Weşanxaneya Avestayê kitêba bi navê “Kürt Milliyetçiliğinin Ortaya Çıkışı ve Şeyh Said İsyanı, 1880-1925” (Pêşketina Neteweperwerîya Kurdî û Serhildana Şêx Seîd, 1880-1925) weşandiye. Kitêb ji aliyê Robert Olson hatiye nivîsandin. Îbrahîm Bîngol ew ji Îngilîzî wergerandiye.
Yekem lêkolîna bi zimanên rojavayî ye
Ev kitêb yekem lêkolîna bi zimanên rojavayî ye ku pêşketina neteweperwerîya kurdî analîz dike. Belgeyên nû ji Arşîvên Dewletê yên Brîtanyaya Mezin tê de hene.
Olson agahiyên nû li ser dîroka Tirk, Ermenî, Îran û Ereban dide. Ew dîtinên nû li ser têkiliyên Tirk û Ermeniyan pêşkêş dike.
Rola şêxan di neteweperwerîya kurdî de
Di serdema Sultanê Osmanî Ebdulhemîd de (1876-1909), neteweperwerîya kurdî dest pê kir. Sultan polîtîkayên pan-îslamî li dijî Ewropa û Rûsyayê bi kar anî.
Doktirînên pan-îslamî kirin ku şêx bibin rêberên neteweperwerîya kurdî. Ev ji Şêx Ubeydullahê Nehrî dest pê kir û heta Şêx Seîd di salên 1920an de berdewam kir.
“Dîroka Tirkiyê bê kurdan nayê nivîsandin”
Prof. Olson di kitêba xwe de dibêje: “Dîroka Osmanî û Tirkiyê bê vekolîna dîroka kurd mîna nivîsandina dîroka Amerîkayê bê lêkolîna reşikên Amerîkî ye.”
William F. Tucker ji Zanîngeha Arkansasê jî dibêje: “Ez bi xwe li ser Serhildana Şêx Seîd xebitîme. Encamên Olson nû, delîldar û girîng in!”
Botan Times – 02/05/2025
Çavkanî: Botan Times
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.