Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Nûnerê RSFê, ji ber edîtorîya Ozgur Gundemê cara 22yê tê mehkemekirin

Erol Onderoglu, nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê, dê careka dî li 15ê Çirîya pêşîn derkeve ber dadgerên Mehkemeya Giran a Stenbolê.

Ev mehkemekirin ji ber beşdarbûna wî di kampanyaya piştgirîya rojnameya muxalif a alî-kurd Özgür Gündem de ye ku di Gulana 2016ê de pêk hatiye.

Ligel Onderoglu, du kes dî jî hene: mafparêz mirovan Sebnem Korur Fincanci û rojnamevan û nivîskar Ahmet Nesin.

Birêvebirê Giştî yê RSFê Thibaut Bruttin dibêje: “Bi 22 caran derketina pêş mehkemeyê ji bo kampanyayeka sembolîk a li dijî pirrengîya medyayê, nûnerê me li Tirkiyeyê ketiye sala xwe ya nehem a mehkemekirina bêdadî. Ev mehkemekirin ne tenê mudaxeleya siyasî ya li ser karûbarên mehkemeyê nîşan dide, herwiha şûrê Damoklesî ye ku li ser çalakîyên RSFê li Tirkiyeyê hatiye rakirin. Em bang li mehkemeya tirkan dikin ku Erol Onderogluyî berat bike û dawîyê li vê tacîza mehkemeyî bîne.”

Beraeteka şikestî

Di Gulana 2016ê de, Erol Onderoglu û nêzî pêncî kesayetên naskirî bi dorê bûne edîtorên mêvan ên sembolîk ên rojane yên Özgür Gündemê (“Rojeva Azad”), ku ew rojname hingê ji alîyê rayedarên tirk ve dihat tehdîdkirin. Ji ber gotarên ku di vê kampanyaya piştgirîyê de hatine weşandin, niho Onderoglu û du edîtorên mêvan ên din, Sebnem Korur Fincanci û Ahmet Nesin, bi sûcên “propagandaya terorê”, “pesindana sûcî an sûcdaran” û “qebûlkirina sûcan” tên mehkemekirin.

Li gor Qanûna Dijterorê ya hejmara 3713 û zagona cezayî ya tirkan, sûcdarên ev sûc kirîn dikarin cezayê 14 sal û 6 mehan bistînin. Onderoglu ji ber heman dozê ketiye hepsê û derketiye lê doza wî dewam dike.

Erol Onderoglu, ji Sibata 1996ê ve nûnerê RSFê yê Tirkiyeyê ye, rojnamevan û mafparêzekê biheyecan ê azadîya çapemenîyê ye ku gelek xelatên navneteweyî standine. Raporkirina wî ya durust, ku li seranserê cîhanê tê naskirin, ew kiriye kesayetîyekê pêşeng li Tirkiyeyê.

Çavkanî: RSF, Botan Times

https://rsf.org/en/t%C3%BCrkiye-22nd-hearing-rsf-representative-judicial-harassment-must-stop

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

Ciwanmerd Kulek: Bîranînên min ji ku bin, çîrok û romanên min jî ji wir in

Pall Weşanê diyar kir ku dê sibata 2025an romana nû ya Ciwanmerd

Siberoja Kurdên Rojava ber bi ku ve diçe?

*Wêne: Delil Souleiman, AFP. Di 8ê Kanûna Paşîn a 2024an de li