Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Malbata Şenyaşar dê Nobeta Edaletê êdî li Enqereyê bidomîne

18/07/2023

Malbata Şenyaşar ragihandiye ku piştî dadgehê Fadil Şenyaşar tehliye nekiriye wan biryar girtiye ku dê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê êdî li Enqereyê bidomîne.

Danişîna 2emîn a doza Malbata Şenyaşar ku bi têkildarî ferdên wan ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AK Partîyê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin li Meletîyê pêk hat.

Di danişînê da Malbata Şenyaşar li bendê bû ku Fadil Şenyaşarê girtî were berdan lê dadgehê biryara berdanê nedaye.

Ji parêzerên malbatê Bulent Dûran piştî dozê dibêje; “Em ji destpêkê ve dibêjin delîl, faîl û kujerên vê qetlîama hovane hatine veşartin.”

Ferît Şenyaşarê ku birayê wî Fadil Şenyaşar dîsa nehatiye berdan ji Ajansa Mezopotamyayê ra ragihandiye ew ê Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê bi dawî bikin û çalakiya xwe li ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê bidomînin.

Çi bûbû?

Di 14ê Hezîrana 2018an da di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPyê da êrîşa çekdarî pêkhatibû.

Di encama êrişê da Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.

Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê da bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan