Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Recep Îçen: Şanoya kurdî ji jêrzemînan ber bi şaneşînan ve diçe

27/03/2025

Ez bi xwe Şaneşîn Performansê nas dikim û xebatên we dişopînim. Lê ji bo kesên ku nizanin hûn dikarin bi kurtasî Şaneşîn Performansê (avakirin, xebat, proje û hwd.) bidin naskirin.

Şaneşîn Performans, wek koma şanoyê bi pêşengtîya hin mamosteyên kurdî û dilxwazên vê qadê ve di 9ê meha Sibata 2022an de li Mêrdînê hat avakirin.

“Armanca me xizmetguzarîya şanoya kurdî û herweha zimanê kurdî ye. Şaneşîn Performans berê xwe dide lîstikên şanoya kurdî û ya cîhanê, lîstikên nû diafirîne û bi terz û şêweyeke nû dixwaze asta hunera şanoya kurdî bi disîplînên din re bilindtir û geştir dike. Ne bi tenê li bajarekî; li her çar alîyên welêt û Ewropayê dixwaze hunera kurdî temsîl bike.” Û wekî motto ya Şaneşînê em dibêjin “ji jêrzemînan ber bi şaneşînan”. Ji ber ku bi salan e şanoya kurdî li jêrzemînan karen xwe domand, me dixwest vê tiştî ji holê rakin. Temaşevanên me piştî lîstika me ya ewil li me xwedî derketin û bi xêra wan me sehneya xwe ava kir, ya rast me ji bo wan sahneyek ava kir ji ber ku em hê jî dibêjin ew der ne sehneya me ye, sehneya we ye û wisa jî berdewam dike. Di hundirê çar salan de me 8 lîstik derxist û lîstika me ya nû ya bi navê Kela Dimdimê jî  di demêkê nêz de dê derkeve li hemberî temaşavanan. Bi kurt û kurmancî şaneşîn performans ev e.

Wekî ku tê zanîn li Mêrdînê yekane koma şanoyê ya kurdî û aktîf hûn in, eleqeya xelkê ji bo lîstikên kurdî û şanoyê li Mêrdînê çawa ye? Zêdetir kîjan lîstikên li Şaneşînê tên nişandan, tên ecibandin?

Ya rast ne ku em tenê ne, helbet berîya me jî hin kom hebûn û yên ku dikin jî hene lê yê herî berbiçav em in ji ber ku armanceke me ya ber bi profesyoneliyê ve heye. Li Kurdistanê mixabin konservatuarek an jî saziyek nîne ku ji bo şanoyê perwerdehiyê bidin, di wan salên dawî de komên ku li derdorê hene jî bi taybetî li ser pirsgirikên akademiyê sekinîn û gelek xebatên baş tên kirin ew ji bo me jî kêfxweşiyek e û bi tecrûbeya wan jî em ê dest bi akademiyê bikin. Ya rast em nikarin di derheqê lîstikên xwe de vê cudahiyê çêbikin lê lîstika me ya dawî Sera Pîra bû 25 caran lîst û em dikarin bibêjin ku 25 caran jî hima li Merdînê dilîze ji aliye temaşevnan ve pir zêde hat hezkirin û hê jî dilize. Ji bo me kêfxweşiyek e.

Dema hûn lîstikekê hildibijêrin hûn giringiyê didin kîjan xalan? Her wiha krîtera serkeftinê ji bo lîstikekê çi ye? Dema ku hûn çi li ser sehnê dibinin hûn xwe serkeftî hîs dikin? (li ser lîstikên ku hûn derdixin)

Berê her tiştî em van pirsan ji xwe dikin:

Têkilîya lîstikê û naveroka lîstikê bi civakê re çî ye? Em dikarin çawa nêzik bibin. Di şanoyê de serkeftin ji bo me berdewamî ye. Ji ber ku tecrubeya 35 salan ji me re nîşan dide ku berdewamî û israr gelek tiştan bi xwe re tîne. Yan na wek ku li jor jî hat qalkirin, ev israra me û daxwaza me tunebûya, belkî niha me nedikaribû behsa Şaneşînê bikira lê ev çar sal in bi awayekî daxwaz rêya xwe berdewam dike û wê bike jî. Pevajoya lîstikê ne rehet e, herî kêm çar pênc mehan prova berdewam dike û piştî derketina lîstikê bi rastî jî kelecanyek mezin dide.

Hûn dikarin behsa pêvajoya amadekirina lîstikeke xwe bikin? Hûn di kîjan pêvajoyan re derbas dibin?

