Mêran di meha Tîrmehê de tundkarî herî hindik li 61 jinan kirine. Mêran, herî hindik 13 zarokên keç û kur îstismar kirine û 4 zarok jî kuştine.
Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 25 jin û 4 zarok kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Tîrmehê de ji bo mirinên 28 jinan gotine “mirinên bigûman”.
Mêran di heft mehên destpêkê yên salê de 218 jin kuştin.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatin
Semsûr (2), Afyon (1), Aydin (2), Dîlok (1), Antalya (1), Bursa (2), Çorum (1), Denizli (1), Amed (3), Duzce (1), Xarpêt (1), Stenbol (1), İzmir (1), Karabuk (2), Kırıkkale (1), Kocaeli (1), Muğla (2), Sakarya (1), Sêrt (1), Riha (1), Zonguldak (1).
Mêran tundkarî bi kêmanî li 61 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 13 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 10 jin tacîz kirine. Mêran di meha Tîrmehê de 31 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Mêran bi kêmanî gefa kuştinê li 24 jinan xwarin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Ji bo agahîyên zêdetir bitikîne.