
Komîsyona Ewropayê amarên xwe yên sala 2022an parvekir.
Li gor wan amaran hejmara welatiyên Tirkiyê yên ku daxwaza mafê penaberiyê ji welatên Ewropayê kirine gihiştiye rekoreke nû.
Tirkiye di rêza welatên ku herî zêde daxwaza penaberiyê kirine de ketiye rêza sêyem.
Di rêza yekê de Sûriye û ya duyemîn de jî Afxanistan heye.
Tenê di Mijdara 2022an de 8 hezar û 342 welatiyan ji Tirkiyeyê daxwaza mafê penaberiyê kirine.
Bi giştî sala 2022an hejmara welatiyên daxwaza penaberiyê ji welatên Ewropayê kirine gehîştiya 924 hezar kesan.
Ev reqam piştî sala 2016an asta herî bilind e.
Ji wan 12 hezar û 699 kes Kurd in
Li gor daneyan piraniya kesên serlêdan kirine ciwan in û wek sedem jî zordariya siyasî û rewşa xirab a aborî nîşan didin.
Li gor amarên fermî di 10 mehên sala 2022an de hejmara welatiyên ku daxwaza penaberiyê kirine 15 hezar û 957 kes bû û ji wan 12 hezar û 699 kesan diyar kirine ku Kurd in.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.