Ji dewlemendan 5 rêyên dewlemendbûnê

25/08/2023

Hema hema em ji kî bipirsin dê çend navên dewlemendan bihejmêrin. Ew kesên dewlemend çawa dibin xwedîyê serweteka ewqas mezin? Gelo çi ye tişta ku mirovên dewlemend ji kesên cuda dike? Belê, em dizanin ku yek formûl ji bo dewlemendbûnê nîne, lê hin stratejî û habîtatên berbelav hene.

Li gor nûçeya E Timesê 5 rêyên berbelav ên dewlemendûnê hene ku mirovên dewlemend wekî rêbaz danîne li ber xwe.

1. Geşedana takekesî: Wekî ku ‘eyan e, rêya yekem û ya herî baş a dewlemendbûnê geşedana takekesî ye. Mirovên dewlemend jê haydar in ku divê xwe tim pêş bixin û zanyarîyên xwe kûr û berfirehtir bikin. Ew ji bo ku di meydana xwe ya pisporîyê da serkeftîtir bibin, qîmet û giringîyê didin perwerde û geşedana xwe ya takekesî. Ew jê piştrast in ku zanyariyên wan zêde bibin, gav bi gav dê qîmeta wan kesan jî zêde bibe.

2. Li gorî dahata xwe alîkarîyê bikin: Ji ber ku hemû mirov nikarin dewlemend bibin, piranîya mirovên dewlemend hewl didin bi qasî ku qezenc dikin xêr yan jî alîkarîya mirovên din bikin. Ew bawer dikin ku dewlemendîya rastî ya jidil e û ji ber vê yekê her di nav lêgerînekê da na ka dê çawa alîkarîya mirovên feqîr û xîzan bikin.

3. Li şûna teserûfê pereyên xwe birazînin: Mirovên dewlemend ji bo dewlemendtir bibin, li şûna ku teserûfê bikin, ew pereyên xwe ji bo wan karan radizînin yên ku muhtemelen dê pere jê bên. Ew, tim di nav lêgerînan da ne ku pereyên xwe ji bo pêşnîyazên pisporî bikar bînin.

4. Bila vîzyoneka we ya demdirêj hebe: Kesên dewlemend pirî caran planên demdirêj saz dikin. Hedef û armancan li pêşîya xwe deynin û ew heta bigehin wan armancên xwe dixebitin. Çavên wan ne li dahatên demkî ne, lê belê ew ji bo dahatên demdirêj dixebitin. Ji bo vê tiştê jî ew bo xwe stratejîyekê diyar dikin ku bikarin bi salan wê bi rê ve bibin.

5. Ji bo xwe çavkanîyên muxtelif dabîn bikin: Gelek dewlemend hene ku çendîn karan pêkve dikin û ew ji gelek karan pereyan qezenc dikin. Armanca vê stratejiyê ew e ku heke yek ji çavkanîyên dewlemendan bixitime yan jî kêm bibe, ew dê bikarin pişta xwe bispêrine çavkanîyên xwe yên din.

Bi kurt û kurmancî eger hûn jî bixwazin dewlemend bibin, van stratejî û rêyan danin ber xwe.

Wergera ji îngilîzî Yonca Sarsılmaz


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Biden û Trump li ser agirbesta Xezeyê li hev kirine – Peter Baker/The New York Times

Li gor çavkanîyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê hilbijartî Donald Trump

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!

Tîma basketbolê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê, Oz Kayapinar Spor di sezona

Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

Îsmaîl Dîndar Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha