Pirtûka “Meşa Kîso: Çîroka Medya Kitabevi” ya Selahattin Bulutî derketiye. Selahattîn Bulut yek ji nivîskarên Botan Timesê ye jî.
Nivîskar di pirtûkê de behsa serhatîyên xwe yên salên 90î li Stenbolê û avakirina Medya Kitabevîyê dike ku bûye maleka girîng ji bo weşangerîya kurdî.
Nivîskar têkoşîna çandî tîne zimên
Bulut di pirtûka xwe de behsa astengên li pêşîya weşangerîya kurdî dike. Kitêbçîyên wê demê ji tirsa nedixwestin kitêbên kurdî li ber çavan bin û ew di refikên paşîn de vedişartin.
Avahîya mala kurdî ya çandî
Nivîskar destnîşan dike ku armanca wî avakirina cihekê taybet ji bo pirtûk, band û kovarên kurdî bû. Wî dixwest hemû weşanên kurdî û yên li ser kurdan bibin xwedî cihê xwe yê layiq û li ber çavan bin.
Belgenameyeka dîrokî
“Meşa Kîso” şahidîya serdemeka girîng a weşangerîya kurdî dide. Ev pirtûk ronahîyê dide ser têkoşîna çandî û zimanî ya kurdan di salên 90î de li Tirkîyeyê.
Çavkanî: Weşanxaneya Avestayê
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.