Saet dizivirin, pelên teqwîman diweşin lê ew dîrok qet naguhere û her tim zemanê serdestan nîşan dide. Ger em perdeya li ser dîroka îroyîn rakin em dê bibînin ku di binê wê de kîjan zeman û dîrok bûne kavil. Heta ku em wî zemanê “vala” û “objektif” bi ked û têkoşîna xwe tijî nekin û wesfên xwe nedin zemanî, em jî dê bibin kavil û li bin perdeya dîrokê bimînin.
***
Îcadkirina saetên mekanîk, di peşketina kapîtalîzma sanayiyê de roleke mezin girtiye ser milên xwe. Li Ewropayê, di navbera sedsalên 1300-1650an de, di têgihiştina zemanî de guherînên mezin pek hatin. Mirov, dê êdî li benda qidqida dîkan nemana û li roj, tav û stêrkan negeriyana, êdî hewce nedikir. Zeman, êdî ji xweza û jiyanê veqetiyabû. Zemanê tacîran êdî zemanê gundî û cotkaran têk birîbû. Bircên saetên tacîran, şûna bircên zengîlên manastir û dêran girtibûn [1].
Civaknas Anthony Giddens, di kitêba xwe ya Encamên Modernbûnê de nîşan dide, yek ji geşedanên derfetî dide modernbûnê ew e ku zeman ji tecrûbeya mirovî tê veqetandin û di bin yekeyên objektîv de tê nîşandan. Zeman, bi amûrên wekî saetê, bi awayekî mekanîk hatiye pîvan û bi mekanekî ve hatiye têkildarkirin û wekî encam, mekanên cuda yên dinyayê bi awayekî demkî û nemayînde hatine pênasekirin [2].
Rêwitiyên ber bi herêmên cuda yên dinyayê ve, wisa hatine pênasekirin ku herwekî rêwitî di nav zemanî de hatibin kirin. Rêwitiyên ber bi kûrahiyên Afrîka, Awustralya û Amerîkaya Latîn ve wisa hatine neqilkirin ku herwekî ber bi destpêka dîrokê ve çûbin. Antropolog Johannes Fabian di xebata Zeman û yên Din: Antropolojî Çawa Objeyên xwe Diafirîne de mijara zemanî û temsîlê bi berfirehî analîz dike [3].
Guherîna pîvana zemanî, pêşî li Ewropayê û paşî jî bi riya kolonyalîzmê, li seranserê dinyayê, şêweyê jiyanê guherand. Tacîran hefsarê zemanî bi dest xist û ji bo berjewendiyên xwe bi çargavî bezand. Lê diviyabû têgihiştinên zemanên din ji holê bêne rakirin ku ew têgihiştin aîdî şaristaniyên din bûn. Bi saya saetên mekanîk têgihiştin û sazûmana kar û xebatan guherî. Zeman û pere bi hev re hatin girêdan û têkiliyeke xurt di navbera wan da çêbû. Wate û rîtma xebatê li her derê dinyayê xerab bû. Sûret û lezûbezî bûne nirxên nû. Pevrebûna zeman û mirovan qediya û mirov bûne bendeyên zemanî.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Walter Benjamin, di qonaxa modernbûyinê de, guherina têgihiştinê, sazûmana zemanî û bandorên wan ên li ser hişmendiya mirovan, bi kurahî tehlîl kirine. Li gor Benjamin nîşaneyeke modernbûyinê wendakirina tecrûbeyê ye û ew jî bi têgihiştina zemanî ve girêdayî ye. Gava zeman ji tecrûbeya însanan xalî dibe êdî ew nabe aîdî mirovan, ew dibe objeya arezûyê. Yan wekî Proust em dê li pey zemanî biçin ji bo ku em bi dest bixin yan jî em dê hêvîyên mezin yên wekî şoreşa proleteryayê ji zemanî bikin.
Benjamîn dibêje divê em ji zemanê saetan tu guherînekê hêvî nekin ku qaşo ew saet bêyî mudexaleya mirovan bi xwezayî diherike. Saet dizivirin, pelên teqwîman diweşin lê ew dîrok qet naguhere û her tim zemanê serdestan nîşan dide. Ger em perdeya li ser dîroka îroyîn rakin em dê bibînin ku di binê wê de kîjan zeman û dîrok bûne kavil. Heta ku em wî zemanê “vala” û “objektif” bi ked û têkoşîna xwe tijî nekin û wesfên xwe nedin zemanî, em jî dê bibin kavil û li bin perdeya dîrokê bimînin.
