Enwer Yilmaz ev nivîs bi Zazakî ji bo zazakinews.com nivîsîye
Lêkolîna berfireh a ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî ve hatiye kirin, derxistiye holê ku li Tirkiyeyê axaftina bi zimanê kurdî gelek kêm bûye û di bin metirsiyê de ye. Rapirsîna ku bi 1285 beşdaran li 22 bajaran hatiye kirin, nîşan dide ku bi taybetî di nav ciwanan de zimanê dayikê her ku diçe kêmtir tê bikaranîn, ciwan ji zimanê dayikê dûr dikevin û ev jî dibe sedema windabûna ziman.
Li gorî encamên lêkolînê, ji 4 zarokan 3 zarok bi zimanê dayikê napeyivin û di nav malan de êdî zimanê sereke bûye tirkî.
Daneyên lêkolînê ku di navbera 28ê Çileyê û 11ê Sibatê 2025an de hatiye kirin, nîşan didin ku di nav ciwanan de axaftina bi kurdî gelek kêm bûye. Zarokên bi temenê 11 salan %18 dikevin asta jêrîn, kesên ku ji 65 salan mezintir in jî %77 û zêdetir bi zimanê dayikê dipeyivin. Ev rewş nîşan dide ku zimanê dayikê di bin çi xeterekê de ye û nifşê ciwan di nav çi rewşê de ne.
Piraniya kesên ku beşdarê lêkolînê bûne bi eslê xwe kurd in. %80 zimanê kurmancî wek zimanê dayikê, %17 jî zimanê kirmanckî/zazakî dipeyivin. Lê belê, di nav malê de ji aliyê axaftina zimanî ve guherîneke mezin heye. %35,9 nifûsa ku lêkolîn li ser hatiye kirin, tenê bi zimanê tirkî dipeyivin, %14,9 jî bi tirkî û kurdî dipeyivin. Ev dane nîşan dide ku zimanê tirkî li malê bûye zimanê serdest û zimanê kurdî jî her ku diçe kêmtir tê bikaranîn.
Piraniya beşdaran diyar kirine ku ji zimanê dayikê fêm dikin (%67), lê xwendin û nivîsîna wan a bi zimanê dayikê gelek qels e. Tenê %19 dibêjin ku ew baş dikarin bi zimanê kurdî binivîsin, %21 jî dibêjin baş dikarin bixwînin. Kêmbûna derfetên perwerdehiya bi zimanê dayikê wek faktorê herî mezin ê vê rewşê derdikeve pêş. Beşdar sedema bingehîn a qelsiya xwendin û nivîsîna zimanê kurdî jî, bi tunebûna derfetên perwerdehiya bi zimanê dayikê ve girê didin.
Li gorî lêkolînê, ji her 5 zarokan 4 zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nedîtine. Lê %97,8 beşdaran dixwazin ku zarokên wan bi zimanê kurdî perwerde bibînin. Dîsa beşeke mezin a %97,7 jî nerîna ku divê zimanê dayikê bê parastin û pêşvebirin diparêzin. Û tunebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê wek metirsiya herî mezin tê dîtin.
Sedema bingehîn a vê metirsiyê %46,5 dibêjin ku tunebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Ji sê yek ji wan dixwazin zimanê kurdî wek zimanê perwerdehiyê bê qebûlkirin, ji sê yek jî dixwazin zimanê dayikê wek zimanê fermî bê qebûlkirin.
Ev lêkolîna Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî ku derbarê pêşeroja zimanê kurdî li Tirkiyeyê de hatiye kirin, tirsên cidî bi xwe re tîne. Rastiyeke derketiye holê ku ciwanên ku bi zimanê xwe yê dayikê dipeyivin hejmara wan her ku diçe kêmtir dibe, ev jî dibe sedema windakirina ziman. Ev rewş nîşan dide ku ne tenê ziman, nasnameya çandî jî pê re winda dibe.
Ji bo parastin, pêşvebirina zimanê kurdî û belavbûna wê ji bo nifşên bê, hewcedarî bi perwerdehiya zimanê dayikê û qebûlkirina fermiyetê heye.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.