Belkî divê em jî wekî Isîs li seranserê dinyayê li pey perçeyên xwe yên wenda bikevin. Ji mûzexane û kitêbxaneyan bigire heta li goristanan binêrin da ku perçeyên xwe yên ji me hatine veqetandin peyda bikin û binîn ba hev. Xwe bi van parçeyan bikemilînin û ronesans, yanî vejîna xwe pêk binîn.
***
Ronesans wekî peyvekê tê wateya vezayîn yan jî zayîna ji nû ve û bizav û tevgereke çandî, hunerî û fikrî refere dike ku dora sedsalên 15 û 16emîn li Ewropayê pêk hatiye. Di gotar/dîskûrsa dîroka Ewropa-navendî de, Ronesansa Ewropî rê li ber avakirine dinyaya modern vekir û ji ber vê yekê netew û gelên din ji bo ku modern bibin divê heman ronesansê wekî modeleke bipejirînin.
Ji bo Ewropiyan peydakirin û ji nû ve qîmetdayîna metnên Yewnana Kevn yek ji hewldanên bingehîn bû ji bo pêkanîna Ronesansê. Bi wî awayî xwestin ku çavkaniyên xwe yên bingehîn ku bi riya doktrînên Xirîstiyanî û Kîlîseyê jê qut bûbûn, ji nû ve bi bîr bînin û yad bikin.
Nivîskar û rexnegirê Kenyayî Ngugi wa Thiong’o di berhema xwe ya bi navê Tiştekî Nû û Çiriyayî: Ronesanseke Afrîkîde wate û îmkanên ronesansekê li Afrîkayê nîqaş dike û pirseke giring dipirse: Gelo çavkaniyên fikrî, çandî û hunerî yên Afrîkî li ku veşartî ne ku em wan rizgar bikin û em xwe pê bikemilînin? [1]
Ngugi di berhema xwe de bi trajediyên Waiyaki û Qral Hintsa dest pê dike da ku çavkaniyên qedîm yên Afrîkayê nîşan bide. Waiyaki yek ji wan pêşengên berxwedanê yên li dijî dagirkeriya Brîtanyayê bû. Piştî betalkirina peymana aşitiyê ku Brîtanyayê îmze kiribû, ew êrişî keleha wan a leşkerî dike. Gava ku hêzên Brîtanî di dawîyê de wî êxsîr digirin, Waiyaki ji herêma wî derdixin ku bingeha hêza wî bû û li ser rê bi zindî, wî serjêrkî binax dikin. Ji bilî hovîtiya wî, binaxkirina wî ya bi vî rengî xerakirina adetên merasîma cenazeyan ya dînê Gĩkũyũ bû ku hewce bû ku berê rûyê wan li Çiyayê Kenyayê bûya, ew cihê ku ‘Xwedayê Mezin’ lê rûdine.
Brîtanyayê bi heman awayî, li Afrîkaya Başûr, Qral Hintsayê pêşengê berxwedana Xhosayê, di hevditîna peymana aştiyê de êxsîr digire, serê wî jê dike û dibe Mûzexaneya Brîtanyayê, mîna ku serê jêkirî yê Qralê Maoriyan ji bo Zelandaya Nû biribûn. [2]
Lê belê ne tenê serên însanan bûn ku ji laşên xwe hatine qutkirin. Ew dagirkeriya ku jê re digotin ‘feth’ kitêb, kitabe, destxet, peyker, wêne û gelek berhemên bi wî rengî ji hawirdorên xwe jê kirin û li mûzexaneyên kolonyal hatin nîşandan. Ji ber ku ev ji kok û gewdeyên xwe bûne, êdî ne zindî ne. Serên jêkirî, kitêb û hunerên dizî, kavilên awahiyên wêrankirî, êdî wekî meta ji bo seyr û temaşeyê ne. Di ser de, wekî serên jêkirî ev berhemên hunerî û çandî bûne mijarên xebatên akademîk ku armancên xwe wekî lêkolînên çand û medeniyetên mirî pênase dikin. [3]
Ngugî di dawiya berhema xwe de dibêje ku di serî de serên me, ew hemû nîşaneyên kuştin û hebûna me ya jihevketî, heta ku li mûzexaneyên kolonyal bimînin, ew ser û laş û pê, ew nivîskar û kitêb û xwendevan, ew hunermend û huner û hunerhez em nikarin bînin ba hev û em nikarin ronesansa xwe ya nû jî pêk bînin.
