Pirtûka nû ya Îhsal Birgûlî “Sofî û Monîka” hatiye weşandin

31/08/2023

Pirtûka nû ya nivîskar Îhsal Birgûl ya bi navê ” Sofî û Monîka” ji weşanxaneya NAyê derketiye.

Birgûlî di pirtûka xwe da behsa çîroka Sofî û Monîkayê dike.

Çîroka wan wiha destpê dike;

“Çîroka Mêrik û jinik li hev germbûyî û di destê wan de piyaleyên bi şeraba sor dagirtî. Tam mêrik devê xwe bi gotinên xweş tijî kir ku teklîfa zewacê bide jinikê, çar dilop mîz ji jor de ketine nav piyaleya wî. Çar jî ketine nav piyaleya jinikê ya bi piyaleya mêrik ve zeliqandî. 

Ew merikê xwe bi gotinên kubar û romantîk dagirtibû, bû wekî harekî, bi kefa ji ber hêrsa bi ser devê wî ketî ve:

– Wey min di dê û mak, ter û hişkê wî niyo yê li jorê mîst!

Îhsal Birgûl kî ye?

Ew rojnamevanekî serbixwe ye. Li ser çand û hunerê bi taybetî li ser ziman û wêjeya kurdî dixebite. Pirtûkeke wî ya helbestan hatiye çapkirin. Helbestên wî jî di antolojiyên cuda da hatine weşandin. Ew ji bo malper û e-kovarên cihêreng dinivîse.

Weşana berê

Mirov kengî li mala xwe ye?

Weşana paşê

Muzîsyen Serdar Canan dê li Japonyayê 4 konsertan pêşkêş bike

Te hay ji vê heye?

Tiştên ku berhemekê didin xwendin

Weşangerî jî çalakiyeke bazirganî ye, loma

Hêza Çîrokên Nepenî

Gelo em kîjan çîrokan ji zarokên

Terka Zemên

Perîxan mir. Ji tirsa tenêtîyê her

Fîlîk û Dicle: Motîwasyona Zîzê handana afirandina wêjeyeke têkûz e

Li Tirkiye û Kurdistanê wekî gelek