Diyarbakır’da şeker pancarında hasat başladı: Çiftçinin gözü fiyatta
Diyarbakır’da şeker pancarında hasat dönemi başladı. Aylar önce toprakla buluşturulan pancarlar, biçerdöverler ve söküm makineleriyle tarlalardan çıkarılırken, üreticiler bir
Komîsyona Dîyarkirina Meaşê Kêmane ya Tirkîyê dê îro Çarşemê mûçeya herî kêm ya sala 2023yan bêlî bike.
Wezareta Xebat û Ewlehîya Civakî bo dîyarkirina mûçeya herî kêm anketek çêkir.
Di encama anketê de, wezaretê dîyar kir ku divê mûçeya herî kêm 7,630 lîra be ku teqabulî 410 dolaran dike.
Meaşê kêmane par 2,825 lîra bû û di serê salê 2022yan rabû 4,253 lîrayan.
Di meha Tîrmehê de bi zêdekirina %30 meaşê kêmane bû 5,550 lîra.
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirk (TÜRK-İŞ) meha borî dabû zanîn ku li bo maleke çar kesî sînorê birçîbûnê 7,786 lîra ye.
TÜRK-İŞ dîyar dike ku bi lêçûnên mehane yên mecbûrî yên wek cil, xanî, kira, ceyran, av, şewit, perwerde, saxlemî sînorê xizanîyê 25,364 lîra ye
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...