Mihrîcana Surfestê: Hewldana parastina çanda kurdewar

07/10/2024

Di çarçoveya parastina mîrateya çandî û bidestxistina mafên çandî de Komeleya Çand Huner û Wêjeyê Ya Jinan (KASED) li navçeya Sûra Amedê bi navê “Surfest”ê mihrîcanek li dar xistiye.

Mihrîcana Surfestê di 29ê Îlonê de destpê kiriye û heta 5ê Cotmehê gelek konser û çalakî pêk anîne. Di roja dawî ya mihrîcanê de, di destpêkê de koma JinMAyê derketiye ser dikê û piştî wê jî bi armanca parastina çanda cil û bergên kurdewar defîle hatiye kirin.

Mihrîcana ku ji alîyê gelek derdorên siyasî û sazî-dezgehên çandê ve jî rastî eleqeyeka mezin hatiye, li Konaqa Cemîl Paşa hatiye lidarxistin.

Li ser armanc û naveroka Surfestê, yek ji endamên KASEDê Serap Ergîn bi bianet kurdî re axivîye.

Serap Ergînê dîyar kiriye ku di mihrîcanê de hewl dane ew texrîbata ku heta niho li kolanên Sûrê pêk hatiye, bi festîvalên çanda kurdewar re ji holê rakin û wiha gotiye:

“Tê zanîn ku di encama polîtîkayên qirêj de hem li ser jinan û bi tevahî li ser çanda kurdan qirkirin heye. Em bi naveroka mihrîcana çandî dixwazin pêşî li vê qirkirina heyî bigrin.”

Nivîskar: Wesîla Torî

Çavkanî: Bianet Kurdî, Botan Times, “Endama KASEDê Serap Ergîn: Em dixwazin bi Mihrîcanên wek Surfestê pêşî li qirkirina çandê bigrin”, 7ê Çirîya pêşîn a 2024an,


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

Altan Tan: Axaftinên Erdogan û Bahçelî yên dawîyê tenê ji bo “xelaskirina rojê” ne – Amîdahaber

Weşana paşê

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê