bişaftina ziman û edebîyata kurdî de şirîk û hevalên hev in, ne mimkûn e ku nivîskarên kurd ziman û edebiyata kurdî bi pêş bixin. Kurdînivisîn helbet helwesteke bingehîn e û bi qewlê Marquez başnivisîn jî peywir û şoreşgerîya nivîskaran e. Lê belê, heta ku nivîskarên kurd pergala mêtingeriyê rexne nekin û perdeya wê ya humanîst, cîhanî û oldarî danexînin erdê, nikarin xwe û edebiyata kurdî ji bayê seferên edebiyata tirkî biparezin. Ev ba, ew kesên sivik, nekemilî û jixwenebawer her tim li ber xwe dibe.
***
Sala 1978an meha Adarê, serokê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê Aziz Nesin, li ser navê Sendîkayê nameyekê ji serokwezîrê Tirkyeyê Bülent Ecevit re dişine. Di vê nameyê de, Aziz Nesin behsa projeyeke xwe dike û ji bo wê alîkarîyê ji Ecevît dixwaze. Ji nameyê wer xuya dike ku berê ew û Ecevit hatine ba hev û derheqê vê mijarê de axivîne. Nesin, di çarçoveya vê hevdîtinê de dibêje, “Ez dixwazim pêşniyareke xwe bi we re parve bikim ku bawer im dê gelek feydeyên wê bo gelê me hebin. Wekî Sendikaya Nivîskarên Tirkiyeyê, em dixwazin di bin navê ‘Doğu Edebiyat Seferi’, ‘Güneydoğu Edebiyat Seferi’, ‘Doğu Karadeniz Edebiyat Seferi’ de, karwanekî ji edebiyatnasan ava bikin û seferekê bikin [1]”.
Sefera ewil wê ‘Doğu Edebiyat Seferi’ bûya. Karwan wê ji 20 nivîskaran pêk bihata û ew 20 kes jî dê ji Diyarbakirê dest pê bikin, bajar û bajarokan heta carinan gundên li Doğu Anadoluyê jî ziyaret bikin, li cihên wisa dibistan, nexweşxane, girtîgêh û halkevi [malên gel] biaxivin û li ser hinek mijaran bisekinin ku xelkê elaqedar dikin.
Li gor Nesin ev sefera edebiyatê dê hem ji bo gel hem jî ji bo edebiyatnasan gelek bi sûd bûya. Nesin dibêje Sendikaya Nivîskarên Tirkiyeyê vê sefera edebiyatê wekî wezîfeya welat û gel dibîne. Lê bêle hêza maddî ya Sendîkayê nîne ku vê seferê bike, ji ber vê yeke, ger ji bo Ecevît jî mûnasib be, ji bo vê wezifeyê alîkarîyê ji hikûmetê dixwaze ku ev wezîfe coşê dide nivîskaran. Ji bo geşta wan a ‘Doğu Seferi’yê ku dê 20 rojan dewam bike û ji 20 kesan pêk hatiye, hem otobusekê dixwaze hem jî dixwaze masrafên wan ên otel û xwarinê ji aliye hikumetê ve werin dabînkirin [2].
Ji mehekê şûnde, yek ji endamên sendikayê İsmail Beşikci nameyekê ji sendikayê re dişîne. Di nameyê de, Beşikci dixwaze ev mijara ‘Doğu Edebiyat Seferi’ di Lijneya Rêveberiyê de were nîqaşkirin [3]. Di vê nameyê de ku ji 12 rûpelan pêk tê, Beşikci balê dikêşe ser zext û zordariya li ser ziman û çanda kurdan û dibêje wezîfeya nivîskar û rewşenbîrên tirk ne ew e, bêyî ku siyaseta zimên a fermî rexne bikin û li ber deriye dewletê xulamtî û parsektiyê bikin, ji bo pêkanîna sefera edebiyatê [4].
Beşikci di kitêba Rewşenbîrek, Saziyek û Pirsgirêka Kurd de hem nameya xwe hem jî reaksiyonên Sendikaya Nivîskaran dûr û dirêj analîz dike. Xulaseya rexneyên Beşikci ew bû:
Îro nivîskarek bi kurdî binivîse cezayên giran didinê û têxin zindanan lê hûn wekî sendikayê mafê wan naparezin. Bi ser de jî xelatan didin wan nivîskarên kurd ku bi tirkî dinivîsin. Tu caran siyaseta zimên a dewletê rexna nakin, wekî nivîskar û edîb qet nafikirin ka qedexekirina zimên bandoreke çawa li ser miletekî dike. Niha jî di tûrikên wan de kitêbên tirkî û dixwazin bi piştgiriya dewletê, seferan bikin bo ‘Doğu’ye da ku hişyariyê li kurdan bikin. Peyva ‘sefer’ê ku wateya mîlitarîst dihewîne, niyet û feraseta we jî eşkere dike [5].