Michel Löwy, di pirtûka xwe ya Walter Benjamin: Ceresa Agîrê, “Li ser Têgeha Dîrokê” de ku xwendina tezên dîrokî yên Benjamin e, dibêje: Benjamin hewl dide ew meşa muzaffer a serdestan ji alîyê bindestan ve şîrove bike ku her tim li pey xwe kavilan dihêle lê ew yek wekî qaîdeya herikina dîrokê hat teqdîskirin û meşrûkirin. Ji bo wê yekê, ew li pey kavilên şêweyên jiyanê, tesewwûrên dinyayê û li pey rêbazên zanistî dikeve ku avahiyên dîrokî li ser wan bilind bûne [4].
Li gor Löwy, gelên mêtingehên berê, ji vî hukm û serdestiya zemanî haydar in. Löwy, di vî warî de mînakeke balkêş dide. Niştecîhên Amerîkaya Latînî, di xwepêşandanan de yên ji bo protestokirina salvegera 500emin a “Keşfa Amerîkayê” ya ji aliyê Christopher Colombus ve hat lidarxistin, tîrên xwe li birca saetê xistin, wisa tevgeriyan ku herwekî ew yek sedema hemû xerabiyan hatibe dîtin.
Zemanî, di pênasekirin û tesnîfkirina edebiyatê de jî roleke giring hilgirtiye ser milên xwe. Zeman wekî miqdar û çendahî hat pîvan, paşî jî nirx û wateyeke nû ya îdeolojîk li zemanî hate barkirin. Wisa dihat zanîn ku zeman li ser xêzeke rast diherikî, paşî zeman hate sînordakirin û gotin zeman bi paş û pêş de diherike. Hat gotin ku hinek xelk û milet di dema niha de ne, lêbelê hinek jî li derveyî zemanî û li paş zemanî mane û ew xelk û miletên paşverû ne. Ji bo ku zeman bê pîvan, meridyeneke destpêkê hat îcadkirin da ku bibêjin Ewropa di dema niha de ye. Pascale Casanova, di kitêba Komara Edebiyata Cihanê de diyar dike ku ji bo pêkanîna qada edebiyatê pîvaneke hevpar a zemanî jî heye, Casanova ji wê yekê re dibêje Meridyena Greenwichê ya edebiyatê. Bi saya Meridyena Greenwichê, dûrahiya her kesê ku aîdî qada edebiyatê ye dikare bê pîvan. Bi saya Meridyena Greenwichê, berhemek dikare bê nirxandin, bê pejirandin an jî berovajî van, dikare bê daxkirin û piştguhkirin bi sedema ku anakronîk e. Qralê Prusyayê Friedrichê II. di 1780yan de qala paşdemayînê û zemanê windakirî dike. Meridyena destpêkê, zemanê berhema edebî ya îroyîn vedihewîne, ango modernîteyê vedihewîne. Gertrude Stein, wê rewşê wiha şîrove dike: Sedsala 20emîn bû Parîsa niha û bi wê hate zanîn [5].
Octavio Paz, di 1990î de dema Xelata Nobelê ya Edebiyatê werdigire, axaftinekê dike, bi sernavê “Li Dû Zemanê Niha” [6] ew hîs dike ku ji zemanê niha hatiye derxistin:
Ji bo me amerîkiyên îspanyolî, zemanê niha yê heqîqî, ne li welatê me bû: ew, ew zeman bû ku îngilîz, alman, fransî û ên din lê dijiyan. Ew zemanê New York, Parîs û Londrayê bû [7].