Pêşî, lêgerîn û hilbijartina metnê dest pê dike. Bêtir em dixwazin metnên xwe derxin û bînin ser sehneyê heke adaptasyon jî bibe em dixwazin kirasê kurmancî lê bikin. Piştî vê xebata dramaturjiyê çê dibe. Aliyê dramaturjiyê ve ya rast em pir bi şens in ji ber ku du dramaturgên me di nav koma me de ne. Piştî vê ji bo nêzikatiya metnê niqaşan dikin, ew niqas bêtir li ser teoriye disekine. Pişt re prova dest pê dike û divê navberê de kostum dekor tê hazirkirin. Em dikarin bi kurtasî wisa behs bikin.

Heta niha lîstikek heye ku we ji bîr nekiriye û hûn pê serbilind in, eger hebe kîjan e?

Ew pirs li gorî şexsan tê guhertin. Ji ber ku di nav koma me de, du derhenêr hene û tarza her du derhenerên me jî ji hev du cuda ye. Em ne komeke wisa ne ku li ser derhenêrekî disekinin, heta ku ji deste me tê em dixwazin di nav me de nivîskarên me derhênerên me pirtir jî bibin. Ez dikarim li ser navê Recep vî tiştî bibêjim ku projeya ku ji bo karkrên demsalê çêkiribûn pir bi bandor bû. Navê lîstikê Mişk û Mirov bû û ji ber ku projeyek bû negihaşt armanca xwe. Me ew lîstik 10 caran lîst û bêtir li turneyan bajarên cuda cuda me lîst lê xwezî me dîsa bilîsta. Herçiqas ne rast be jî ez li ser navê Umît vê pirsî bibersivinîm ez dibêm bersiva wî Şengê û Penngê bibe. Ji ber ku deh sal in, bi israr wê lîstika zarokan dilîze û dixwaze ku deh salên din jî bilize. Helbet lîstika wî ya dawî jî gelek gotinên xweş li gel xwe anîn.

Bi minasebeta Roja Şanoyê ya Cîhanê dixwazim vê pirse jî bikim, hûn şanoya kurdî li ku dibinin di şanoya cîhanê de

Ji jêrzemînan ber bi şaneşînan ve diçe. Motto ya şaneşînê ye lê bi me dîroka şanoya kurdî jî bi kurt dibersivîne. Îro şanoya kurdî dixwaze bibe sektor, rojên romantîk xelas bûn, axir ku xelas bû. Êdî komên şanoyên kurdî li sehneyên gelek mezin û li bajarên cuda derdikevin hemberî temaşevanan. Û giş xwedî derketin. Helbet em jî wisa. Îro ez di lîstika xwe de li du vî tiştî me, ez çawa dikarim behsa şanogeriyeke kurdî bikim? Divê ku ji ya cihanê cudatir be, an wê teqlîd bike? Ya rast ji bo min bersiva wan ne muhim e, bi xêra wan pirsan ez hertim xwe di hundirê ceribandinekê de dibînim û bi min tiştê herî xweş jî ev e.

Motivasyona we ya şanoyê çi ye?

Ez şanoya gelekî bindest dikim, ez dizanim ku bi rêya şanoyê nikarim şoreşekê pêk bînim an jî tiştekî ava bikim lê ez dizanim ku rêyên din bi rêya hunerê nîşan bidim û bersiva wê bi xwe çi be jî dîsa dixwazim bi rêya hunerê bibersivînim.

Çend têbînî derbarê lîstika nû ya koma Şaneşîn Performansê da, Kela Dimdimê.

Kela Dimdimê
“Ez vî tancî qebûl nakim, Kurmancîyê bênav nakim.”
Ji mesnewîya Feqîyê Teyran û ji romana Erebê Şemo hatiye hazir kirin.

Şanoname û Derhênerî: Recep İçen
Dramaturjî: Ümit Aktaş
Koreografî: Serhat Kural
Muzîk: Wedat Yıldırım
Dekor: Mahmut Wenda Koyuncu
Afîş: Mehmet Latif Sağlam, Şoreş Demircan
Cil û Berg: Sonbol Shojai
Alîkarê Derhêner: Şêrko Janzêm
Teknîk: Bekir Arslanhan
Lîstikvan: Erdal Açıl, Emine Keske Salman, Fatê Saruhan, Mahmut Özarslan, Newal Hewlîn Öztap, Rozerin Yıldız, Şêrko Janzêm, Tuğba Erkek

Wêne ji alîyê Mehmet Latif Sağlam ve ji bo lîstikê hatiye xêz kirin.

Hevpeyvînek lige Recep Îçen

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Jidayikbûye li Colemêrgê. Sala 2020an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî mezûn bûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan