Sala 2007an gava min dest bi nivîsînê kir û ev bi xwe kurdî bû, nedihat bîra min ku sal bi sal ez dê ewçend pê ve bême girêdan. Erê, min hest pê dikir ku ne hewesek e didime dû wê lê ne berdewamiyeke rijd jî bû ya min xeyal dikir. Ne îlhameke safî jî bû ya min bi temamî, ne jî dîsîplîneke nişmî. Di navê de diçûm û dihatim wisa, car hêdî car bilez, car kêm car zêde. Lê inyadek hebû ku ne wê dev ji min berdida, ne jî min terka wê dikir. Vê yekê timdaîmîtiyek li min ferz dikir, û berdewamiyek.
Niha jî berdewamiyeke din ji min tê xwestin, a rastî ez jî dewa vê ji xwe dikim. Heftane, nivîsarek. Hez dikim ji vê, ji sparîşan, ji ferzkirinên nivîsî. Bi min dihesîne ku nivîsîn jî karek e, pîşeyek. Û ku deadlineek jî tê de hebe, û têra xwe jî kurt be, kêf kêfa heyecana te ye. Lîstikek e ev, ne zêdetir. Bifikirin ku hinekan sîleh daniye ber serê me û dibêjin lazim e di nav du saetan de çîrokekê binivîsî, çîrokeke baş û heta niha kesî nenivîsî. Ûfff. Nivîsîneke bi hemû şaneyên laşê xwe, li tiştê nemayî mirov difikire, li tiştên nebûyî.
Dema me kêm e, her hefte lazim e çend gotinan ji we re bikim, û yên nû. Ez dê çi binivîsim? Ji aş û baş. Çinku karakterê min wisa ye û wisa bawer dikim ku hemû nivîs dişibin karakterên nivîskarên xwe dawiya dawî. Belawela me, halmîn û mest. Nivîsarên min jî herhal dê di vê teqlê de bin. Bêtir dixwazim nivîsarên edebî, kulturî û fikrî bin, carinan bela xwe li siyasetê bidim, ji ber hezkirina xwe bi xeşîmî berê xwe bidim dîrokê, ku aciz bûm derheqê muzîk, sînema û şanoyê de biaxivim, çavdêriyên xwe yên mirov, mekan û bajaran binivîsim, caran li pey (nûçe)çîrokan bikevim, hevpeyvînan bikim, rexneyan bigirim û bikevim nîqaş û polemîkan, heftenivîskan bidim ser hev, her tişt, ku hema çi bê bîra we, mimkin e rojekê di van nivîsaran de ji we re bêje merheba. Lê her çi jî bê nivîsîn dê ji nav meseleyên me yên şexsî û civakî be, ji ber ku baweriya min bi vê tê. Û hez dikim caran li gor daxwazên we jî binivîsim, texsîr nekin bibêjin, nivîskarê me, ka vê hefteyê jî li ser filan meseleyê binivîse. Ser çavan.
Bes tiştek heye ku ew dê tim li navenda nivîsaran be: zimanê edebî, takekesî, amatorî. Sala 2015an, sala min a duyem a zanîngehê bû û ji Mûşê bi yatay geçişê hatibûm Mêrdînê. Di dersa me ya edebiyata kurdî ya modern de, ji me her carê dihat xwestin ku em meqaleyan binivîsin. Mamoste jî di vîzeya ewil de ji min xwestibû li ser çîrokên Nûredîn Zaza binivîsim. Min hilda nivîsî, piştre hat di dersê de got kê çi puan stendiye. Dor hat min û ji min re got ka rabe, wateya çend peyvan ji min pirs kir. Peyvên min ên meqaleyê bûn, bawer nekiribû ku min meqale nivîsiye (dikenim), dûre got 95. Got, “Tu dizanî min çima 5 puan kêm kiriye?” Min got, “Çima?” Got, “Zêde edebî ye.”[1] Xuya ev ziman tim dê bi min re bimeşe.
Enzo Traverso di hevpeyvîneke xwe de gava behsa wan dîroknasan dike ku bi zimanekî takekesî û cînavka “ez”ê dinivîsin û pêwendiyekê di navbera xwe û bûyeran de çêdikin, dibêje “bi vê rêyê rabirdû dibe serboriyeke subjektîv, dibe tiştekî aîdê warê şexsî ne aîdê hişmendiyeke hevpar a dîrokî.”[2] Ev tişta ku Traverso ji bo dîroknasan dibêje em dikarin ji bo xwe bibêjin? Ev tiştên ku em dinivîsin dê bibin xweşitexlaneke şexsî an dê bibin dilopek ji vê behra hişmendiyeke hevpar û tevkariyekê lê bikin? Georgy Lukacs dibêje “nivîsar (deneme/essay) darizandin e,” di nameyeke xwe de. Baş e lê nivîskar ji kû vê darizandinê bi dest dixe? “Ji xwe, ji ez’a xwe,” dibêje Lukacs.[3] Nivîsarên weha ne tenê tevkariyê li hişmendiya hevpar dikin, wê hişmendiyê didarizînin jî. Mebest ji vî zimanê takekesî jî ew e. Darizandin, kêm zêde.
Û amatorî. Qismen a ku Edward Said behs dike. Azadiyeke berfireh ku dorsînoriyê dişikîne, lê ne lafezaniyeke bêçune. Zewq û heyecaneke berdewam di qad û mijarên cuda de, lê ne kerixîneke eşkere. Ku rê li ber darizandinê jî xweş dike, û vegotineke yekser jî. Jixwe ev nivîsarên heftane jî vê li me ferz dikin: Bêyî ku zêde bibî bînî, kûr werî dûr herî, bi hûrî li ser vekolî, gotina xwe yekser bibêje. Wêrekî jî ji vir tê, ji amatoriyê. Û hinekî jî ev kurmê amatoriyê bû nehêla teza xwe ya masterê binivîsim û dev jê berdim. Yek ji biryara min a herî sûdbexş.
Biryara din jî avakirina weşanxaneyê bû. Û niha bi arezûyeke şêtane di ber karê weşanxaneyê re dinivîsim. Barê xwe giran dikim, lê xweşiya lîstikê jî ev e. Û dixwazim bi vê lîstikê her hefte merhebayeke yekşemî li we xwendevanan bikim. Me go merheba?
Çavkanî:
[1] Bo xwendinê, “Zimanê ku Dimeşe: Pêdaçûnek li ser Zimanê Edebî û Çîrokên Nûredîn Zaza”, Wêje û Rexne, j. 5, 2015.
[2] Cînavkên Dîrokê: Hevpeyvînek bi Enzo Traverso re, Wer. Hatice Kılıç, https://xecamamo.wordpress.com/2023/04/13/cinavken-diroke-hevpeyvinek-bi-enzo-traverso-re/ (17.06.2023)
[3] Georgy Lukacs, “Denemenin Doğası ve Biçimi Üzerine: Leo Popper’e Mektup”, Wer. Nurdan Gürbilek, Defter, 1987, j. 1, r. 121-2.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.