PSK Dijî Metamfetamînê Banga Avakirina Platformekê Dike

13/12/2022

Serokê Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel ser karanîna hişbiran hişyarî da.

Bozyel bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku li bajarên Kurdan herî zêde li Dîyarbekir hişbir têne karanîn û bal kişand ser talûkeya metamfetamînê.

‘’Metamfetamîn tîryakîbûnê çêdike û jiber ku erzan e zû belav dibe’’ Bozyel got.

Wî da zanîn ku xesara metamfetamîn çêdike gelek mezin e û dijî belavbûna wê banga avakirina platformekê kir.

Li gor raporên emnîyeta Tirkîyê, di sala 2015an de karanîna metamfetamînê li 54 bajaran hatiye dîtin, lê piştî 2020an li 81 bajaran hatiye tespît kirin. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Fînalîsteke Kupaya Cîhanê Îro Bêlî Dibe

Weşana paşê

Doktor û Dermansaz Dibêjin Derman Nemane, Wezîr Dibêje Nexweş Zêde Ne