Artêşa Îsraîlê derbasî herêma piştî Çemê Lîtanîyê bûye - NYT
Hêzên bejayî yên Îsraîlê li başûrê Libnanê pêşveçûna xwe domandin û derbasî piştî Çemê Lîtanîyê bûn. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Hunermendên rapa kurdî XEM, Pîroz û Ronî Artîn piştî 4 salan dê li çar bajaran konserên bi navê "Kurdish Rap Nights"ê pêk bînin.
Repbêjan di van rojan de li Stenbolê dest bi turneyê kiriye û dê di meha Sibatê de li Diyarbekir, Mêrdîn û Batmanê dê derkevin ser dikê.
Rephez da biçin konserê dikarin li ber derîyê mekanên konseran bi 500TLyan bilêdan bikirin.
Hunermend dê di 20ê Sibatê li No21a Dîyarbekirê, di 22ê Sibatê li Filintaya Mêrdînê û di 23ê Sibatê li Front Doora Batmanê bi temaşevanan re hev bibînin. Di konsertan de dê hunermendên sûrprîz jî beşdar bibin.
Rapbêjên ku dê Kurdish Rap Nightsê pêk bînin, dê li bajarên Tirkiye, Bakur, Başûr û Dîasporayê jî bibin mêvan. Armanc ew e ku muzîka repa kurdî bi rêya vê turneyê bigihîje asteka bilindtir.
XEM di sala 2008ê de dest bi muzîkê kiriye û Pîroz di sala 2012ê de ketiye nav qada muzîkê. Herdu hunermend di gelek projeyan de bi hev re xebitîne. Ronî Artîn jî di temenê 12 salî de bi Breakdanceê dest bi çanda HipHopê kiriye û di 16 salîya xwe de yekem strana xwe tomar kiriye.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...