Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanê (WHO) derbarê varyanta Omicronê de hişyariyek da. Nûnerê Ewrûpayê yê Rêxstina Saxlemiyê ya Cîhanê Dr. Hans Kluge ser Omicronê hişyariyeka nû da û got varyanta Omicronê nisbet bi varyantên din zêdetir û zûtir belav dibe. Kluge da zanîn ku varyanta Omicronê berî heyvekê li Efrîqeya Başûr peydabûye û heta niha li 38 welatên Ewrûpayê hatiye tespîtkirin. Nûnerê Ewrûpayê Kluge bang hem li welatên Ewrûpayê hem jî li Tirkiye, Rûsya û Ukraynayê kir ku ji bo Omicronê amadekariyên xwe bikin û tedbîrên xwe bigirin. Varyanta nû Omicron, li Danîmarka, Portekîz û Brîtanyayê gelek zû belav dibe û Fransa, Amerîka û Almanya jî plan dikin ku li dijî Omicronê tedbîrên nû bigirin.

***

Yekitiya Ewrûpayê (EU) 560 milyon euro da Tirkiyeyê. Yekitiya Ewrûpayê ragehand ku ji bo perwerdeya penaberan û parastina sînoran 560 milyon euro daye Tirkiyeyê. Li gorî desteya Yekitiya Ewrûpayê ev alîlkariya darayî ji bo hindê ye ku zarokên penaberan yên li Tirkiyeyê dewamê li dibistanê bikin û perwerdeyeka baş bibînin. Yekitiya Ewrûpayê, di hevdîtinên serokdewletan da sozê 3 milyar euroyê bo mesrefên penaberan dabû Tirkiyeyê. Ev alîkariya darayî di vê çarçoveyê da hatiye kirin.

***

Serokomarê nû yê Şîlîyê Gabriel Boric ragehand ku Kurd tên qirkirin. Namzetê pêkhateyên çepa Şîlîyê Gabriel Boric, ku 19ê Berfanbarê bi ferqeka mezin di hilbijartinên serokomariya Şîlîyê da bi ser ket, di weşaneka televîzyonê da aşkera kir ku kurdên li Tirkiyeyê tên qirkirin. Boric da zanîn ku welatên wekî Îsraîl, Erebistana Suûdî û Tirkiye mafên mirovan bin pê dikin û got divê em mafên van neteweyan biparêzin. Boricê ku di dewra xwe ya xwendekariyê da pêşengê kevn ê bizavên xwendekaran bû, wekî ciwantirîn serokomarê Şîlîyê hate hilbijartin. Boric dê 11ê Adara 2022yan bi awayekî fermî bibe serokomarê Şîlîyê.

***

Tirkiye, leşkerên xwe ji Sûriyê vedikêşe. Nûnerê taybet yê Sûriyê Aleksandr Lavrentyev di hevdîtina çapemeniyê da beyan kir ku Tirkiye soz daye ku leşkerên xwe ji Sûriyê vekişe. Di hevdîtina çapemeniyê ya li Astanayê da, ku hevdîtin li ser Sûriye bû, Lavrentyev da zanîn ku şirîkê wan Tirkiyê soz daye ku di zûtirîn wextî da ji Sûriyê derkevin. Lavrentyev her wisa lê zêde kir û got Tirkiyê wekî her car hurmetê bo serwerî û yekitîya Sûriyê digire.

***

Srî Lanka deynê xwe bi çayê dide. Hikûmeta Srî Lankayê demên borî ji ber kirîna petrolê îro dixwaze deynê xwe bi çayê bide. Endamê parlementoya Srî Lankayê Ramesh Pathirana ragehand ku ew dixwazin her meh bi buhayê 5 milyon dolarî çayê bifiroşin Îranê. Srî Lanka 251 milyon dolarî qerdarê Îranê ye. Desteya çayê ya welêt beyan kir ku cara ewil e ku çay ji bo dayîna qeran tê firohtin. Pathirana da zanîn ku çay ji ber ku berhemeka elzem ya însanî ye, awayê danûstandinê nabe sebebê binpêkirina ambargoya Neteweyên Yekbûyî û Amerîkayê yên ser Îranê.

***