Kovareka nû ya Felsefeyê: Philosophia

05/02/2022

Kovara Philosophia ya li ser mijarên felsefîk dê kûr bibe û 4 mehên carekê derbikeve bi hejmara xwe ya taybet hejmara yekem derket. Weşangerîya kovarê dê ji hêla Weşanxaneya NAyê ve weke kirin. Weşanxaneyê daye zanîn ku armanca wan ew e ku xwe bigihînin xwendevanên felsefehez.

Weşanxaneyê diyar kiriye ku Kovara Philosophia dê her çar mehan carekê bê çapkirin û zaravayên kurmancî, kirmanckî û Soranî tê de hene. 

Weşanxaneyê berî 6 salan jî kovareka felsefeyê bi navê felsefevan weşandibûbûn û tenê karibûn 3 hejmaran dewam bikin.

Rêveberiya kovarê civaknas û felsefevan Alî Gurdilî, edîtoriyê fîlolog û nivîskar Raîf Yaman û gerînendetiya weşanê jî Berfo Barî dike. 

Di malpera kovarê de ji bo raya giştî ev peyam hatiye parvekirin:

Ji Raya Giştî ra:

Wekî dihête zanîn van çend salên dawîn, di kovargerîya kurdî da pêşketinên baş pêk hatin û nuha gelek kovarên li ser warên cihê dihên weşandin. Lêbelê, kêmasîya kovareke felsefî a xwerû bi zimanê kurdî, gelekî berbiçav e. Berî 6 salan me bi navê ‘Felsefevan’ dest bi weşandina kovareke felsefî kiribû, lê mixabin ji ber hinek kêmasîyan temenê kovarê dirêj nebû. Tenê sê hejmarên Kovara Felsefevan hatin weşandin, û çend hejmar jî li ser internetê bi formata Pdf hatin weşandin. Piştî şeş 6 salan me dîsa biryara xwe daye ku em kovareke felsefî a xwerû bi kurdî biweşînin. Kovar, dê bi hemkarîya Weşanxana Na were weşandin û çarmehane be. Em dê hewl bidin di kovarê da cih bidin zarê (dialect) kirmanckî (zazakî) û şêwezarê (subdialect) soranî jî. Ji bo vê yekê jî, em ê têkilîyê bi felsefeperwerên soranîaxêv û kirmanckîaxêv ra dahînin. Karger û gerînendê giştî ê kovarê, sociolog û felsefezan Ali Gurdilî ye, û editoria kovarê jî dê ji alê philolog û nivîskar Raif Yaman ve were kirin. Armanca me a sereke di hinek warên felsefî da berdestîya zarûzimanê kurdî ye, û îdiayeke me a mezin jî tune. Ji bo me a giring ewê qualita guncawtîya (content) metnan û xwegihandina xwendevanên felsefeperwer be. Hêvîya me heye em dê bikanibin weke komeke xebatê karê xwe bikin û xwe bigihînin terminologiayek baş a felsefê. Hejmara destpêkê dê taybet be û pişt ra dê hejmara pêşîn were weşandin.
Kovar dê li ser hindik principan were weşandin. Nivîsên werin divêt xwedî guncawtîyek felsefî bin, ji aliyê zimên ve sade û zelal bin. Nivîs, divê bi programa ‘Word û bi kertên (letters) ‘Times New Roman hatibin nivîstin û çavkanîyên wan jî zelal bin. Nivîsên ku ji bo weşanê hatibin şandin, li nivîskaran nahên vegerandin û biryara weşanê dê redaction bide.Ji bo navê kovarê jî, em li ser gelek navan fikirîn. Wekî ‘Philosophy Kurdî’, ‘Philosophia Kurdî’, ‘Feylesofîya Kurdî’ û ‘Philosophia’. Ji ber ku peyveke resen e û baş dihête zanîn, me biryar da ku navê kovarê ‘Philosophia’ be. Em ê hewl bibin ku bikanibin salê hejmarekê jî ‘Philosophia Werger’ biweşînin û tê da tenê cih bidin wergerên ji zimanên resen. Bi hêvîya rojên xweş û geş, her şad û bextîyar bin.
Li Ser Navê Kovara Philosophiayê
Ali Gurdilî – Raif Yaman


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Li Bazidê welatî ji bo fatoreyên bilind protesto bikin daketine kolanan

Weşana paşê

Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyan wan hatin tacîzkirin û tundîya dîjîtal li wan hate kirin