Sendîkayê bersîva wan pirsan neda. Bi awayekî demagojîk û hovane kampanyaya lînçê bo Beşikci dan destpêkirin. Bi ser de jî sala 1979an, di civîna Sendikayê de, ji ber nameya Beşikciyî her kesê ew tawanbar kir lê mafê axaftinê nedanê ku xwe bipareze [6].
Gelo helwesta Nesîn û nivîskarên sendikayê li hemberî pirsên Beşikci çima wisa tund û hovane bû ku wî sekna wan a derbarê edebiyata kurdî de rexne dikir? Bi min wan pirs û rexneyan, sefaleta teoriya wan a derbarê civaka kurdan de îfşa dikir. Çawa ku E.P. Thompson di kitêba Sefaleta Teoriyê de rexne li Stalînîzmê dikir ku wî rastî û dewlemendiyên jiyanê qurbanê şemayên statik dikir, Beşikci jî şemayên çepgirên tirk serûbîno dikir ku ew bêyî kurdan nas bikin, kurdan li gor şemayên xwe teswîr dikin.
İsmail Beşikci, hêj sala 1969an, di pirtûka xwe ya bi navê Nîzama Anadola Rojhilat: Hîmên Civakî-Aborî û Etnîk de, di beşa “Uluslaşmanın Dinamiği ve İlerici Türk Aydınlarının Çelişkisi” de [Dînamîkên Netewebûyînê û Nakokîya Rewşenbîrên Tirk ên Pêşverû] li ber çavan radixe ka rewşenbîrên tirk çawa zanîna civaknasiyê bi awayekî oryantalîst û nijadperest bi kar tînin. Di vê beşê de, Beşikci xulase, behsa feodaliteyê dike:
Fikr û ramanên awayê hilberîna feodaliteyê, olperestî û arîstokrasî ye. Gava feodalîte hildiweşe burjuvazî, fîkr û ramanên wê hil dibin, ew jî netewetî ye. Gava feodalîte di nav civaka kurdan de hildiweşe, rewşenbîrên tirk dixwazin li şûna wê fîkr û ramanên newetiya tirk têkevin dewsê. Lê ev li dijî zanistê ye. Gava feodalîte di nav civaka kurdan de hildiweşe, divê cihê xwe bihêle ji netewetiya kurdan re… Lê sosret e ku hin nivîskarên me yên pêşverû ku feodalizmê li Tirkiyeyê analiz dikin, qet destê xwe nadin van pirsgirêkan [7].
Îro jî, civaknasiya tirkan negihiştiye vê fehmê. Pirtûkên dersê yên wekî Dewlet û Çîn li Tirkiyeyê a Çağlar Keyder, Binyada Civakî ya Tirkiyeyê] ya Emre Kongar, bêyî ku behsa kurdan bikin feodaliteya ‘Doğu’yê analîz dikin. Lewra, li gor analizên wan, ne mimkun e ku mirov behsa netewe û netewetiya kurdan bike. Kurd her tim ‘Doğulu’ ne û bi fîkr û ramanên xwe jî feodal in. Gava awayê hilberînê diguhere yekcar dibin tirk. Kurd nikarin wekî kurd bibin modern. Bi ser de jî di analîzên xwe yên çînî de qet cih nadin rola dewletê ku ew du sed sal in bi sazî û dezgehên xwe, bi awayekî hovane hem şewazên hilberînê kontrol dikin hem jî mudaxeleyê li çand û hûnera civakî dikin [8].
Di heman pirtûkê de Beşikci, di beşa serbixwe ya bi navê “Dil Bir Üst Yapı Kurumu Değildir, Üretim Biçimindeki Değişme Dili Değiştirmez” [Ziman Saziyeke Seravayî Nîne, Lewra Guherîna di Awayê Hilberînê de Nikare Zimên Biguherîne] de hîşyariyekê dide sosyalîstên tirk û wiha dibêje:
Hin zanyar û nivîskarên me derheqê pirsgirêka ‘Doğu’yê de dibêjin ên ku li ‘Doğu’yê kurdperwerîyê dikin axa, şêx û serokên eşîretan in. Ger em wan ji holê rakin û bi rêya sosyalîzmê nehêlin gel keda hevdu bixwin, em ê karibin kurdperwerî û kurdî ji holê rakin. Bi min ev nêrîn çewt e… Aliyên etnik û çînî ya pirsgirekê bi hev re girêdayî ne û hevdu temam dikin… Bi pêşveçûna awayê hilberînê saziyên dînî, hiquqî, sîyasî û civakî diguherin lê ziman ne yek ji wan sazîyan e. Piştî Şoreşa 1917yan hemû saziyên seravayî li Rusyayê guherîn lê ziman neguherî. Nexwe, bi rêya sosyalîzmê axayên feodal, şêx û serokeşîrên li ‘Doğu’yê dikarin werin hilweşandin lê zimanê kurdî nikare bê hilweşandin [9].