Ev destpêka demkî ya bi vî rengî, bû sebeb ku nivîskarên Amerîkaya Latîn pirtûkên wekî Labîrenta Tenêtiyê an Tenêtiya Sedsalî binivîsin. Hesta li derveyî zemanî an jî derengmayîna bo zemanî [zemanê ku Parîs niha lê disekine], bû para wan nivîskaran ku navan li cih û mekanan jî bikin. Yên ku ji zemanê xwe hatine qewirandin ji cih û warên xwe jî dibin. Afirandinên bajarên xeyalî yên mîna Macondo ya Marqûez û Comala ya Juan Rulfo dikarin di vê çarçoveyê de bên nirxandin. Parîsa niha, Parîsa sedsala 20an, lê gelo bajarên Meksîka, Kolombiya û bajarên kurdan di kîjan sedsalê de ne? Ev bajarên ku zemanê wan ji wan hatiye dizîn, dîroka wan herwekî tunebe dihate hesibandin. Ew cihên efsûnî ne ku ji zemanê rasteqîn hatine qewirandin û tenê dikarin di demeke efsûnî û xeyalî de hebin [8].
Encameke din jî ev e, nivîskarên wan bajaran wekî li derveyî “zemanê niha” tên pênasekirin û ew nivîskar zemanên edebiyatên xwe li gor saetên bajaran dirust dikin, herwekî ew bajar di dema niha de bin. Lê divê em hişyariya Benjamin careke din bînin bîra xwe. Zemanê ku li ser me ferz kirine, ji zemanê rasteqîn bêhtir diskurs e ku serdestiya hin welatan meşrû dike. Ew zeman, her tim sirûda serdestan dixwîne û tu caran qerîn û îtîrazên bindestan jê bilind nebûne. Tu nivîskar û tu gel nikare li zemanê serdestan dereng bimîne. Ew tenê dikarin bi ked û hewldanên xwe wesfên xwe bidin zemanî, kavilên dîrokên xwe berhev bikin û deynin nava dîrokê.
Lewra, qeyrana tê jîyîn, wekî Octavîo Paz jî hîs kiriye, ne ew e li derveyî zemanî mane û li peravên cîhanê ne, qeyran, zeman û cîhaneke nû bi xwe ne. Polîtîkayên xapînok û bertîlên hêvîyê didin mirovan, ji bo ku mirov bibin nivîskarên cîhanî yên mezin, hê jî ji berê xurttir di rewacê de ne. Di vê babetê de, tiştê ku divê bê kirin, bêyî ku ew nivîskar guh bidin van xapandin û bertîlan, divê lingên wan pê li dilê axa wan bike û bi vî awayî derî li cîhanê vebibe û şiyana cîhanîbûnê nîşan bide. Bi qasî Londra, Parîs, New York, Stenbol, Enqereyê divê rêwitiya ber bi Naîrobî, Victoria-Gasteiz, Cardiff, Belfast, Amed, Hewlêr, Mahabad û gelek bajarên din dest pê bike ku di zemanê niha yê edebiyata cîhanî de cih nagirin.
Çavkanî
[1] E.P. Thompson, Avam ve Görenek, Birikim: 2006, r. 438.
[2] Anthony Giddens, Modernliğin Sonuçları, Ayrıntı: 1994, rr. 23-26.
[3] Johannes Fabian, Zaman ve Öteki: Antropoloji Nesnesini Oluşturur, Bilim ve Sanat: 1999.
[4] Michel Lowy, Walter Benjamin:Yangın Alarmı” Tarih Kavramı Üzerine Tezlerin Bir Okuması, Versus: 2007, r. 49.
[5] Pascale Casanova, Dünya Edebiyat Cumhuriyeti, Varlık: 2010, rr. 103-105. Ji bo berfirehiya wê mijarê bnr. Serdar Şengul, “Di Cenga Mêtînger, Dijraber, Şoreşger û Stuxwaran de Avakirina Komara Edebiyata Cîhanê”, Zarema, 15, 2021.
[6] Ji bo tevahiya metne axaftinê bnr. Octavio Paz, Nobel Lecture “In Search of the Present”, https://www.nobelprize.org/prizes/literature/1990/paz/lecture/
[7] Casanova, hbr., r. 108.
[8] Serdar Şengül, “Zemanên Dizîyê, Mekanên Xeyalî û Seatên Çavên Zarokan” https://botantimes.com/zemanen-diziye-mekanen-xeyali-u-seaten-caven-zarokan/
- Akademîsyen û lekolîner e. Derbarê neteweperiyê, teoriyên postkolonyal û rexneya edebiyatê de xebatan dike. Li ser van babetan nivîs û wergerên wî hene.