Piraniya kurdan jî, ji ber şikandina pergala perwerdeya bi zimanê kurdî nezan û nexwendayê zimanê xwe bûn. Çavên me bi qasî guhên me aşînayî kurdî nîne. Van salên dawî şanogerên kurd jî berê xwe dane gund û bajaran û li bajarên kurdan şanoyên bajaran ava kirin. Ew, bi rêya şanoyê, zimanî bi awayekî piralî û pirdengî bi kar tînin û zindî dikin.
***
Gelo em sîcîl û sabikayên kolonyalîzmê ji kîjan sûretan bixwînin û ji kîjan bîrên bîranînan bikşînin? Ew sicîlên hovane ku em bûne şahid, çawa raxin ber çavan? Em dê çawa bikewînin van qeydiyên arşîvên hovane yên ku mejî, beden û dilê me birîn kirine?
Di sala 1945an de, li Cezayirê, xortekî 16 salî tevlî Nimayişa Setifê dibe ku ji bo serxwebûna Cezayirê hatibû lidarxistin. Leşkerên fransî berê çekên xwe dane ser însanan û agir bi ser wan de barandine. Li gor hinek çavkaniyan 6, li gor hinekên din jî 45 hezar kes bi derbekê de hatin kuştin û yên ku sax mane jî hatin girtin. Kateb Yacine (Katîb Yasîn), ew xortê 16 salî ku bi çavên xwe yek bi yek firîna gulleyan û ketina însanan qeyd kir di bin şikenceya giran de, laşê wî yê tenik qeydiya din ya kolonyalîzmê girt. Diya Kateb Yacine ji ber fikara kurê xwe û jidestdayina gelek dost û hevalan hişê xwe dibe [1].
Deh sal şûnde, di sala 1956an de li Parisê romaneke bi navê Necma wekî bombeyê dikeve derdorên edebiyatê. Nivîskarê romanê Kateb Yacine bû [2]. Piştî ji zindanê derket, heşt salan bênavber li ser romanê xebitîbû. Zimanê romanê fransî bû lê ne ji aliyê bikaranîna zimanî ve ne jî ji aliyê teknîkî û şewazê ve dişibîya romanên fransî [3]. Li dorhêla Komkujiya Setîfê zeman, mekan, laş û hiş ji hev ketibûn. Zeman, di çengela bîr û teqwîmê de ase mabû, mekan ji ber hebûna avahiyên kolonyal ji aliyê zemanî ve ji hev veqetiyabû û ziman di nav lepên fransî û erebî de êdî hêza xwe ya temsîlî wenda kiribû. Lê dîsa jî hêvîyê ji derzên zeman û mekanî serî hildabû da ku gewdeyeke nû ava bike [4].
Yacine bi romana xwe ezberên wan rexnegir û edîtoran şikandibû ku pal dabûn kilîşeyên kolonyal. Yek ji şiroveyên ewil a edîtorekê tu caran ji bîra Kateb Yacine neçûye: “Romaneke pir kompleks û dijwar e… Lê ewqas pezên we yên şêrîn hene te çima behsa wan nekir?” [5].
Giregirên edebiyatê jê hêvî dikir ku romanên din ên bi wî rengî binivîse û firîna xwe bi fransî li asîmanê edebiyata cîhanê berdewam bike. Lê wisa nebû. Piştî ku Cezayîr di sala 1962an de serxwebûna xwe bi dest xist, Yacine bala xwe da hewcedariyên siyasî, estetîk û zimannasiya qada edebiyata welatê xwe ku ber bi avabûnê ve diçû [6].
Yacine ji bo pêkanîna wê armancê hêdî hêdî têkiliyên xwe bi çalakiyên xwe yên edebî û yên berê re qut kir. Wekî Ngugi wa Thiong’o ji xwe pirsî ku wî di serî de roman û lîstîkên xwe bi îngilîzî nivîsandibûn:
Kolonyalîzmê bi sedan salan rê nedabû ku gel bi zimanên xwe perwerde bibin. Piraniya xwendeyan nezanên zimanê xwe ne û yên nexwenda digel ku dikarin bi zimanê xwe xeber bidin, nikarin bixwînin. Gelo di bin şert û mercên wiha de nivîskar çawa dikare xwe bigihîne gel û tevkarî avakirina edebiyata neteweyî bibe?
Ngugi ji kursiyên akademiyê daket xwarê ku di Kenyaya serbixwe de hêj di bin tesîra kolonyalîzmê de bûn û tevî gundî û cotkarên Kenyayê bi zimanê Gikuyu şano nivîsandin û li dar xistin. Bi vî awayî îmkan da ku gel di heman demê de afirînerê edebiyat û hunera xwe be [7].
Kateb Yacine zimanê fransî wekî neynikeke şikestî dabû ber rûyê Fransiyan da ku bibînin û fehm bikin tu sûretekî temam nikare xwe di neynika kolanyalîstan da eyan bike. Ji ber wê jî, ji lûtkeya fransî hat xwarê û berê xwe da çol û berên Cezayirê. Koma şanoyê ya bi navê Çalakiya Çandî ya Karkeran ava kir û ji sala 1970yan heta 1975an li seranserê Cezayîrê bost bi bost geriya û şano li dar xistin. Zimanê şanoyan erebî û berberî bû [8].
