Hêzên Îslamîst ên Sinnî yên Ereb dawî li otonomiya Kurdan anîne – Jonathan Spyer, The Jerusalem Post

08/02/2026

Li gorî nûçeyeka The Jerusalem Postê, hêzên Wezareta Navxweyî ya Sûrîyeyê di vê heftîyê de derbasî bajarê Qamişloyê bûne. Rojname vê gavê wek morkirina dawîya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê (AANES) dibîne.

“Rêveberîya ku di bin pêşengîya kurdan de bû, nêzîkî deh salan li rojhilatê Firatê hikum kirîye. Ev geşedan ji bo desthilatdarên îslamî yên Şamê serkeftineka polîtîk e ku dixwazin Sûrîyeyeka navendî û sunnî ava bikin.”

Rêkeftina nû dawî li xweserîyê anî

Heta berî mehekê, kurdên Sûrîyeyê xwedî herêmeka kontrolê bûn. Hêzên wan ên çekdar, çavkanîyên neftê û pêwendîyên navneteweyî hebûn. Lê belê li gorî agahîyan, ev statu êdî nemaye. Rêkeftina 30ê Kanûna paşiyê ne teslîmîyeta kurdan a bêşert, lê nexşerêyeka welê ye ku saziyên Rêveberîya Xweser hêdî bi hêdî diçin bin desthilata Şamê.

Guherîna hevsengîya hêzî û paşeroja kurdan

Hêzên kurdî piştî windakirina bajarên wek Reqa û Dêrezorê, li herêma xwe ya bingehîn dest bi amadekarîyê kirîye. Lê belê dîplomasîya li gel Fransa û Amerîkayê rê li ber êrişeka giştî ya Şamê girtîye. Rejîma nû ya ku Ahmed al-Sharaa serokatîya wê dike, bi piştgirîya Tirkîye û Qatarê hewl dide herêmên cida bixe bin kontrola xwe. Rêveberîya Xweser a laîk li pêşîya vê projeyê wek astengekê dihat dîtin û niho ev asteng hatîye rakirin.

Metirsîyên li ser kêmneteweyan zêde bûn

Sîstema nû ya ku ji alîyê koma Hayat Tahrir al-Sham ve hatîye avakirin, dişibe rejîma Baasê ya berê. Ji bo kurdan û kêmneteweyên dî, parastina avahîyên xwe yên çekdar û polîtîk di vê serdemê de dê bibe armanceka sereke. Pispor balê dikşînin ser vê yekê ku dibe ku ev taktîkên tund di paşerojê de li dijî welatên cîran û Libnanê jî bên bikaranîn.


Çavkanî:

Jonathan Spyer, The Jerusalem Post Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Amedspor bû pêşeng: 2-0 Pendîkspor têk bir

Weşana paşê

Şaredarîya Amedê dest bi qeyda qursên zimanî kiriye