Lê ew nêrîna jorînxwaz û pozbilind di nav serokên Şoreşa Oktobirê de jî hebû. Lenîn sala 1914an, di rojnameya Pravdayê de, bi sernavê “Resmî dili kullanma zorunluluğu olur mu?” [Ma dibe ku emilandina zimanê fermî mecbûrî be?] wiha nivîsandibû:
“…Em jî dizanin zimanê Turgenyev, Tolstoy, Dobrolyubof, Çernişevski hêja ye û xurt e… Ne hewce ye bibêjin em jî ji dil dixwazin her kesê ku li Rusyaya mezin niştecî ne bila hînî zimanê rûsî bibin. Lê tiştek heye ku em naxwazin, ew jî hêmana zorê ye… Ji ber sedemên aborî û şert û mercên jiyanê kesên ku muxtacê hînbûna zimanê rûsî bibin, ne bi darê zorê dê hînî rûsî bibin [10].
‘Doğu Edebiyat Seferi’ îro jî di dilê piraniya, belkî hemû, nivîskar û rewşenbîrên tirk de wekî xeyal, peywîr û armancekê ye. Bi her awayî pêşiya edebiyata tirkî li bajarên kurdan vedikin. Beyî ku piştgiriyê bidin kurdî û kurdînûsan, siyaseta ku ew dimeşînin nayê wê wateyê ku pirzimaniyê teşwiq dikin. Na, dixwazin tirkî li şûna kurdî bikin. Bi tu awayî metoda duzimanî jî teşwiq nakin. Na! dixwazin tirkî li şûna kurdî danin. Êdî di seferên wan de rêberên wan ên nivîskar û derdorên edebî yên kurd jî hene ku deriyan li ber wan vedikin û hatina wan meşrû dikin. Digel ewqas îzzet û îkraman hêj jî nivîskar û derdorên edebî yên kurdî, xebat û çalakiyan li ser tirkî û ji bo tirkî dikin.
Çawa ku Ranajît Guha di destpêka kiteba xwe ya Dîrok li ser Sînorê Dîroka Cîhanê de dibêje, di serî de felsefe paşî hemû zanist û hunerên modern di pevajoya mêtîngerî û emperyalizmê de xwedîyê roleke mezin in, edebiyat jî wisa ye [11]. Edward Said di kiteba xwe ya Çand û Emperyalîzm de vê têkiliyê di çarçoveya edebiyat û emperyalizma britanî de analiz dike û dibêje ne mumkin e bêyî edebiyata îngilîzî mirov li ser emperyalizma britanî bifikire [12]
Wekî ev niqaşa di navbera Sendikaya Nivîskarên Tirkiyeyê û İsmail Beşikci de li ber çavan radixe, metîngeriya Tirkiyeyê jî bi ziman û edebiyata tirkî xwe dikemilîne. Di pevajoya mêtingeriyê de roleke mezin li ser nivîskarên tirk bar dike çi çepgir, çi liberal û çi mihefezekar û misilman.
Lewra, heta ku li hemberî mêtîngeriya dewletê û nivîskarên tirk dernekevin ku di warê bişaftina ziman û edebîyata kurdî de şirîk û hevalên hev in, ne mimkûn e ku nivîskarên kurd ziman û edebiyata kurdî bi pêş bixin. Kurdînivisîn helbet helwesteke bingehîn e û bi qewlê Marquez başnivisîn jî peywir û şoreşgeriya nivîskaran e. Lê belê, heta ku nivîskarên kurd pergala mêtingeriyê rexne nekin û perdeya wê ya humanîst, cîhanî û oldarî danexînin erdê, nikarin xwe û edebiyata kurdî ji bayê seferên edebiyata tirkî biparezin. Ev ba, ew kesên sivik, nekemilî û jixwenebawer her tim li ber xwe dibe [13].
Jêrenot
[1] İsmail Beşikçi, Bir Aydın Bir Örgüt ve Kürt Sorunu, Weşanên IBV, 2014, r. 35.
[2] hbr., r. 36.
[3] hbr., r. 37.
[4] hbr., rr. 37-40.
[5] Ji bo agahiyên berfirehtir bnr. Dara Metîn, ‘Doğu Edebiyat Seferi ’ya Sendikaya Nivîskarên Tirkiyeyê: Nirxandinek li ser Rewşenbîrek, Saziyek û Pirsgirêka Kurd”, Zarema, Hejmar 15, 2021.
[6] Beşikci, Bir Aydın…, rr. 67-68.
[7] Beşikci, İsmail. Doğu Anadolu’nun Düzeni: Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller, Weşanên İBV, 2014, r. 533.
[8] Serdar Şengül, “Wekî fantaziyeke kolonyal tenêtiya sedsalî ya ‘Doğu Anadolu’yê” https://botantimes.com/weki-fantaziyeke-kolonyal-tenetiya-sedsali-ya-dogu-anadoluye/
[9] hbr., r. 627.
[10] Lenin, V.I., Sanat ve Edebiyat, Payel, 1968, rr. 133-134.
[11] Guha, Ranajit, Dünya Tarihinin Sınırında Tarih, Metis, 2006, rr. 11-19
[12] Said, Edward, Kültür ve Emperyalizm, Metis, 2021, rr. 11-15.
[13] Refersans didim romana Bextîyar Elî, Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir, Weşanên Avesta, 2012.