Lê pêkanîna ronesanseke bi wî rengî ne hêsan e. Berê her tiştî, em bi ser û mêjiyên ku bi riya perwedeyê li ser laş û gewdeyên me ava kirine diçin mûzexaneyan û serên xwe yên jêkirî temaşe dikin. Ew serên jêkirî ku tirs û bêhêviyê têxin dilê me, baweriya me ya ji bo felatê jî ji me dikuje.
Ngugi ji bo çarenûsiyê pratîkên yadkirinê (remembrance) li hember yên jibîrkirin (dismemberment) bi kar dianî. Têgeha dismemberment wateya jihevketinê heye û remembrance hem wateya lihevanîna parçeyên jêkirî heye hem jî bîr û hafizeyê destnîşan dike. Mirov tenê perçeyên xwe yên jêkirî bîne ba hev dikare bi bîr bîne û yad bike.
Ngugi îlhama vê çarçovekirinê ji mîtolojiya Misrê Osîrîs, Isîs and Horusê werdigire û wiha dinivîse:
Osîrîs bi destê birayê xwe Set tê kuştin û darbesta wî jî diavêjin Nîlê. Xwîşka wî Isîs darbesta wî peyda dike û vedişêre. Lê Set bi tesadufî hebûna darbestê kifş dike û gelek diqehire. Laşê Osîrîsê dike çardeh parçe û wan li seranserê Misrê belav dike. Isîs ji ber hezkirin û girêdana wê ya bo birayê xwe, bi rê dikeve û seranserê Misrê digere da ku perçeyên laşên birayê xwe peyda bike. Her cihê ku perçeyeke wî peyda dike li wir tirbeyekê ava dike. Bi lihevanîn û berhevkirina (re-member) perçeyên Osîrîs careke din vedijîne. Ji berhevkirina perçeyan û pêkanîna merasîmên şînê yên guncav, yekparebûna laşekî ku bi xwe û giyanê xwe re tê bibîranîn derdikeve holê.
Gelo ji Loristan, Hewreman, Botan, Baban, ji Rojkan bigire heta Amêdî, Silêmanî, Urmiye û Elegezê piştî ewqas ronesansên şikestî li gel welatekî bi têldirk û sînorên jihevketî, bi laşên parçekirî, bi kitêbxaneyên talankirî, kitabeyên şikandî, bi arşîvên dizî em ê bi çi awayî ronesanseke nû pêk binîn?
Belkî divê em jî wekî Isîs li seranserê dinyayê li pey perçeyên xwe yên wenda bikevin. Ji mûzexane û kitêbxaneyan bigire heta li goristanan binêrin da ku perçeyên xwe yên ji me hatine veqetandin peyda bikin û binîn ba hev. Xwe bi van parçeyan bikemilînin û ronesans, yanî vejîna xwe pêk binîn.
Çavkanî:
[1] Ngugi wa Thiong’o, Something Torn and New: An African Ronesans, 2009.
[2] Ji bo di pêkanîna îmajên kolonyal de rola mûzexaneyan bnr. Şener Ozmen, ‘Têbîniyên Amerîkayê VII’: https://botantimes.com/tebiniyen-amerikaye-vii/
[3] Tejaswini Niranjana, Tarih, Post-yapısalcılık ve Sömürgecilik Bağlamında Çevirinin Konumu, Everest, 2023; Edward Said, Şarkiyatçılık, Metis, 2017.