Sê jinên din jî hatin kuştin

Sê jinên din jî hatin kuştin li Enqere û Stenbolê.

Li gorî rapora mehane ya Bîanetê, di meha Tîrmehê da 25 jin hatibûn kuştin.

Bianet her meh raporekê li ser kuştina jinan amade dike ku her meh bi kêmanî 15 kes tên kuştin.

Duhî jî li Enqere û Stenbolê 3 jin hatin kuştin ji alîyê mêrên xwe ve.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li bajarê Enqereyê û Stenbolê duh bi şev 3 jin hatin qetilkirin. Li taxa Mehmet Akîf a navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê Oznur Akkaya ji alîyê hevjînê xwe Gokhan Akkay ku di pêvajoya hevberdanê da bûn ve li kuçeyê hat kuştin. Kujer ê ku xwest ji cihê bûyerê bireve ji alîyê welatîyan ve hat zeftkirin. 

Li navçeya Bagcilar a Stenbolê jî K.Ç., bi êrişa hevjînê xwe Î.Ç., ve rû bi rû ma û bi giranî birîndar bû. K.Ç., rakirin nexweşxaneyê lê tevî hemû mudaxileyan jî jîyana xwe ji dest da. Kujer paşê ji alîyê polîsan ve hat binçavkirin. 


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Li navçeya Mamakê ya Enqereyê jî B.B., jî ji alîyê hevjînê xwe Z.B., ku di pêvajoya hevberdanê da bûn ve hat kuştin. Paşê kujer Z.B. xwe jî kuşt. 

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times