Walîtiya Şirnexê ragihandiye ku li navçeya Elkê ya Şirnexê çûn û hatina hin deveran heta 5ê tebaxê hatiye qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê herêmên Çemê Red (Çoltara Gundê Bilbêsê), Girê Okuzbûrûn, Çemê Kanîreş, Çemê Ballîyê ji çûn û hatina welatîyan ra hatiye qedexekirin.
Biryara qedexeyê 29ê tîrmehê saet 17.00ê destpê kiriye û dê heta 4ê Tebaxê saet 24.00ê dewam bike.