Kitêba Bextîyar Elî, Hinara Dawî ya Dinyayê di nav sed kitêbên herî baş ên sedsala 21an da cih digire.
Bextîyar Elî li ser hesaba xwe ya instagramê da zanîn ku rojnameya Neue Zurcher Zeitungê NZZyê sed kitêbên herî baş ên sedsala 21an ragihandine û kitêba wî Hinara Dawî ya Dinyayê jî di nav da ye.
Bextîyar Elî gotîye: Bo me cihê şanazîyê ye ku em bêjin di nav sed kitêbên herî baş ên sedsala 21an da, Hinara Dawî ya Dinyayê li nav sedan kitêban û deh hezaran nivîskaran cihê we girtîye.
Ew pesnê rojnameyê jî dide û dibêje NZZ mezintirîn rojnameya Swîsreyê ye.
Rojnameya NZZyê gotîye Bextîyar Elî navdartirîn nivîskarê kurdî ye. Herwiha derbarê naverok û têgihiştina nivîsandina Bextîyar Elî da jî wiha hatîye gotin ku ew li gorî rêbaza xwe li hemberî sîyaseta tarî ya Rojhilata Navîn berhemeka sereke û cîhaneka helbestî resim dike.
Temamîya rojnameya NZZyê https://files.static-nzz.ch/2024/11/24/31520c6f-dd29-4cca-9697-8a0132dc2f53.pdf
Bextîyar Elî herî dawî xelata Hilde Domîneyê jî wergirtibû. Elî berîya wê jî Xelatê Nîlî Zax û Xelatê Festîvala Edebîyata Gelewêjê jî wergirtîye.
Bextîyar Elî kî ye
Bextîyar Elî sala 1961an li Silêmanîyê hatîye dinyayê. Elî sala 1983yan dest bi nivîsînê dike û romana wî ya ewil Mergî Taqaneyî Dûwem sala1997an li Swêdê çap dibe. Ew 1996an koçî Elmanyayê dike. Yek ji kitêbên wî yên herî giring Hinara Dawî ya Dinyayê tê dîtin ku heta niha bo 8 zimanan hatîye wergêran. Romanên wî zêdetir di çarçoveya realîzma efsûnî da hatine nivîsin. Bextîyar Elî bi zaraveyê kurdî Soranî berhemên xwe dinivîse. Heta niha çendîn berhem û gotarên wî hene.