KURTEPIRS: Ali Kemal Çınar

10/09/2024

Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?

Ka tu li ku derê yî? 

Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?

Morî ye, (keça min) hezkirina jîyanê jî bo min tişteki ewqas biçûk e, wekî morîkekê. 

Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?

Min ê nehişta dawet bêne kirin. 

Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?

Kafka, Veguherîn. 

Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)

Gregor Samsa, ger ew were wisa hîs dikim ku her kes dê bikare were ser gora min. 

Herî zêde çi te xemgîn dike?

Çûyîn, dibe ku ev mirin be jî. 

Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?

Ciwan Haco

Te dixwest li kîjan serdemê bijî?

Ji 1960an heta 1999an.  

Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?

Him sînema bidomîya him jî belkî helbestkarî jî min bicerbanda. 

Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Çareserîya mirinê bihata dîtin. 

Tu herî zêde çi xeyal dikî?

Qet nemirim. 

Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?

Weşîyana porê min.

Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûye?

Bextreşîya min. 

Serkeftina te ya herî mezin çi ye?

Bextreşî.

Engin Ölmez

Jidayikbûye li Colemêrgê. Sala 2020an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî mezûn bûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Ew niha di beşa kurdî da, li heman zanîngehê Doktoraya xwe dike. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Weşana berê

Rojeva Zindî: 10.09.2024

Weşana paşê

Xeml 

Te hay ji vê heye?