Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji Twitterê ser sala nû vîdeoeyek weşand.

Kiliçdaroglu dîyar kir ku ewê sala 2023yan saleke din be.

‘’Emê bibin îqtidar û gava em bûn îqtidar jî ewê bi sedan bi hezaran çareserî destpê bikin.’’ Kiliçdaroglu got.

Wî dîyar kir ewê bi çareserîyan bextewerîyê bidin milet û got loading miletê min, loading.

CHP li meclîsa Tirkîyê ya bi 600 kursî bi 134 parlamenteran partîya serekî ya muxalefetê ye. 

Foto: Twitter, @kilicdarogluk, SS