Şaredarîya Amedê dest bi qeyda qursên zimanî kiriye

09/02/2026

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ji bo hînkirina kurdî û zimanên herêmî dest bi qeydkirina serlêdanan kiriye. Berpirsên şaredarîyê di navbera 7 û 16ê Sibatê de daxwaznameyên welatîyan qebûl dikin.

Kurdî, Ermenî û Suryanî

Şaredarî di vê serdema nû de dersên Kurmancî, Zazakî û Soranî dide. Li gel Kurdî qursên Ermenî û Suryanî jî hene. Ji bo Kurmancî û Zazakî sê astên cida hatine amadekirin. Her weha, ji bo zimanên dî jî astên destpêkê vedibin.

Qurs bêpere ne

Welatîyên ku temenê wan ji 16 salîyê mezintir in dikarin beşdar bibin. Hemî qurs û atolye bêpere ne. Ji bilî dersan, atolyeya xwendin û nivîsandina Kurmancî jî heye. Kesên dixwazin dikarin li ser malpera şaredarîyê navê xwe binivîsin.

Lînka xwe-qeydkirinê: DISMEK


Çavkanî: Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Hêzên Îslamîst ên Sinnî yên Ereb dawî li otonomiya Kurdan anîne – Jonathan Spyer, The Jerusalem Post

Weşana paşê

Diyarbakir Municipality Launches New Language Program to Support Kurdish, Armenian and Syriac