Li Pêşangeha Batmanê Herî Zêde Kîjan Kitêb Hatine Firotin?

21/10/2024

Li Batmanê pêşangeha kitêbên kurdî hat lidarxistin. Pêşangeh bi hevkarîya Komelaya Lêkolînên Ziman û Çandê, Şaxa Egitim-Sena Batmanê û Şaredarîya Batmanê hat lidarxistin. Pêşangehê 16yê Cotmehê dest pê kir û 20ê Cotmehê qedîya.

Ev yekemîn û tekane pêşangeh bû li Batmanê ku bi tenê weşanxaneyên kurdî beşdar bûne.

Weşanxaneyan bo Botan Timesê “kitêba xwe ya herî zêde hatîye firotin” destnîşan kir. Ji wan kitêban 8 heb bi tirkî ne 17 heb jî bi kurdî ne. Ji nav kitêbên kurdî, du ji wan ji soranî hatine wergêran bo kurmancî. Herwiha li gorî daneyên berdest (bersivên weşanxaneyan), li gorî fuara par ya li Amedê (TUYAP), sê kitêb nehatine guherîn, yanî du kitêbên ku par herî zêde hatibûne firotin îsal jî ew kitêb herî zêde hatine firotin ji alîyê weşanxaneyên wan ve, ew jî ev in: Kurdîzan (Weqfa Mezopotamyayê), Metoda Kemanê (Weşanxaneya Ma) û Şador (Weşanxaneya Lîsê).

Lîsteya kitêbên herî zêde hatine firotin

Weşanxaneya Doyê

Dönüşü Olmayan yol – Hasan Bilici

Weşanxaneya Avayê:

Kûçeçîrok – Ronî War

Weşanxaneya Pallê

Gabor – Seyîd Qadir Hîdayetî

Weşanxaneya Aryenê

Modern Kürt Tarihi – David Mcdowall

Weşanxaneya Delalê

Wexta Ez Mezin Bûm Ez dê Çi Karî Bikim – Vladimir Mayakovskî

Weqfa Mezopotamyayê

Kurdîzan – Tahırhan Aydın, Abdurrhaman Adak, Zülküf Ergün, Mikail Bülbül: Kurdîzan – 1 (Pirtûka Dersê – Pirtûka Xebatê)

Weşanxaneya Dozê

Kürt Aklı – Necat Zanyar

Weşanxaneya Morî

Şengê û Pengê

Weşanxaneya Mayê

Metoda Kemanê – Brusk Zanganeh

Weşanxaneya Vateyê

Ferhengê Kirmnancki Zazakî Tirkî – Gûrab Vateyê

Weşanxaneya J&Jyê

Mîrê Çîyayan – Cihan Yıldırım

Weşanxanya Sîtavê

Eski Kürt Tarihi – Ako Mîhemed Mîrzadeyî

Weşanxaneya Sîdar

Dageha Evînê – Feysel Özdemir

Weşanxaneya Tamara/Bêjing

Senfonîka – Dilbirîn Dilo

Weşanxaneya Nayê

Doktor Jîjo – Sîya Sîtav

Weşanxaneya Lîsê

Şador – Dilawer Zeraq

Weşanxaneya Cervantesê

Hotel Dinya – Ali Smith

Weşanxaneya Zîzê

Bor – Çiğdem Baran

Weşanxaneya Nameyê

Acının İç Sesi – Med Reşiyan

Zilan Akademi

Orjnal Belgeler Işığında Bediuzzeman Eserlerinde Yapılan Tahrifatlar – Abdullah Can

Weşanxaneya Belkî

Janya – Rênas Jîyan

Weşanxaneya Nûbiharê

Kürtler ve Kürdistan Tarihi- Muhammed Emin Zeki Beg

Weşanxaneya Aramê

Kırık taşlar – Rojbin Perişan

Weşanxaneya Dara

Serê Şevê Çîrokek – Selîm Temo

Weşanxaneya Avestayê

Qêrînek di Gewrîya Şevê da Ma – Eta Nehayî

**Li gorî gotina weşanxaneyan, ne kitêbek lê 3-4 kitêb bi hev re, nêzî hev, herî zêde hatine firotin, lê ji ber ku me navê kitêbekê ji wan xwestîye, wan jî kitêbek ji me ra gotine.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Engin Ölmez

Jidayikbûye li Colemêrgê. Sala 2020an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî mezûn bûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Weşana berê

Nivîskarîya Hesenê Metê dê bê gotûbêjkirin

Weşana paşê

DW: Em hewil didin beşa kurdî vekin!

Te hay ji vê heye?