Di kitêba xwe ya bi navê Dünyanın Sonundaki Mantar: Kapitalizmin Enkazlarında Yaşam İmkanı Üzerine (Karoka li Dawîya Dinyayê: Li ser Derfeta Jîyanê di Nav Xirbeyên Kapîtalîzmê de) Anna Lowenhaupt Tsing dûr dirêj li ser hêma û hêmanên çandî, aborî û bîyolojîkî ya karoka matsutakeyê hûr dibe. Wextê behs tê ser bingeh û binyada şert û mercên peydabûna karokan behsa daristanan dibe. Li gorî Tsingê yek ji sedem û sebebên peydabûna karoka matsutakeyê ew karesat in yên ku bi destê mirovan tên çêkirin. Karokeke mîna mastutakeyê giranîya nirxa xwe deyndarê hilweşînerîya mirovan e. Hilweşînerîyeke katastrofîk e. Ev cure hilweşînerî ne bi dil û xwezîya mirovên xwezahez û jîngehparêz e. Lê belê cureyeke din a tehrîbatê tê kirin ku ew kêm zêde bi dilê mirovan e û ji bo mirov û mirovahîyê jî qenc e. Wextê daristan pirr bi ser hev be ango gelekî ji hêla daran ve tîr, têr û tije be ew jî ji bo gelek cureyên nebatan tiştekî ne baş e, lewra daristanên tîr û têrdar divê parikî bêne sivikkirin. Ev yek jî li gorî Tsing bi tahribatên hindik û parikî bi awayekî xwezayî (lewra mirov êdî ji bo qencîya xwazeyê perçekî jê ye, ne derekî ye) pêk tê ji bo peydakirin û domkarîya geşe û gihana matsutakeyan. Ev tahrîbata parikî bi ya min di gelek tiştên civakî, beşerî û ilmî de tiştekî baş e.
Di kitêba behskirî de Tsing pirseke retorîkî dike: “Gelo em nikarin jîyana rewşenbîrîyê weke daristana gundekî bifikirin ango weke çavkanîyekê bifikirin ku bi encama sêwîreneke neplankirî derketibe û berhemên gelekî sûdewar bexş kiribe? Ev cureyê şibandinê dijberên xwe bi bîr dixe: sepanên nirxandina akademîk jîyana rewşenbîrî weke plantasyonekê dibînin; di muteşebisîya akademîk de jî jîyana akademîk rasterast dizî ye, ji alîyê kesên taybet ve xespkirina berhemên hevpar e” (361). Li ser vê jêderkê û rexneyê bi xwe gelek tişt dikare bên gotin lê ya balkêş ew e ku Tsing di dawîya pirtûkê de, piştî ravekirin û vegotina gelek tiştên ilmî, çandî û aborî ji bo ravekirineke xurttir serî li şibandinê dide: jîyana rewşenbîrî divê weke daristana gundekî be, yên dijber jî geh weke plantasyon in geh weke dizî û xespê ne. Bi rastî jî rexneyeke xurt û di cî de ye. Ez jî dixwazim ji vê sazûmana şibandî ya Tsingê biçim û têgiha wê ya tehrîbatê li çend tiştên din ên civakî û beşerî bikim.
Serê pêşî ji pîşeyê min ê profesyonelî, ji îlac’ul tebiî ango ji fîzyoterapîyê çend nimûne têne bîra min. Derzîyên xwerû (dry needling), weke derzîyên akupûnktûrê jî tê zanin. Ji çend binemayên karîgerîya wê yek jî ew e ku wextê derzî laşê mirov qul dike li wê devera laşî travmayên biçûk dike, şaneyên tehrîbbûyî bi lez bang li pergala dermankirin û başkirina saxlemîya canî dikin. Herwekî din dîsa bi rêbaza Graston ango bi hesin û polayên taybet mirov çermê nesaxan parikî biherifîne (helbet li gor qayde û zanistên wê rêbazê) qencî û başî digihe cihê mebestê. Mirov dikare vezelandin û vekişandina bi awayê profesyonel a masûlkeyan jî têxe vê cure başîya bi rengê tehrîbata nezêde.
Weke ku tê zanîn piçekî jehr helbet li gorî mebesta dozajan dibe ku derman be. Herwekî din ji mîkrop û vîrûsan aşî têne çêkirin. Wextê coronoyê gelekî caran behsa barê vîrûsan hate kirin. Kesên zêde vîrûs wergirtibin rewşa wan li gorî yên ku parikî girtibûn girantir bû, hew wisa dihate gotin ku parikî vîrûs ji bo perwerdekirin û çalakkirina pergala îmmûnî tiştekî baş e. Jîyaneke ji sedî sedî sterîl (bê vîrûs û mîkroban) ez dibêm tu carî ne bi dilê pisporên heq ên saxlemîyê ne.
Di endezîyarîya civakî de jî tehrîbat weke rêbazeke bîyopolîtîk tê bikaranîn. Berîya ku ev qeyrana aborî ya li Tirkîyeyê bandora xwe ya zêde hebe hema hema her hefteyê carekê kemalîstan Atatûrk û filankes dixistin rapirsîyê: Ataturk an Abdulhamit? Her kes dizane ku di raya giştî ya Tirkîyeyê de bersiva vê yekê çi ye. Bi ya min nîqaşên wêjeya Tirkî û an jî wêjeya Tirkîyeyê; sînemaya tirkî an jî sînemaya Tirkîyeyê jî ne bi vê mebestê bibe jî ji alîyên wan kesên ku li dijî van têgehên pirçandî (wêjeya Tirkîyeyê gelek kesên netirk dixe hewşa xwe) dertên û wisa têne bikaranîn. Herweha her carê ku kurd behsa nenivîsandina kurdî ya kurdan dikin, ez jî tê de, ev tehrîbata xeyalî lez dide çerxên civaknasîya qamûya wêjeyî.
Ne şaş bim sala 2015an, li Taksim Hill Hotelê di Rojên Marksîzmê de bû Bulent Somay û Kutluhan Kutlu behsa honaka zanistî dikirin. Li wê derê Bulent Somay behsa acizkerîya civakên ûtopîk kiribû. Kêm zêde weke ku di bîra min de maye digot civakên ûtopîk (te dît hemû çînên civakî ji holê radibin, dadwerîyeke mutleq, hevparîkirineke miazam heye) acizker in, lewra weke ku gelek caran ji alîyê gelek kesan ve jî tê dubarekirin her şoreşê divê nakokîyên xwe hebin. Şoreşên ku nakokîyên xwe nebin nikarin rê li ber şoreşên nû vekin, ango civak dixitime. Mirov aciz dibe. Tehrîbata nezêde tiştekî wisa ye. Lê belê çawa û kengî tehrîbat zêde dibe, zêdebûna wê li gorî çi ye, kî biryarê dide? Bo nimûne kurd bi awakî dekonstrûktîf dibêjin “xera nebe ava jî nabe”, ev bi xwe bi ya min pîvana tehrîbateke pir mezin û jêneger nîşan dide.
Bersiva pirsa pîvanê ne hêsan e helbet. Lê bêguman ji bo rêvebirîna tehrîbata parikî û xwehevza ji yên mezin jîyana rewşenbîrî li gor sazûmana şibandina Tsingê dikare rolekê bigre ser xwe û helbet li gor wesfê ku daye:
“weke daristana gundekî bifikirin ango weke çavkanîyekê bifikirin ku bi encama sêwîreneke neplankirî derketibe û berhemên gelekî sûdewar bexş kiribe?”
Çavkanî
Tsing, Anna Lowenhaupt. Dünyanın Sonundaki Mantar: Kapitalizmin Enkazlarında Yaşam İmkanı Üzerine. Wer. Erdem Gökyaran. YKY, 2023.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.