Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Kargehên teknolojîk dawî li bazirganiya berikên kevnar anî

18/01/2023

Pêşketina teknolojiyê di jîyana me de gelek  tiştan guhert. Yek ji wan jî bazirganîya berikên kevnar e.

Berik di salên derbasbûyî de li bajar û gundên derdora Dîyarbekirê bi gelek zor û zehmetîyan dihate çêkirin niha li kargehan nayên firotin û kes vê karê nake.

Cavit Satici li suka navdar ya Dîyarbekîrê li Çarşiya Şewitî xwedî kargeheke ye. Heta demeke di kargeha xwe de bazirganiya berikan dikir. Lê piştî dît ku kesek vê karê neke û tiştên orjînal dernakeve holê dev ji firotina berikan berdeye.

“Kesek berikan çênake”

Cavît ji Botan Timesê re wiha dibêje, “Heta pandemi derket holê min kilîman difrot. Lê piştî pandemiyê tiştê orjînal nemaye. Tev ketin nava ticaretê. Berê di malan de dihate çêkirin lê êdî nayê çêkirin. Kesek berikan çênake.”

Çêkirina berikan wan deman di nava malan de bû. Jinên malê bi tayên rengîn berikan çêdikirin û bi wan odeyên malê di xemilandin.

Berikên dihatin firotin jî aliyê etaran ve dihatin tomarkirin û li Çarşiya Şewitî  ji alîyen kargehên piçûk ve dihatin firotan.

Ji ber ku giranîya berikan wek berê nemaye êdî kes wan çênake û wekî gelek karan li hemberê demê têk çûye.

Li gor Saticî pêşketina teknolojîyê jî bandorek gelek mezin li ser têkçûna bazirganîya berikên kevnar kiriye.

“Bala mûşteriyan jî nakışîne”

Saticî dîyar dike ku berên di malan de dihate çêkirin bala mûşteriyan dikişand lê yên di fabrîqeyande niha çêdibe bala tu kesî nakişîne.

Li kargeha ku heta demeke bi berên kevnar hatibû xemilandin niha şuan wan firaqên sifir û paxir cîh digre.

Cavît Saticî tenê ew kes bû ku li sukê bazirganiya berikan dikir. Piştî wî jî dev ji firotina wan berda êdî kesekî ku vê karê dike nemaye.

Bazirganiya berên kevnar jî  wekî bi dehan karên bi vî rengî ket nava rupelên dîrokê.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û