Çavên min westîyane ji şahidîya bêbextîya van bajaran û dilê min di nava rezîlîyê da piştxûz bûye. “Bêhna xwînê tê li ser peyarêkan.” Di tarîya berbangê da xewa çivîkan a sibehê… Xewnên talankirî yên “pitikan” bi sîrenên şewat qut dibin. Şevên ker û lal, bi çûyîna bêveger ducanî ne.
***
Ez ji bajarên ku çem di nav wan ra diherikin hez dikim lê çi fêde dilên bajaran bi nişterên balaxaneyan wêran bûne. Ezman biçûk bûye, çûk sêwî mane. Ewran jî bender terikandine. Ezman bixçika xwe girtîye û terkîweten bûye. Baran jî bi xezeb dibare. Dengê dilopên baranê ku li pencereyan dikevin ev demekî dirêj e bûye dîmeneke ji çîrokan.
Ji wexta ku li şûna xanîyan bi şibakeyên xwe silav didan hev, balaxaneyên qerase avabûn, dengên kornayên seyareyan her tim li kuçe û kolanên van bajarên kaotîk bilind bûn. Aniha ev bajarên bênasname, teslîmî lampeyên neonê bûne û di nav lewheyên ronî da rihê xwe winda kirine.
Mija xwekuştinê xwe bera ser sûkên rengîn daye. Avahîyên ku li dû hev hatine bicihkirin, ji bajarekî bêtir dişibin kelehên nebaşîyê. Qesrên serxweş ên kapîtalîzmê… Qesrên ku dema hûn li hundir in rêzdarîya siltanî nîşanî we didin lê gava hûn derdikevin dervê miameleya qeşmerekî bi we ra dikin. Li van bajaran bi qasî ku li saetan tên nêrîn ew qasî li rûyê mirovan nayê nêrîn. Di navbera siltanî û qeşmerîyê da bi tenê derîyekî ji camê heye. Derî dizîvire, dewran diguhere.
Ev bajarên bêrih, di lepên demê da, we mîna çewalên pemboyan diavêjin vir û wir. Ji mirovan zêdetir wesayît li ser asfalta wan digerin. Li şûna bêhna xwêdanê, bêhna egzozên seyareyan we dişîne oxira şevê. Kesên bilezûbez, ji rûyê mirovan zêdetir li saetên xwe dinihêrin ji ber ku li her derê îhtîmala derengmayînê heye lewra wext, neqda herî biqîmet e di vê kaosê da.
Qedrê du gotinan jî nayê zanîn, ziman zenûn bûye, devê mirovan sikumîne li meyxaneyên van kelehên bêrih. Pere, di dilê mirovan da bûye birîneke xedar. Li her tebeqeya her balaxaneyê qala pereyan tê kirin. Her mirovek, kesek e; lê ne dengek e, ji ber ku dengên wî/ê di dûkela lokomotîfên tirsê da tepisîye.
Şerê mirovên mekanîzekirî…
Çaryanên van bajaran wek qada şer in. Ev şerek e di navbera mankenên bêcan ên li ber camên dikanan û mirovên mekanîzekirî ,yên ku çi ji wan tê dikin, da ku cil û bergên li ser mankenên bêcan bikirin û li xwe bikin.
Her tişt xeyalî ye, her tişt bêhesab biha ye.
Camekan, wek govenda agirê eşîrên ku qibleya xwe winda kirine. Her tişt ji camê hatîye çêkirin, tiştên ku bêhna jîyanê jê tên dûrdest in. Dibe ku di nav lepên zaliman da dîl mabin an jî di nav nivîneke kevin da mîna keslanên Bexdayê razayî bin. Jîyan, bixwe ji bo bimire radizê.
Ez ji bajarên ku çem di nav wan ra diherikin hez dikim. Çaryanên fireh, peyarêkên bêhna gulan jê difûrin… Sermeselê, ez ji darên gûzan hez dikim û ji dirêjbûna bin sîya wan û ezmanên ku çivîk bi azadîyê sermest in. Ez ji temaşekirina bajarên ku di neynika çemên zelal da diherikin hez dikim.
Ez ji çirayên qirêj ên bajarên bênasname ditirsim. Qêrîna motoran, min dixeniqîne. Çerxên bêrehm ên kapîtalîzmê mejîyê min dihêrin û hespên bûrjûwazîyê dikevin ser alifê ku mejîyê min tê da mîna kayê bûye. Xwîna min li ser sifreyên bêrûmet ên arîstokrasîyê wek şerabê tê vexwarin di tasa serê min da.
Çavên min westîyane ji şahidîya bêbextîya van bajaran û dilê min di nava rezîlîyê da piştxûz bûye. “Bêhna xwînê tê li ser peyarêkan.” Di tarîya berbangê da xewa çivîkan a sibehê… Xewnên talankirî yên “pitikan” bi sîrenên şewat qut dibin. Şevên ker û lal, bi çûyîna bêveger ducanî ne.
Melodîya bajarên biçem…
Çiqas nazik in bajarên ku çem di nav wan ra diherikin, êvaran çiqas xweşik in. Çûk, asoyên van bajaran dipêçin bi baskên xwe yên zimrudî, her ku şeveqa tilî bigul, beyanî baş dibêje. Bêhna şaristanîyê tê ji kolanên kevnare. Şopên tilîyên gelek mîmarên navdar, hîn jî li ser abîdeyên wan zindî ne. Dîrok, li ser sifreya dewlemend rûniştîye û bi erdnîgarîyê ra di gerînekên sohbeteke felsefî da ye.
Ez navên bajarên ku çem tê de diherikin dinivîsim û bi milyon caran nexşeyên wan li ser kelpîçan xêz dikim. Ez dizanim li van bajaran “helbest û stran xwişk û birayên hev in.” Hemû ziman, amûrên vê orkestraya mezin in. Melodîya konçertoyên kemanê di dilê min da… Guhên min bi awazên bilûrê serxweş in.
Ez, ne zarokê gengeşîyê me. Min venexwîne şevên ku dilên bajarên wan bi leza taksîyan xwîn vedireşin. Ey jiyana min, bila ez, rêhevalên xwe hembêz bikim li bajarên ku çem diherikin. Bila ez bikarim li çayxaneyeke biçûk, li ser huner û jiyanê çend gotinan bibêjim. Ey canê min, ji çaydanekî dûkelî vexwarina çayeke qaçax, zêde nebîne ji min ra.
De were, gora min li derûdora bajarekî wiha bikolin. Hûn li benda çi ne? Ev wesîyeta min a dawî ye. Di bin sîya balaxaneyan da gorekê ji min ra amade nekin. Bila roj, axa gora min bibîne. Li şûna mankenên -abîdeyên estetîk- ên ku dikanan bi dest dixin, bila pîrejinên dest bihinne, di ber qebra min ra derbas bibin û fatîheyên nîvoqirço li ser rihê min bixwînin.
Bila hejmar li ser gora min neyên danîn. Bila li ser kevirên qebra min helbestên min bên nivîsîn. Ez dizanim çem, bilûrên bajaran in. Min qebûl e her newaya bilûrê, bes bila şînîya ezman ji qehweya çavên min kêm nebe.