Yacine giringiya zimanî wiha ifade dikir:
Da ku armanca xwe pêk binîm diviyabû ez ji wan nivîskaran nebim yên ku bi pozbilindî li gelê xwe dinêrin û bi awayê fêlbazî, bi rêya fransî, bi gelê xwe re têkîlî datînin…. Gava gel li ser sehneyê xwe dibîne kêfa wî jê re tê. Ne mimkin bû ku ew di sedsalan de gava cara yekem bi zimanê xwe biaxive û xwe fêm neke?…[9]
Derbarê rola şanoyê de jî wiha axivî:
Min destên xwe ji nivîsandinê neşuşt. Min gelek tişt nivîsandin lê çap nekirin. Xebatên min li ser sehneyê hatin lîstîn û bi vî awayî xwe gihand dil û mêjiyê bi mîlyonan însanan ku nikarin bixwînin û binîvîsin [10].
Ne tenê gel nivîskarên gelên kolonîzekirî yên wekî Kafka jî tevlîhevkirina “têkoşîna neteweyî” û ziman bi rêya şanoyê kişf kiribûn. Gava Kafka di sala 1911yan de piştî lîstîka yekemîn temeşa kiribû, di rojnivîska xwe de şano wekî neynika edebiyata yidîşî pênase kiribû ku hemû berhemên wî şahidê têkoşîna neteweyî ya bênavber in. [11].
Kateb Yacin ji ber nasnameya xwe ya berberî û fîkrên xwe yên azadîxwaz di Cezayira Serbixwe de jî sitar nebû. Rêvebirên Cezayirê ji lixwedîderketina wî ya çand û zimanê berberî (tamazight) aciz bûn û di serî da televîzyon û di gelek warên din da hat sansurkirin. Lê heta dawiya emrê xwe ji helwesta xwe nehat xwarê. Ne hikmê Fransayê li ser Cezayirê qebûl kir ne jî hukmê ereban li ser berberiyan. Li her du eniyan şerekî dijwar kir û li pey xwe mîrateyeke giranbiha hişt.
Piraniya kurdan jî, ji ber şikandina pergala perwerdeya bi zimanê kurdî nezan û nexwendayê zimanê xwe bûn. Çavên me bi qasî guhên me aşînayî kurdî nîne. Van salên dawî şanogerên kurd jî berê xwe dane gund û bajaran û li bajarên kurdan şanoyên bajaran ava kirin. Ew, bi rêya şanoyê, zimanî bi awayekî piralî û pirdengî bi kar tînin û zindî dikin.
Herî dawî Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlioglu li Elihê ji bo perwerdehiya şanoyê saziyeke bi navê Dîwan Akademî ava kirine. Çi hewldaneke hêvîbexş e. Ez bawer im xwendavanên wê dibistanê jî dê digel perwedehiyên xwe bost bi bost li welatê xwe bigerin û zindîbûna kurdî xurttir bikin. Bi wî awayî em dikarin qeyd û sicîlên kolonyalîzmê bê noqsan bigrin û bersivên xwe bi zimanekî xwemalî û dewlemend îfade bikin.
Jêrenot û Çavkanî:
[1] Charles Born & Richard Bjornson, “Kateb Yacine”, Research in African Literatures, Summer, 1992, Vol. 23, No. 2, r. 63.
[2] Pirtûk hê bo kurdî ne hatiye wergerandin. Du çapên bi tirkî hene; Kateb Yacine, Necma, Mitos, 1991; Kateb Yacine, Nedjma, Can, 2006.
[3] Leticia Villasenor, ‘‘Kateb Yacine’s Nedjma: The Dismembering of Algeria’s “Étoile de Sang”, Ufahamu: A Journal of African Studies, 38(2), r. 153.
[4] John D. Erickson, “Kateb Yacine’s Nedjma: A Dialogue of Difference”, SubStance, 1992, Vol. 21, No. 3, Issue 69: Special Issue: Translations of the Orient: Writing the Maghreb, rr. 30-45.
[5] Min di nivîsa xwe ya li ser Romana Demsalek le Hekariyê ya Ferit Edgü de ew kilişeyên kolonyal analiz kir, bnr., https://botantimes.com/ciya-berf-u-pez-di-temsilen-kolonyal-de-kurd-xweza-u-dirok/
[6] Pascale Casanova, Dünya Edebiyat Cumhuriyeti, 2010, r. 249.
[7] Ji bo agahiyên berfireh bnr., Serdar Şengül, “Peywenda Mêtingeriyê di Hilberîn û Rexneya Edebî de: Ngũgĩ wa Thiong’o û Azadkirina Hiş ji Mêtingeriyê”, wer. Fexriya Adsay, Zarema, Hejmar 14, 2021.
[8] Casanova, hbr., 249-250. Ji bo nîqaşên berfireh binêrin, Serdar Şengül, “Di Cenga Mêtînger, Dijraber, Şoreşger û Stuxwaran de Avakirina Komara Edebiyata Cîhanê”, Zarema, 15, 2021.
[9] Casanova, hbr., r. 250.
[10] “Remembering Algerian novelist Kateb Yacine: An eternal captive to his idea of life”, https://en.majalla.com/node/306036/culture-social-affairs/remembering-algerian-novelist-kateb-yacine-eternal-captive-his [11] Casanova, hbr., r. 249.