Pirtûka Baranê: Şahidnameyeke Kamil bo Tarîxa Nêzîk

  • 29/11/2023
Pirtûka Baranê: Şahidnameyeke Kamil bo Tarîxa Nêzîk
Mihemed Şarman Fotoğrafı

Mihemed Şarman

29/11/2023

Pirtûka Baranê ku ayetên baranê rêz dike, bi xwe jî şiîreke pir serkeftî û hêja ye û divê baş were nîşandan. Temerzade şairekî diltenik, hişyar, xwedî terbîyeya edebî û zîrek derketiye ser sehneya edebiyata kurdî. Ez bawer im dê di dahatûyê de hem di nava kurdî de, hem jî di nav zimanên din de cihekî saxlem bigire.

***

Armîn Temerzade, helbestvanekî ciwan e (1999) û ji rojhilatê Kurdistanê ye. Di gel ciwaniya xwe, Armîn Temerzade hay ji hemî dever û parçeyên kurdistanê heye. Xort û ciwanekî di vî temenê xwe de behsa karaset û meseleyên pir giran yên polîtîk û civakî dike; geh Robozik, geh Geliyê Zîlan, geh kuştina Jîna Emînî, geh erdheja li Bakur… Meriv xwe bi xwe re dibêje çi heyf di vî temenî de hewqas karesat li ser milên meriv be û li ber pênûsa meriv bikeve; dîsa meriv dikare bibêje ma pêkan e ku kurd bî, haya te ji van yekan nebe. Ev barê giran ê dîrokê ku hin ji wan di demeke gelek nêzîk de qewimîne, helbet dê bibin para edebiyatê jî. Tişta baş Armîn bêyî alogariyeke xav, ajîtasyonken req, ber’eks bi feraseteke kamil helbestan dihûne, bi serkeftî meseleyê derdibire.

 Bi salan

Aso vala bûn

Vala bûn çiya û newal

Vala bûn

Ev rêzik ji helbesta bi navê Jîna Emînî ne. Wek tê zanîn, Jîna Emînî jineke kurd û ciwan bû ku ji terefê polîsên dewlata Îranê ve, ji ber sergirtinê hat kuştin. Hêj jî ev mesele didome. Mesele kete rojeva dinyayê, heta ku niha jî wek sembol li ser tê axaftin. Temerzede ji vê bûyera dilşewat û travmatîk diguvêşe û jê hêviyê derdixe. Hêvî yek ji  Xwedayên neteweya kurdan e. Sermiyan, çek, xwarin û vexwarina ruhê kurdan e.

Beriya Jînayê li rojhilatê bêdengiyek hebû, tepisandin û serkutkirina dewleta Îranê, neçarî, xizanî û êrişên pasdaran kiriye ku ev der nekare di cih de bitebite. Yanî bi salane aso, ji tekoşînê xalî dixuya heya keçeke kurd bi hebûna xwe bi temenê xwe ev bêdengî teqand. Bi hebûna xwe bedewî; bi tunebûna xwe hêvî û têkoşîn bexşî kurd û jinan kir.

Dîsa bûyereke travmatîk Robozik e, ku 34 kurd ji aliyê balafirên dewletê ve hatin bombebarankirin. Derbarê vê qetlîamê de gelek nivîs û helbest hatin nivîsîn. Temerzadeyê ku baş dizane ew şair e û divê meseleya xwe bi rêya derfet û îmkanên edebiyatê bîne ziman, di van rêzikên li xwarê, bi rêya oksîmoronê metaforeke xurt meseleyê vedigêre:

Ma bîr ji bîr dike

34 kevok

Bi berfa Robizikê

Şewîtin.

Di van risteyen kurt û kûr de şair xwe dispêre bextê bîr û hafizeyê. Eger ‘hêvî’ Xwedayekî kurdan be, Xwedayê din jî ‘bîr/hafize’ ye bi raya min. Berê yekî li paşerojê yê, yê din jî li pêşerojê ye. Kurd di navbera bîr û hêviyê de dijîn. Ev der welatekî xeyalî ye, weletekî paralelî dojeha Rojhilat Navîn e da ku kurd tê de bikarin bistirin. Mijûliya  kurdan bi qasî ku bi xwe re bûye, hewqas jî bi “bîr”ê re bûye; loma bîr êdî ne tiştekî razber e an jî ne têgehek e;  seriyek ji malê ye. Bi kurdan re radibe, bi wan re dirûne, bi wan re diçe serê çiyayayan, bi wan re debara xwe dike. Caran ji wan re dibe rêber, caran dibe birîndarê li ser pişta wan wek barekî bi wan re dixişxişe, loma bîr bi can û bi ruh e; zindî ye ji bo kurdan. Jê re nav û nasnavek heye, xwedî dirûv û sifetekê ye, loma êdî ew jî dikare bi bîr bîne. Ya giring ew e ku bîr jî bîr nake.

Peyitandineke razber û xurt heye di vê hêmayê de, belkî rojek ji rojan dijmin bi herkesî hin tiştan bide jibîrkirin, lê li bîrê nikare bide jibîrkirin, lewre destê dijmin nagihêje wê. Ev rêzik bi tena serê xwe ji lîrîzmeke xurt û estetîk, hem jixwebaweriyekê hem jî dawiya dawî ji xwenasîneke qewî hatiye çêkirin. Şiarekî xort û ciwan yê di vî temenê xwe de bi derûnî û bi feraseta xwe bi ser travmayan re baz dide, helbesteke hêvîbexş, -hem bo navê xwe, hem bo helbesta kurdî-  estetîk û kamil derdixe holê.

Pirtûka Baranê ku ayetên baranê rêz dike, bi xwe jî şiîreke pir serkeftî û hêja ye û divê baş were nîşandan. Temerzade şairekî diltenik, hişyar, xwedî terbiyeya edebî û zîrek derketiye ser sehneya edebiyata kurdî. Ez bawer im dê di dahatûyê de hem di nava kurdî de, hem jî di nav zimanên din de cihekî saxlem bigire.

Pirtûka Baranê bi edîtoriya şair Yehya Omerî hatiye amadekirin, û ji nav Weşanên Pallê derçûye. Berhemeke teql e ji bo helbesta kurdî, ku hêjayî keşifkirin û xwendinê ye.

2 thoughts on “Pirtûka Baranê: Şahidnameyeke Kamil bo Tarîxa Nêzîk

  1. Kenan dedi ki:

    Zimanê kurdî yê qedîm helbestvanên xwe diafirîne. Ew ê nemîne li ber dîwaran wekî zimanê zemanên berê. Xebera xêrê ye.

  2. Hesen dedi ki:

    Helbest tîna agirê dil e. Dilê wî germ bibîne..

Şîrove*

%d