Li gundê Qetînê yê bi ser navçeya Karaza Amedê ve, li kursa Quranê ji alîyê mamosteyî ve destdirêjî li zarokan hatîye kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kesekî bi navê Osman E destdirêjî li zarokan kirîye û ew di îfadeya xwe da tîne ziman ku sucê xwe qebûl dike.
“Ji zarokan yekê tiştên hatine serê wan ji malbata xwe re vegotîye û bi vî awayî ev bûyera tacîza zayendî derket holê. Li ser gilîkirina malbatê Osman E. hat binçavkirin. Osman E. di 7ê îlonê de ji alîyê Dadgerîya Cezayê Sulhê ya Nobedar ve hat girtin. Hat zanîn ku Osman E. bi gotina “ez poşman im” xwe parastîye.
Osman E. di îfadeya xwe de dibêje ku zarokan wî masaj kirîye û paşê jî tacîza zayendî pêk anîye. Osman E. gotîye, “ez bi yek carekî ketim nava xefletê” û sûcê xwe îtîraf kirîye û gotîye: “Paşê min xeletîya xwe ferq kir û min zarokê şand odeya wê. Ez poşman im.”
Hat dîyarkirin ku gelek zarok li wê Kursa Quranê bi tacîza zayendî re rû bi rû mane. “